• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji 7 salî heya 70 salî Wêranşarî ji bo Rojava rabûn ser pêya

Riha / AW

21 ÇILE 2026 - 15:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk ji 7 salî heta 70ê salî, bi hezaran welatî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava meş li dar xistin.

Li ser banga Platforma Saziyên Demomratîk li dijî êrişên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê yên ser herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê li navçeya Wêranşara Rihayê meş hat lidarxistin. Endam û nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî tev li meşê bûn. Girseya li ser rêya Amedê ya navçeya Wêranşarê kom bûne, heta Cadeya Olakê meşiyan. Di meşe de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” û “Rojava Xeta me ya Sor e” hat vêkirin.

Bi hezaran kes di meşe de bênavber dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana HSDê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Her wiha girsê, dovîzên Fermandar, şervan û cangoriyên HSDê, YPGê û YPJê rakirin. Girsê li Cadeya Olakê daxuyanî da. Daxuyaniyê ji bo cangoriyên di berxwedana Rojavayê de jiyana xwe ji dest danê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di serî de Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu destnîşan kir ku bermahiyên DAIŞê bi piştgiriya hezên navneteweyî dixwazin destkeftiyên Şoreşa Rojavayê ji holê rakin û wiha got: “Gelê Kurd li dijî êrişan li ser pêyan e. Sibê jî em ê li navçeya Pirsûsê bimeşin ser sînor. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin piştgiriya Rojava bikin.”

‘Rojava xeta me ya sor e’

Piştrê jî Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî destnîşan kir ku ew ê destkêftiyên Şoresa Rojavayê biparêzin û ev tişt gotin: “Li Wêranşarê bi hezaran kes li dijî êrişên çeteyan dibêjin ‘Bijî berxwedana Rojava.’ Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û xwest pêşî li komkujiyan bigirê. Ev êriş li dijî bangê û pêvajoyê darbe ne. Weke 15ê Sibatê li dijî birêz Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat, niha jî heman komplo pêk te. Gelê Kurd dê bi têkoşîna xwe armanca vê komployê jî têk bibe. Rojava xeta me ya sor e.”

‘Planeke mezin li ser Kurdan tê meşandin’

Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan jî bi lêv kir ku plansaziyeke mezin li ser gelê Kurd tê meşandin û ev tişt gotin: “Dixwazin hemû bajarên Kurdan bikin Xazê. Divê li dijî vê yekê em bi neteweyî û şoreşgerî tevbigerin. Divê çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat em rola xwe bilîzin. Em ê vî şerî bi hev re rawestînin. Yên dibêjin bila aramî ji Kurdan re tune be, dê aramî ji wan re jî nabe. Serokatî gelek caran heşyar kir. Got ‘Dixwazin bajarên Kurdan bikin Xazê’. Ji bo wê pêvajo dest pê kir û ji bo van aloziyan rawestîne xebatên wî didomin. Em ê jî li ber xwe bidin.”

 

Etîket: Platforma Saziyên DemokratîkWêranşar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

6 HEZÎRAN 2026
Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

16 GULAN 2026
Bi boneya 15ê Gulanê li Sûrê Dîwana Dengbêjan hate danîn

Bi boneya 15ê Gulanê li Sûrê Dîwana Dengbêjan hate danîn

13 GULAN 2026
Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

11 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne