• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Wanê konsera ‘Dem dema guhertinê ye’ hat lidarxistin

Wan / AW

16 GULAN 2026 - 18:37
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, li Qada Bajêr ya Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” konserek li dar xist. Amed Ûçak di bernameyê de axivî û got: “Statuya Rêber Apo, statuya tevahiya gelê Kurd e. Statuya Rêber Apo xeta sor a ciwanên Kurdistanê ye.”

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, li Qada Bajêr ya Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” bi tevlêbûna Hunermend Kasim Taşdogan û muzîsyen Aylîn Demîrkayayê konserek li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, parlamenter, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Ciwanan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

 Li qada konserê pankartên bi nivîsên “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin”, “Dem dema guhartinê ye”, “Ciwan her tim pêşeng e”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin. Li standa ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ve hatibû danîn de pirtûk,buroşurên Şerê Taybet û çanta cih girtin. Hat hînbûn ku polêsan dest danye ser broşûrên Şerê Taybet ên li ser standê.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir û di dema rêzgirtinê de Marşa Çerxa Şoreşê hat xwandin. Di dema bernameyê de dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

‘Statuya rêbertiya me mifteya vê pêvajoyê ye’

Endamê Ciwanên Xwendekar Veysel Îlhan, pêşî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û anî ziman ku ciwanên kurd tevî her cure zext û zoriyan bi salan e li ber xwe didin û têdikoşin. Îlhan di berdewama axaftina xwe de ev yek got: “Ev pêvajo dê ji aliyê me ciwanan ve bibe birêvebirin. Ev pêvajo ji bo tevahiya gelê kurd û cîhanê gaveke girîng e. Em wekî ciwan dibêjin ku paradîgma Rêberê me xeta me ya sor e. Statuya Rêbertiya me kilîta vî pêvajoyî ye. Em wekî ciwan rê nedin polîtîkayên şerê taybet.”

‘Statuya Rêber Apo statuya gelê Kurd e’

Li ser navê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî Amed Ûçak axivî û diyar kir ku ew wekî ciwan cihê xwe di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de digirin. Ûçak wiha domand: “Statuya Rêber Apo, statuya tevahiya gelê Kurd e. Statuya Rêber Apo xeta sor a ciwanên Kurdistanê ye. Li Wanê ku êrîş û şerê taybet lê zêde ye, em ê rêxistinbûna xwe xurtir bikin û nehelêlin ku polîtîkayên hişbir û fihûşê bêne meşandin. Wekî ciwan em li vir in û em ê her hebin.”

Piştî axaftinan, bername bi derketina hunermendan a ser dikê û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: ciwanDEM PartîkonserWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne