• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

Wan / AW

18 GULAN 2026 - 18:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li girtîgehên Tîpa F û Tyê yên Wanê gardiyanan êrişî girtiyan kiriye û li girtiya ku nexweşiya veremê (tuberkuloz) pê re heye, “muayeneya bikelepçe” hatiye ferzkirin. Saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên Wanê û parlementer Mahmût Dîndar têkildarî îşkence û binpêkirinên hatine kirin serdana girtiyan kirin û bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirin.

Saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên Wanê, têkildarî îşkence û binpêkirinên li girtîgehên Tîpa F û Tyê yên Wanê li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek dan. Parêzer û aktivîstên mafê mirovan beriya ku daxuyaniyê bidin, li girtîgehê li gel girtî û rêveberiyê re hevdîtin pêk anî. Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.

Ji ber axaftina bi Kurdî êriş û îşkence

Ewilî hevserokê Şaxa OHDê yê Wanê Hakan Bozkurt axivî û diyar kir ku di 13ê gulanê de piştî hevdîtina malbatê gardiyanan êrişî du girtiyan kiriye û got: “Gardiyanan bi hinceta ‘Hûn nikarin silavê bidin malbatên xwe’ û ‘Hûn nikarin bi Kurdî biaxivin’ nîqaş derxistine. Piştî hevdîtinê, girtî rastî lêgerîneke xerîb hatine û dema li ber xwe dane hatine darpkirin. Piştre girtî birine ‘odeya sungerkirî’. Weke parêzer û mafparêzan em ê şopdarên vê binpêkirinê bin.”

‘Girtiya bi veremê nayê tedawkirin’

Piştre hevserokê Şaxa ÎHDê yê Wanê Mehmet Salih Coşkûn bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T û ev tişt anî ziman: “Girtiyeke ku testa wê ya veremê pozîtîf derketiye di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dema girtî birine nexweşxaneyê, muayeneya bikelepçe lê hatiye ferzkirin. Ji ber ku girtiyê ev yek qebûl nekiriye, nehatiye tedawkirin. Em Protokola Stenbolê bi bîr dixin; ev helwest li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”

‘Divê lijneyên girtîgehan bên betalkirin’

Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî destnîşan kir ku wan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kiriye û nerazîbûna xwe yên li dijî bêhiqûqî û binpêkirinan nîşan dane. Mahmût Dîndar bang kir ku divê dawî li van polîtîkayên zextê bê anîn û got: “Divê lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan ku veguherîne amûrê cezakirinê, bên betalkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên li dijî îşkenceyê bi dawî bû.

Etîket: binpêkirina mafanderbgirtiîşkenceWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne