• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Wan / AW

6 TEBAX 2025 - 16:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan di civîna têkildarî pirsgirêkên civakî yên li herêmê de û da zanîn ew bi hev re dikarin pêşî li pirsgirêkên civakî bigirin û got: “Banga Birêz Ocalan deriyeke nû ji bo jiyaneke nû vedike û divê em jî ji xwe dest pê bikin û jiyaneke nû bi hev re ava bikin.”

Konseya Bajêr a Wanê, têkildarî pirsgirêkên civakî yên li herêmê û pêvajoya çareseriyê li eywaneke dawetê ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê civîna gel li dar xist. Di eywanê de pankta “Em ê bi hev re bajar bi rê ve bibin, em ê civaka aştî û demokratîk bi hev re ava bikin” hat daliqandin. Ji Wan û Colemêrgê rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredarên DEM Partiyê, parlamenterên herêmê, partiyên siyasî û saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kes tev li civînê bûn.

‘Pêvajo ji bo biratiyê dîrokî ye’

Hevserokê Konseya Bajêr Fîkret Dogan axaftina destpêkê kir. Fîkret Dogan da zanîn ku li Rojhilata Navîn şer roj bi roj mezintir dibe û wiha got: “Kapîtalîzm di nava qeyraneke mezin de ye û hêzên emperyalîst bi hemû hêza xwe vê herêmê talan dike. Pêşîlêgirtina vê yekê di aştiya navbera gelan de derbas dibe. Ev pêvajoya li welatê me pêş dikeve, ji bo biratiya gelan dîrokî ye. Banga birêz Ocalan deriyeke nû ji bo jiyaneke nû vedike û divê em jî ji xwe dest pê bikin û jiyaneke nû bi hev re ava bikin.”

Piştî axaftina destpêkê, dîwana ku ji Hevserokên Konseya Bajêr a Wanê Sevgî Ozdînç û Fîkret Dogan, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, endamên konseyê parêzer Jiyan Ozkaplan û Şemsettîn Bakir pêk dihat, hat bijartin û paşê beşdar axivîn.

‘Ji bo çareseriyê divê aqleke hevpar bê avakirin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî axivî û diyar kir ku her çiqas zext li ser wan hebin jî ew dê li gel gelê xwe bin. Neslîhan Şedal anî ziman ku gelê Kurd qewmek berxwedêr e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî divê aqleke hevpar bê avakirin. Di encama polîtîkayên şerê taybet te pirsgirêkên civakî mezintir û kurtir dibe. Herî zêde jî pirsgirêkên jinan belav dibe. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan banga aştiyê kir û ev bangawazî ji bo hemû gelan kir. Em soz didin ku ji bo bidawîkirina pirsgirêkên civakî çi bikeve ser milên me em ê bikin. Pîvana herî mezin ew e ku em tifaqiya xwe ya navxweyî ava bikin.”

‘Em ê li dijî vê zîhniyeta ku gelan dikin dijberî hev têbikoşin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan jî bal kişand ser girîngiya civînê û got: “Pêdivî bi têgihîştineke hevpar û îradeyek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî. Keda Birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de pir mezin e. Civaka Tirkiyeyê piştgiriyê dide vê pêvajoyê û em ji her demê bêtir hêvîdar in. Em eşîretperestiya marjînalîze û polarîzeker a ku li dijî hişmendiya neteweyî ye red dikin. Ji ber vê yekê, her çend em bi tevahî piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, em di heman demê de diyar dikin ku em ê li dijî vê zîhniyeta ku gelan dikin dijberî hev, têbikoşin.”

Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî axivî û da zanîn ku ew ê li dijî tiştê ne li gorî çanda wan e, têbikoşin.

Gelek welatiyên beşdarî civînê bûn jî axivîn û nêrînên xwe anî ziman û ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşniyariyên xwe vegotin.

Piştre dê encamnameya civînê bê eşkerekirin.

Etîket: Abdullah Zeydancivîna gelDBPDEM PartîKonseya Bajêr a WanêNeslîhan ŞedalpêvajoWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne