Li Wanê bernameya meha Mijdarê û 48emîn damezrandina PKKê hat lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bernameyeke li Eywana Dawetê ya Erenoglu li dar xist. Di ewyana ku bername lê hat lidarxistin de pankarta “Êdî ev welat dê bibe warê wan kesên ku aştî û jinana demokratîk hem weke mafê xwe hem ji weke erkê xwe dibînin” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Dayikê Aşîtiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina sîrûda Çerxa Şoreşê dest pê kir û piştre sînevîzyona derbarê Vejîn û şehîdan de hat nîşandan.
Piştre parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku wê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku bila ev coşa mezin a li vir li kolan, kuçe û gundan belav bibe û wiha got: “Em hemû di vê pêvajoyê de berpirsiyar in, divê em bixebitin û neminên hêviya dewletê.”
Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr jî cejna vejînê pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna ku Kurd li cîhanê daye nasîn.
Bername bi govend û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.





















