• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

Wan / AW 

1 ÎLON 2025 - 23:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li Wan û Îzmîrê bi hezaran kes ji bo 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan. Siyasetmedar Sebahat Tûncel ku di meşa 1ê Îlonê ya Wanê de axivî, bal kişand ser erka dewletê ya di pêvajoya aştiyê de û got: “Birêz Ocalan ev derî vekir, lê ji bo ev derî neyê girtin dewlet jî erka xwe bi cih bîne.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, bi tevlibûna hezaran kesan bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek li dar xist. Meş li Çerxerêya Sebze Haliyê heta Parka Mûsa Anter berdewam kir û pankartên “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê”, “Jiyanek ku tekoşîna wê nehatiye dayîn bêwate ye” û “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan”, “bijî berxwedana Rojava”, “jin jiyan azadî” û “Bijî aştî” hatin berzkirin. Siyasetmedara kurd û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, hevşaredarên navçeyan û parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li meşê bûn.

Ciwanan di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmeyên “Silav silav ji îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Serok Apo” meşiyan.

‘Bi zext û zoriyê nabe’

Siyasetmedar Sebahat Tûncel piştî meşê axivî û bal kişand ser erka dewletê ya di pêvajoya aştiyê de. Sebahat Tûncel, anî ziman ku ev pêvajoya nû hêvî û deriyeke nû ye û got: “Birêz Ocalan ev derî vekir, lê ji bo ev derî neyê girtin dewlet jî erka xwe bi cih bîne. Divê dewlet bi hemû saziyên xwe ve bigihije perspektîfa aştiyê. Em aştiyê dixwazin, lê hûn ji dîsa jî mudaxaleyê dikin. Ez bang li Wezareta Karên Navxweyî dikim, gelê dê ev kar çawa çêbe? Heke dewlet û Tifaqa Cûmhûr di vê pêvajoyê de bi biryar bin, divê erka xwe jî bi cih bîne. Bi zext û zoriyê nabe, bi zimanê berê nabe. Aştî mafeke bingehîn e û dewlet jî erkdar e ku vî mafî pêk bîne.”

‘Divê TMK bê rakirin’

Sebahat Tûncel, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 1ê Îlonê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan di peyama xwe de jî tîne ziman ku ev ne tenê ji bo kurd û tirkan, ji bo Rojhilata Navîn jî derfeteke mezin e. Em weke kurd hewl didin bi Tirkiyeyê re di bingeha aştî û demokrasiyê de hiqûqeke nû ava bikin, lewma divê dewlet jî li gel kurdan hiqûqeke nû ava bike. Divê ev komîsyona li meclîsê hatiye avakirin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike, divê gavên hiqûqî bên avêtin. Divê qanûna bi terorê re tekoşîn (TMK) bê rakirin, ji ber ku ev qanûn li hember azadiyê astengiyê çêdike. Divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin, siyasetmedarên li zindanan bên berdan.”

Piştî axaftina Sebahat Tûncel, çalakî bi dawî bû.

Îzmîr

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Îzmîrê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê mîtingekê li dar xist. Girseya ku li qada Cumhuriyetê civiya ber bi qada Gundogduyê ve bi dirûşim û stranan meşiyan. Di mitîngê de li ser girîngiya aştiyê û pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hatiye destpêkirin axaftin hatin kirin û banga x3ddîderketina li pêvajoyê kirin.

Mitîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: aştîderîmesWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne