• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li sûka Cizîrê xelk ji ber bihabûna tiştan bi gilî û gazin e

Mahmût Altintaş / AW

29 ADAR 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Bi hatina Cejna Remazanê re welatiyên diçin dan û standina cejnê dikin ji ber bihabûnê vala vedigerin malê. Welatiyên Cizîrê bertek nîşanî bihabûnê dan û diyar kirin ku sedemê krîza aborî jî polîtîkayên desthilatê ye.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe bandorê li xelkê dike. Ji ber polîtikayên şer ên desthilat bihabûn zêde dibe û welatiyên rewşa wan a aborî nebaş e nikarin pêdiviyên xwe bikirin. Ev krîza aborî û bihabûn bandorê li ser her kesî dike. Ji bazirganan heta karmend ji karmendan heta cotkar û gundî ji ber krîza aborî û bihabûnê bi gilî û gazin in. Bi hatina Cejna Ramazanê re welatî ji bo pêdiviyên xwe yên weke cil û berg, şekir û pêdiviyên cejnê bikirin, daketi sûkê. Lê ji ber bihabûnê welatî nikarin pêdiviyên xwe bikirin û destvala vedigerin malê. Hem dikandar nikarin tiştekî bifiroşin û hem jî welatî nikarin tiştekî bikirin.

Dikandar û welatiyên navçeya Cizîrê ya Şirnexê anîn ziman ku ew ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikirin û bertek nîşanî polîtikayên desthilatê dan.

‘Ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikirin’

Ji welatiyan Mistefa Ecevît ku li sûkê danûstandinê kir diyar kir ku ji ber bihabûnê wî nikaribûye li gor dilê xwe tiştan bikire û wiha got: “Ji berê ew qas bihabûn tune bû. Me dikarî ji xwe re kincan û pêdiviyên cejnê bikirê lê îsal sala par jî xiraptir e. Her sal sala derbasbûyî xiraptir dibe. Xîzanî pir e edî mirov nikarinê ji xwe re tiştek bikirê. Rewşa milet pir xirap bû ye. Sedema qirîza aborî û bihabûnê desthilat e. Daxwaza me jî ew e ku pêşî li vê bihabûnê be girtin. Heke pêşî neyê girtin rewş wê hê xiraptir bibe. Di nav civakê de mirov heye ku ji ber rewşa wî ya aborî nebaş e di meha Remazanê de nekariyê goştê sor jî bikirê. Êdî wateya cejnan jî nemaye. Ew kêfxweşiya berê tune ye.”

‘Em nikarin cil û bergan ji xwe re bikirin’

Welatî Burhan Bayik jî destnîşan kir ku ferq û cudahiya sala par û îsal pir zêde ye û wiha bertek nîşanî bihabûnê da: “Beriya 3-4 salan jî me dikarî pêdiviyên xwe dabin bike. Lê niha edî em ne dikarin cil bikirin ne dikarin pêlavan bikirin û ne jî dikarin pêdiviyên cejnê dabin bikin. Her tişt bû ye 5-6 kat. Lê em ew qas dixebitin jî maaşa me têr nake. Em nikarin ji zarokên xwe re tiştek jî bikirin. Em hatin li vir dan û standinê bikin lê me nekarî tiştek bikirê. Milet edî nikariyê xwe xwedî bikin. Ji ber wê jî di van salên dawî de întîxar pir zêde bûnê. Sedema vê yekê jî qirîza aborî û bihabûnê. Êdî milet tenê aboriya xwe difikirê nikarê tiştek din bifikire.”

‘Bila aştî pêk were ku krîz rabe’

Welatiya bi navê Makbulê Pirak ku li sûkê hatibû dan û standina cejnê da zanîn ku her tişt biha ye û ev yek anî ziman: “Em mecbûr in pêdiviyên xwe yên cejnê bikirin. Her tişt biha bûyê. Em bi zorê dikarin tiştek bikirin. Eydên berê û bihayên berê hin xweştir û baştir bûn. Lê niha êdî ji ber bihabûnê meriv nikare tiştek jî bikire.”

Welatiyê bi navê Mehdî Besen jî destnîşan kir ku ew êdî nikarin pêdiviyên xwe yên cejnê bikirin û got: “Hemû tişt biha bûye. Meriv nikare tiştek bikire. Me bi zorê karî ji xwe re cilan bikirin. 5 zarokên min hene bi zorê me cihek hinek erzan pêyda kir û karî ji zarokan re cilan bikirim. Daxwaza me ew e ku aştiyek pêk were û krîza aborî ji holê rabe.”

‘Her sal ber bi xerabiyê ve diçe’

Ji dikandarên sûkê Îbrahîm Çakir jî bi lêv kir ku ji ber bihabûnê milet nikare dan û standinê bike û ji ber wê jî tiştên li dikanan di destê wan de dimînin. Îbrahîm Çakir anî ziman ku welatî wek berê êdî dan û standin nake û wiha axivî: “Bihabûn li her derê heye. Niha em ne dikarin tiştek bifiroşin ne jî tiştên em difiroşin têrî me dike. Ji berê min li vir 50 TL tişt bifrota min dikarî 10 nan bikire lê niha nikarim 5 nan jî bikirim. Êdî sedî 70 her tişt biha bûye. Sala par li gor îsal hê baştir bû. Her sal ber bi xerabiyê ve diçe.”

Etîket: Cejna RemezanêCizîrkrîza aborî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

12 TEBAX 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026
Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne