Komîteyên Ciwanan û Sendîkaya Ûmût-Sen ji bo Lûtkeya NATOyê protesto bike li Kolana Îstîklalê û Kadikoyê ciwan meşiyan. Piştî meşan gelek kes hatin binçavkirin.
Lûtkeya NATOyê di 7 û 8ê tîrmehê li Enqereyê tê lidarxistin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî NATOyê çalakî tên lidarxistin. Li Stenbolê Komîteya Ciwanan û Senjaya Ûmût- Sen li dijî Lûtkeya NATOyê protesto bike li Kucukparmakkapiyê kom bûn û heta Kolana Îstîklalê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Kujer NATO hevkar AKP” û “Emperyalîst û hevkar Fîloya 6emîn ji bîr nekin” hatin berzkirin.
Di meşa girseyî ya Kolana Îstîklalê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Di heman saetan de li Kadikoyê ciwanan meşek li dar xist û li wir jî gelek ciwan hatin binçavkirin.

















