Îzmîr- Platforma e-bazirganiyê Trendyol, firoşgeha ‘Pirtûka Kurdî’ bi temamî girt. Xwediyê dikanê Bawer Berşev diyar kir ku astengî sîstematîk e û algorîtma rasterast peyvên ‘Kurd’, ‘Kurdî’ û ‘Kurdistan’ê qedexe dike û da zanîn ku ew amade ne pêvajoya hiqûqî bidin dest pê kirin.
Platforma e-bazirganiyê Trendyol, dikana ‘Pirtûka Kurdî’ bi temamî girt. Ev dikan 5 sal in ku li ser vê platformê pirtûk û berhemên çandî yên Kurdî difiroşe. Li gorî xwediyê Pirtûka Kurdî radighîne pêvajoya girtinê piştî astengkirina pirtûkên ku di nav û bergên wan de peyvên ‘Kurd’, ‘Kurdî’ û ‘Kurdistan’ hene dest pê kiriye û di encamê de, nêzî 1300 berhemên wekî pirtûk, kovar, kupa û posterên çandî ji firotanê hatine rakirin. Trendyolê hincetên wekî ‘şaşiya markayê’ û ‘gumanên neorjînalbûnê’ nîşan dane û pergala otomatîk a şîrketê hemû fatura û îtirazên fermî red kirine.
Xwediyê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev li ser girtina Pirtûka Kurdî ya li Trendyolê bi ajansa me re axivî.
Li hemberî Kurdî astengiyên sîstematîk

Xwediyê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev diyar kir ku Trendyol bi taybetî di van du-sê salên dawî de, li dijî pirtûkên derbarê Kurdan, dîroka Kurdistanê û zimanê Kurdî de astengiyên sîstematîk dertîne û destnîşan kir ku dema ew sed berhemî li platformê bar dikin, algorîtma tenê nêzî deh berheman qebûl dike û wiha got: “Em îtiraz dikin, lê dibêjin ‘Na, ji ber xeletiya markayê berhem nayê qebûlkirin.’ Em ji wan re dibêjin ‘Ev berhem bi bandrola Wezareta Çandê hatiye çapkirin û tu pirsgirêka wan nîne.’ Lê dîsa jî qebûl nakin.”
‘Nêzî hezar û sêsed berhemên Kurdî jê birin’
Bawer Berşev bal kişand ser ev rewş berê ne wisa bû ye û di van du salên dawî de piştî hişyariya ji bo pirtûka Zekî Beg a bi navê ‘Kürtler ve Kürdistan Tarihi’, dikan ketiye radara platformê û ne tenê pirtûk, lê hemû materyalên mîna tablo, poster, kûpa û pifdankên ku bi Kurdî ne hatine kontrolkirin û ev tişt anî ziman: “Di dawiyê de, hem pirtûkên Kurdî, hem pirtûkên Tirkî yên derbarê Kurdan de, hem jî hemû materyalên me yên bi vî rengî qedexe kirin. Nêzî hezar û sêsed berhemên me jê birin û dikana me bi temamî girtin.”
‘Kurdî ji xwe re wekî rîskekê dibînin’

Bawer Berşev da zanîn ku wan hefteyek berê îhtarnameyek ji şîrketê re şandiye lê heta niha tu bersiv negirtine û bal kişand ser helwesta platformên din ên ku van berheman bê pirsgirêk difroşin û wiha got: “Ev berhem ne qedexe ne; yanî tu tiştekî ku qedexe be di nav wan de nîne. Lê pirsgirêk ev e; yek, Kurdî ji xwe re wekî rîskekê dibînin û naxwazin xwe bixin rîskê. Ya duyem jî, bi Kurdî nizanin. Bo mînak; li ser pifdankekê nivîsiye ‘Rojbûna te pîroz be’, lê ew nizanin ka wateya wê çi ye. Ji ber wê, dibêjin ‘Ez vê qedexe bikim û rakim çêtir e.’ Mesele ev e.”
‘Em amade ne pêvajoya hiqûqî bidin dest pê kirin’
Her wiha Bawer Berşev anî ziman ku heke platform dikanê veneke, ew amade ne ku pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin û armanca bingehîn a vê têkoşîna hiqûqî wekî bingeheke prensîbî pênase kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Mebesta me di vê mijarê de ne ew e ku em dozê qezenc bikin, pereyan qezenc bikin an jî dikana me ji nû ve vebe. Mebesta me ya sereke ev e; em naxwazin ne Trendyol ne jî platformeke din ziman, dîrok û çanda Kurdan qedexe bike. Di vî warî de tişta ji destê me hat em ê bikin.”













