• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Rojava êrişên li dijî sembolên Kurdan hatin şermezarkirin

Navenda Nûçeyan / AW

19 NÎSAN 2026 - 16:01
Kategorî: ROJANE
A A
Li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî sembolên Kurdan daxuyanî hatin dayîn êrîş hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku êrişkar bên cezakirin. 

Piştî ku duh li nêzî Çerxerêya Zorê ya bajarê Qamişloyê kesê bi navê Hisên El Hiso bi çekê êrişî ala Kurdî kir û gule lê reşandin, gelê herêmê daket qadan. Li Qamişlo û Tirbespiyê bi daxuyaniyên girseyî ev êriş bi tundî hate şermezarkirin û bang li hêzên ewlekariyê hate kirin ku êrişkar werin cezakirin.

‘Armanc têkbirina jiyana hevbeş e’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê derbarê bêrêziya li hemberî ala Kurdî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên bajar hate dayîn de, êriş hate şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisê Ubeyt Etê ve bi zimanê Erebî, ji aliyê endama meclisê Lîloz Xelîl ve jî bi zimanê Kurdî hate xwendin.

‘Al nîşaneya fedakariya şehîdan e’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êriş ne bûyereke ji rêzê ye û wiha hate gotin: “Ala Kurdî ne tenê semboleke neteweyî ye, di heman demê de nîşaneya fedekariya bi hezaran şehîdan e ku canê xwe ji bo parastina azadiyê dane. Bêrêziya li hemberî alê, rasterast êrişa li dijî nirxên şehîdan e.”

Lîloz Xelîl bal kişand ser armanca li pişt van kiryaran û diyar kir ku ev kes dixwazin di nava civakê de tevliheviyê derxînin û jiyana hevbeş têk bibin. Di dawiyê de, bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hate kirin ku cezayên herî tund bidin kesên li pişt van êrişan da ku bûyerên bi vî rengî careke din dubare nebin.

‘Dem dema yekitiyê ye’

Li bajarê Tirbespiyê jî bi dehan şênî û endamên Malbatên Şehîdan li pêşiya avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kom bûn û helwesta xwe nîşan dan. Daxuyanî li ser navê Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê ji aliyê Munteha Mehmûd ve hate xwendin. Mehmûd êrişên li dijî sembolên Kurdî şermezar kirin û bi bîr xist ku ev sembol bi keda şehîdan hatine afirandin.

‘Êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e’

Mehmûd bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û wiha axivî: “Êrişa li hemberî ala Kurdî, êrişa li dijî tevahiya gelê Kurd e. Dem hatiye ku rê li pêşiya van kiryaran were girtin. Dem dema wê ye ku em mil bidin hev û yekitiya xwe ava bikin, da ku li hemberî êrişan helwesta me yek û diyar be.”

Etîket: QamişloRojavayê Kurdistanêsembolên KurdanTirbespîyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

Li Efrînê lîwaya leşkerî tê avakirin

26 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
Piştî heft salên koçberiyê vegera Serêkaniyê

Piştî heft salên koçberiyê vegera Serêkaniyê

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne