• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

Heval Onkol / AW

2 GULAN 2026 - 12:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Li dibistaneke navîn a navçeya Pîran a Amedê, xebatkarê paqijiyê Bekir Akbaba xwendekareke 13 salî, bi qasî du salan îstîsmar kiriye. Bavê zarokê diyar kir ku bersûc bi gotina “Li pişta min AKP heye” gefan li keça wî xwariye.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tundî û îstîsmara li ser jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Li dibistaneke navîn a navçeya Pîrana Amedê, bûyereke îstîsmarê derket holê. Bekir Akbaba yê ku wekî xebatkarê paqijiyê li dibistanê dixebitî, xwendekareke 13 salî bi qasî du salan îstîsmar kiriye. Zaroka ku rastî îstîsmarê hatibû, di 25ê Nîsanê de rewş ji mamosteyê xwe re got û li ser vê yekê Bekir Akbaba di 26ê Nîsanê de hate binçavkirin û girtin. Malbata zarokê di 30yê Nîsanê de ji bo şopandina dozê serî li Baroya Amedê da.

Bi çek û tehdîtan îstîsmar kiriye

Bavê zarokê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê. Bavê zarokê diyar kir ku Bekir Akbaba keça wî bi zorê biriye qata bodrumê ya dibistanê û wiha got: “Wî kesî bi zorê keça min biriye jêrzemîna dibistanê û 2 salan îstîsmar kiriye. Bi gotinên ‘Li pişta min AKP heye, ez xwe dispêrim wan. Heke tu ji kesekî re bibêjî ez ê te û malbata te bikujim’ keça min tehdît kiriye. Keça min nexwest biçe dibistanê û piştî zexteke zêde rewş ji mamosteyê xwe re got. Mamoste dengê wê qeyd kir û qeyda deng radestî polîsan kir.”

‘Dewlet me Kurdan wekî dijmin dibîne’

Bavê zarokê bal kişand ser berpirsiyariya dewletê û kemasiyên di perwerdeyê de û wiha domand: “Heke dewletê cezayên giran bidaya, ev tişt nedibûn. Dewlet me Kurdan wekî dijmin dibîne, loma xwedî li me dernakeve. Kesên ku pişta xwe didin dewletê, van sûcan dikin. Ev kes di bin banê Midûriyeta Perwerdehiyê de dixebitî; dewlet çawa bê lêkolîn û tehqîqat kesên wiha digire ser kar? Zarokên me çawa bi ewlehî herin dibistanê?”

‘Bila cezayê herî giran bidinê’

Bavê zarokê diyar kir ku dîmenên dema keça wî yên ku ber bi jêrzemînê ve tê birin di kamerayên dibistanê de hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min ji Baroya Amedê jî daxwaza alîkariyê kir. Divê em hemû bibin yek da ku em pêşî li van bûyeran bigirin. Kesên van sûcan dikin ji deriyê pêş tên girtin ji deriyê paş tên berdan. Em naxwazin Bekir Akbaba deriyê paş were berdan. Bila cezayê herî giran bidinê da ku careke din kesek newêre vî tiştî bike. Îro mala min şewitî, bila ya kesekî din neşewite. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 

Etîket: Heval Onkolîstîsmarîstîsmara zarokannavçeya PîranêPîran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

28 ÎLON 2026
TJA: Li navenda rehabîlîtasyonê ya Êlihê çi qewimiye?

TJA: Li navenda rehabîlîtasyonê ya Êlihê çi qewimiye?

14 HEZÎRAN 2026
Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

8 GULAN 2026

MEBYA-DERê li Pîranê cangoriyên meha Gulanê bi bîr anî

7 GULAN 2026
Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne