• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Newroza Osmaniyeyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan

Osmaniye / AW

22 ADAR 2026 - 14:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Osmaniyeyê ku bi beşdariya hezaran Newroz hate piroz kirin, peyama, “Em ê bi hev re civatek demokratîk ava bikin û deynê kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bidin” bidin. Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyê da.

Newroz li Osmaniyê bi slogana “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hate pîrozkirin. Li taxa Yunus Emre ya navenda bajarê Osmaniyeyê, gel bi cilên xwe yên neteweyî û rengên kesk, sor, zer qad tijî kir. Gel bi govend, tilîlî û stranên Kurdî Newroz pêşwazî kir. Piştî lêgerînan girse kete qadê û li ber dahol û zirneyan govend girê da. Li qadê sloganên, “Newroz pîroz be”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Colemêrgê, Onur Duşunmez, axaftinek kir.

‘Em ê heta ku em azad bibin têbikoşin’

Onur Duşunmez, diyar kir ku Newroz ne tenê rojek e, lê rojek berxwedanê ye, her wiha piştgiriya xwe ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan nîşan da û bang li her kesî kir ku têkoşînê berfireh bikin. Onur Duşunmez got, “Em di rojên pir girîng re derbas dibin. Em dixwazin aştiyek bi rûmet were. Di pêvajoya civakek demokratîk de berpirsiyariya me hemûyan heye. Em ê heta ku em azadiyê bi dest bixin têkoşîna xwe bidomînin. Serkeftin a gelê Kurd e. Em bi hemû hêza xwe Newrozê pêşwazî dikin û em hemû hevalên xwe yên ku di pîrozbahiyên Newrozê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em li gel banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk in û em bang li her kesî dikin ku têkoşînê berfireh bikin. Em ê heta ku em jiyanek azad û wekhev bînin van axan têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Girseyê govend girê da

Piştî axaftinê, agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiyên Newrozê li ber stranan bi gerandina govendê dom kir. Girseyê bi slogan, tilîlî û çepikan demek dirêj govend gerand. Newroz bi awayek aram bi dawî bû.

Etîket: Newroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkOnur DuşunmezOsmaniye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Li Osmaniyeyê mamosteyek hat kuştin

Li Osmaniyeyê mamosteyek hat kuştin

28 ÎLON 2026
Hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî: Divê qanûn bê sererastkirin

Hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî: Divê qanûn bê sererastkirin

8 TEBAX 2026
DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

1 TEBAX 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026
Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne