Li Osmaniyeyê li dijî mamosteyek êrîşeke çekdarî pêk hat. Mamosteyê ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar jî hat binçavkirin.
Li derdora Lîseya Farabi ya Anadoluyê ku li navenda Osmaniyeyê ye êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, mamosteyê li dibistanê peywirdar Mehmet B., ji aliyê biraziyê xwe yê ku hate îddîakirin di navbera wan de aloziya malbatî hebû, hat hedefgirtin. Piştî êrîşa çekdarî êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.
Li ser bihîstina dengê çekan, polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Mehmet B. ê ku di êrîşê de giran birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî mamoste Mehmet B. jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku êrîşkar piştre ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.












