• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Mîdyadê banga gelan: Dorpêçê rakin, deriyan vekin

Navenda Nûçeyan / AW

8 SIBAT 2026 - 16:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran Sûryanî, Ereb û Kurdên li Midyadê ji bo şermezarkirina êrişênên li ser Rojavayê Kurdistanê û dorpêça li ser Kobaniyê meşiyan û xwestin ku demildest deriyên sînor bên vekirin.

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Mîdyad a Mêrdînê gelên Kurd, Ereb û Suryanî bi meşekê ablukaya li Kobaniyê û êrîşên li dijî Rojava protesto kirin. Koma ji welatiyên Kurd, Ereb û Suryanî pêk dihat, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Midyadê civiyan û ber bi navenda bazarê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî biratîya gelan”, “Yek e, yek e, yek e Gele Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Di heman demê de flamayên Yekîtiya Jinên Suryanî, Encûmena Neteweyî ya Bethnahrîn û ala neteweyî ya Suryaniyan jî hate hilgirtin.

Piştî meşê, pêşî Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Midyadê Nilûfer Elik Yilmaz axivî û balkişand ser êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê. Yilmaz wiha got: “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev komplo jî têk çû. Emê heya dawiyê piştgirî bidin Rojava û ji bo vê her tim li qadan bin.”

‘Deriyê sînor vekin’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û daxuyand ku sed sale li Rojhilata Navîn hemû gel û bawerî di nav êş û zehmetiyan de ne û wiha domand: “Em dê di sedsala duyemîn a Komarê de jî ji bo avakirina aştiyê, biratî û demokrasiyê bixebitin. Bi banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata borî de kir, bangên demokrasiyê û aştiyê li Tirkiyê û li cîhanê zêdetir bilind bûn. Lê nêrîna dewletê ya li hember gelan ne li ser bingeha biratîyê ye. Îro li Kobanê zarokên siberoja me ne, dimirin. Gelê Kurd destûrê nade vê yekê.”

‘Biratî bi gotinan nabe’

Tahhan bang li îktîdara Tirkiyê kir û ev tişt gotin: “Divê bi lez ji bo alîkariyên mirovî deriyên sînor werin vekirin. Ev bi gotinên biratîyê ji sibê heta êvarê nayê pêkanîn. Gelê Kurd dixwaze vê di pratîkê de bibîne. Ger em birayên hev in, ger em wekhev in û ger li vî welatî demokrasî heye, divê pêşiyê deriyê sînor ê Mirşîtpinarê û her weha Nisêbîn, Serêkaniyê û deriyên sînor yên din werin vekirin. Heman desthilatê di 8ê Kanûnê de li Nîzîp û Kilîsê deriyên sînor ji bo HTŞê vekiribûn. Lê dema ku mijar Kurd û gelên din in, desthilat xwe wekî kor, ker û lal nîşan dide. Gava ku Kobanê di bin ablukeyê de ye, bila tu kes ne bêje ku ev biratî ye. Hûn derewan dikin.”

‘Em di jiyana hevpar de bi israr in’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan jî di axaftina xwe ya bi zimanê Suryanî de got ku li Mîdyadê Suryanî, Ereb û Kurd bi hev re dijîn, wekî li Rojava, Qamişlo û Hasekê jî gelên cuda bi hev re dijîn. Aslan derbirî ku gel bi hev re ji bo jiyanek hevpar û wekhev têdikoşîn û wiha pêde çû: “Suryaniyan di şerê Sûriyê de şehîd dan. Ew di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bûn û bi hev re Rojava rêvebirin. Wekî ku ew li wir bi hev re jiyan, li vir jî jiyana xwe bi hev re didomînin. Em dê her tim jiyana li Rojava, jiyana bi hev re û biratîya gelan biparêzin. Em ê parêzvanên paradigmaya Abdullah Ocalan pêşkêş kirî bin. Tirkiye divê guh bide Banga Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pratîk bavêje.”

Piştî daxuyaniyan, girse ji nû ve ji navenda bazarê heta pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyî meşiya. Di meşê de cardin sloganên dilsoziya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rojavayê Kurdistanê re tînin ziman qêriyan.

Etîket: ErebKurdmesMidyadRojavasuryanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Li Bismilê li dijî hişbirê meşek hate lidarxistin

Li Bismilê li dijî hişbirê meşek hate lidarxistin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne