• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Meclîsê bertek nîşanî êrişan hat dayîn

Enqere / AW

13 ÇILE 2026 - 18:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan ku li meclisê axivî bal kişand ser êrişên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got: “Êdî Kurd ji çar aliyan bi yek dengî tevdigerin. Divê desthilat êdî dev jî van polîtikayan berde. Ew dê zerarê bide hemû kesan.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li meclîsa Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan. Di serî de parlamenterê Stenbolê yê DEM Partî Celal Firat axivî û bal kişand ser komkujiyên li ser elewiyan pêkhatibû got ku komên weke DAIŞê li dijî netewe û baweriyên cuda komkujiyan pêk tînê.

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî destnîşan kir ku jina berxweder a taxa Şêxmeqsûd ku piştî jiyana xwe ji dest da ji aliyê çeteyan ve li ser avahiyeke ve hat avetin û ev tişt gotin: “Em wê berxwedanê bi rêzdarî silav dikin. Hişmendiya DAIŞê ku li dijî kurdan qirkirinê dide meşandin teqez wê ji aliyê têkoşerên hevî û rûmetê ve bên tekbirin. Yên ku ew hoviîtî pêkanîn û kesên piştgirî dan vê hovîtiyê di dîrokê de kesên herî rûreşin. Em li rex berxwederên Helebê ku tax û rûmeta xwe diparêzin. Divê komkujiyên li dijî kurdan demildest bên rawestandin.”

‘Niha Heleb dişewite lê sibê dê ku der bişewite ne diyar e’

Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan jî bi lêv kir ku têketina her du taxan girtiye û wiha got: “Lîstikên pir xirab tên lîstin. HTŞ û DAIŞ dixwazin li Helebê li dijî kurdan komkujiyeke mezin pêk bînin. Kurd li dijî vê bi hers in. Kurd li çar aliyan bi hev re tevdigerin. Divê desthilat dev jî van polîtikayan berde. Ew ji bo hemû aliyan xetere ye. Niha Heleb dişewite lê sibê dê ku der bişewite ne diyar e. Divê ew lîstikên xeter demildest rawestin. Aştiya mezin a kurd û tirk li vî welatî pêk were.”

‘Divê êriş rawestin û binçavkirin û girtin bi dawî bibin’

Parlamenterê Wanê yê DEM Partî Zulkuf Uçar jî anî ziman ku bi êrişan statuya gelê kurd hedef tê girtin û got: “Gelê kurd li dijî êrişan li qadan in. Lê ji ber protestoyên rewa welatî tên binçavkirin. Divê êriş rawestin û binçavkirin û girtin bi dawî bibin. Xwedî derketina Rojava rûmet e. Em berxwedana gelê xwe yê li Rojava silav dikin.”

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partî Onur Duşunmez jî destnîşan kir ku êrişa li dijî jin, zarok û welatiyên sivîl sûcên li dijî şer e û got ku hemû peymanên mafê mirovan hatine binpêkirin.

‘Dema kurd bin wateya mizgeftê jî ji bo we tune ye’

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partî Alî Bozan jî bertek nîşanî êrişan da û got: “Li Xazeyê dema mizgeft hat bombekirin li meclisê hûn ketibûn pêşbirka wijdan lê dema Helebê mizgeft hat bombekirin bê deng bûn. Dema yên rastî êrişan tên kurd bin wateya mizgefte jî ji bo we tune ye. Wezîrê Parastinê piştgiriya komkujiya Halebê kir. Em komkujiya li dijî gelê Kurd li Helebê û kesên piştgirî dane ji bîr nakin.”

Parlamentera Mersînê ya DEM Partî Perîhan Koca jî bal kişand ser têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyên êrişkar re û bertek nîşanî êrişan da û xwest êriş rawestin.

Etîket: DEM PartîêrîşMeclîsparlamenterproteso
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne