• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 22:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li Kobanê bi boneya Newrozê daxuyanî hate dayîn û agirê Newrozê hate pêxistin. Di daxuyaniyê de niha hate gotin: “Pîrozbahiya navendî ya Newrozê dê di 21ê Adarê de li ser Girê Miştenûr were lidarxistin.”

Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê û Komîteya amadekar a çalakiyan a Newrozê bi boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê daxuyanî da û agirê Newrozê pêxist. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a bajarê Kobanê Mizgîn Xelîl û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa ve hate dayîn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gelê Kurd li çar aliyên cîhanê û li her çar parçeyên Kurdistanê her sal û ji hezaran salan ve, di 21ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dike. Ev roj ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku sembola têkoşîna li dijî hemû cureyên zilm û zorê ye, nasname, çand û dîroka gelê Kurd a ku bi têkoşîna ji bo azadî û kerama mirovan tijî ye, temsîl dike.

Di vê salê de jî pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê di şert û mercên dijwar de tên pêkanîn. Bajar û niştecîhên wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne, ji ber êrişên hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta demkî ku li gundên wê hatine kirin, her wiha ji ber dorpêça ku zêdetirî 50 rojan li ser bajarê hatiye sepandin. Ev rewş bûye sedema giranbûna krîza mirovahî û tenduristiyê.

Em encamên şerê li herêmê û êşa malbatên esîr û wendabûyan ji bîr nakin; wan ku bi hêvî û çavdêriya mezin li vegera zarok û kesên xwe rûniştine. Di vê çarçoveyê de em bang li hikûmeta demkî dikin ku esîran serbest berde û çarenûsa wendabûyan eşkere bike, da ku alîkariyê li avakirina aştî û dadmendiyê bike û hemû xalên peymanên têkildarî herêmê bên cîbicîkirin.

Tevî hemû dijwariyên ku bajarê Kobanê û gundewarê wê dîtine, gelê herêmê hîn jî bi berxwedan û xwebawerî li ser piyan e, û bi îrade û israra xwe têkoşîna xwe didomîne da ku hemû pirsgirêkan derbas bike û aramiya herêmê were misogerkirin.

Em di komîteya amadekar a çalakiyên Newrozê de, bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurd dikin ku di vê qonaxa hesas de ji bo yekitiya Kurdî bixebitin, da ku mafên rewa yên gelê Kurd bêne parastin.

Em careke din girîngiya ku mafên Kurd di destûra Sûriyeyê de bêne tesbîtkirin, û pêdiviya domandina têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji bo hemû Sûriyîyan nîşan dikin. Di heman demê de em li dijî gotinên kîndariyê û hemû kesên ku wê belav dikin radiwestin, ji ber ku ew bandorên xeternak li ser aştî û aramiya civakê dikin.

Ji vê derê em ragihînin ku pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê li bajarê Kobanê û gundewarê wê bi diruşma,”Bi ruhê yekitiya neteweyî em agirê Newrozê geş bikin” dest pê dikin. Her wiha bang li gelê Kurd û pêkhateyên din dikin ku bi awayekî çalak tev li Cejna Newrozê bibin.

Pîrozbahiya navendî ya Newrozê dê di 21ê Adarê de li ser Girê Miştenûr were lidarxistin û çalakiyên wê dê di saet 10:30an de dest pê bikin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, agirê Newrozê hate pêxistin û li ber stranên şoreşgerî govend hate gerandin.

Etîket: agirêHATKobanêNewrozepêxistin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di lêpirsîna Gulistan Doku de xwediyê ACAyê hat girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de Midûrê Asayîşê yê wê demê hat girtin

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

28 TÎRMEH 2026
‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026
Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

19 TÎRMEH 2026
Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

14 TÎRMEH 2026
Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne