• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

Îzmîr / AW

28 ADAR 2026 - 20:37
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Platforma Ekolojiyê ya Vartoyê û gelek saziyên sivîl ên Îzmîrê li dijî projeya JES a li Gimgimê dengê xwe bilind kirin û diyar kirin ku ew ê ax û baweriya xwe nekin qurbana hirsa sermayeyê.

Platforma Ekolojiyê ya Vartoyê û komeleyên bawerî û herêmî ji bo bertek nîşanî projeya JES a li Gimgimê bidin, li Qada Kasaplar a Çîgîliyê ya Îzmîrê hatin cem hev. Welatiyan pankarta “GelêGimgimê JESê naxwaze! Dest nede av û axa min” vekirin û bi dirûşmên wekî “Dest nede hewa, av û axa min”, “Bila sermaye destê xwe ji axa min bikişîne”, “Şîrketa jehrê belav dike ji Gimgimê biçe” û “Bêdeng nemîne, ji JESan re bêje na” berz kirin. Her wiha dowîzên bi kurdî û tirkî yên wekî “Axa me ya firortinê ye û ji îxanetê re girtî ye” û “Gimgim JESan nexwaze” hatin hilgirtin. Welatiyên ku beriya daxuyaniyê di bin baranê de govend gerandin, bi dirûşman nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di daxuyaniyê de Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Îbrahîm Akin, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî amade bûn. Nûnerên komeleyên herêmî beriya daxuyaniyê axivîn û bal kişandin ser zirarên JESê yên li ser xwezayê û bang kirin ku li dijî vê projeyê têkoşîneke hevpar bê meşandin.

Piştre Îbrahîm Akin axivî û diyar kir ku ev proje dê herêmeke mezin a Gimgimê bixe bin xetereyê û got: “Heke li wir sondajek bê kirin, em ê nekaribin pêşiya wê bigirin. Mîtînga ku dê di 24ê Nîsanê li dijî JESan li Gimgimê bê lidarxistin pir girîng e. Heke em li dijî vê projeyê nesekinin dê rîskên mezin ji bo Gimgimê çêbibin. Li cihên ku Elewî lê zêde ne, polîtîkayên bi zanebûn dimeşînin. Dixwazin polîtîkaya hilweşandinê bimeşînin. Di raboriyê de mirovên me hatin koçberkirin, niha jî dixwazin bi pêşkêşkirina sermayeyê re mirovan ji cih û warên wan bikin.”

‘Ev proje, projeya mudaxeleya li qadên jiyanê ye’

Li ser navê Platforma Ekolojiyê Bahar Koç metna çapemeniyê xwend û diyar kir ku erdnîgariya Gimgimê bi hinceta “enerjî” û “pêşketinê” bi xetereya talanê re rû bi rû ye. Bahar Koç destnîşan kir ku proje 19 gundan û qadeke nêzî 453 hezar metrekare di nav xwe de digire û got: “Projeyên JESê yên plankirî ne tenê çalakiyeke veberhênanê ne; rasterast mudaxaleyeke li ser qadên jiyanê, yekparçetiya ekosistemê û mafên destûrî ne. Gimgim li ser xeta fayê ya çalak e û di dîrokê de erdhejên wêranker dîtiye. Li hemberî vê rastiyê, divê projeyên JESê yên ku bandorê li hevsengiya ava bin erdê û pêkhateya jeolojîk dikin, bi awayekî zanistî bên nirxandin. Li gorî ‘prensîba îhtiyatê’ ya hiqûqa jîngehê; heke xetereya zirareke mezin an jî ya ku jê nayê vegerandin hebe, divê ji projeyan bê dûrxistin. Di vê çarçoveyê de, her karekî ku bêyî nirxandina zanistî û serbixwe bê kirin, li dijî hiqûqê ye.”

‘Serê Gimgimê ji binê wê bihatir e’

Bahar Koç anî ziman ku proje zirarê dide çavkaniyên avê, hewa û tenduristiya gel û wiha pê de çû: “Axa Gimgimê di cîhana baweriyê ya gelê herêmê de ne tenê erdnîgariyek e; bi her kevir, av û darên xwe ve cihekî pîroz e. Di qada projeyê de gelek ziyaretgeh û cihên pîroz hene ku gel bi sedsalan e lê îbadetên xwe dike. Talan kirina xwezayê, ne tenê ekosistemê, lê bîra baweriyê ya hezar salan û berdewamiya çandî ya gelê herêmê jî dike hedef. Em ê ax, av û qadên xwe yên jiyanê radestî hirsa qezencê ya şîrketan nekin. Em ê bi rêyên hiqûqî û rewa têkoşîna xwe bidomînin. Xweza bi me re dijî, em bi xwezayê re hene. Serê Gimgimê ji binê wê bihatir e.” 

Etîket: daxuyanîGimgimÎamîrjesŞermezar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne