Akademîsyen, nivîskar û aktîvîst jî di nav de 26 kesan bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê, nameyeke vekirî nivîsandin.
26 akademîsyen, nivîskar, çalakvanên siyasî û mafên mirovan, ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê nameyek vekirî weşandin û diyar kirin ku ew bi wan re di nava hevgirtinê de ne û daxwaza rawestandina darvekirin û berdana girtiyên siyasî kirin.
Îmzakarên nameyê, êrîşên leşkerî û pêkanînên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin û rewşa girtiyên siyasî wekî ku di navbera du hêzên zordar de asê mane, binav kirin.
Name bi sernavê ‘Nameya Hevgirtinê ya bi Girtiyên Siyasî yên Îranî re: Şerê Emperyalîst û Darvekirinên Dewletê Bidawî Bînin’ hat weşandin. Di nav îmzekaran de Angela Davis, Judith Butler, Rashid Khalidi, Keeanga-Yamahtta Taylorû Michael Lowy cih digire.
Îmzekaran di nameyê de Komara Îslamî ya Îranê bi karanîna girtin, îşkence û darvekirinan ji bo tepeserkirina nerazîbûnê tawanbar kirin û Amerîka û Îsraîlê bi pêkanîna êrîşên leşkerî, hilweşandina binesaziya sivîl û kuştina sivîlan tawanbar dikin.
Name balê dikişîne ser pêla girtin û darvekirinan a li Îranê û destnîşan dike ku komên civakî yên cûda yên wekî karker, bêkar, Kurd, Ereb, Belûc û koçberên Afganî, rastî zext û cudakariyê cûrbecûr tên.
Îmzekaran di dawiya nameya xwe de bang li rêxistinên civaka sivîl û komên dij-emperyalîst ên li seranserê cîhanê kirin ku piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê zêde bikin, bi wan re têkilî daynin û ji bo ku dawî li darvekirinan bê anîn û girtiyên siyasî bên berdan zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin.













