• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Hesekê û Dirbêsiyê meş: Dê destkeftî bên parastin

Navenda Nûçeyan / AW

10 SIBAT 2026 - 17:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şêniyên bajarên Hesekê û Dirbêsiyê meşên girseyî li dar xistin û hate xwestin ku mafên gelê Kurd di makezagonê de demildest bê misogerkirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dê destkeftî bên parastin.

Li bajarên Hesekê û Dirbêsibê bi armanca balkişandina ser makezagona nû ya Sûriyê û misogerkirina mafên Kurdan di makezagonê de meş hatin li darxistin. Meşê li Çerxerêya Kevokê ya li Taxa Til Hecer dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Serhed a li Taxa Muftî berdewam kir. Di meşê de pankartên, “Zimanê me nasnameya me ye”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Yekîneyên Parastina Jinan îradeya azadiya jinan temsîl dikin” hatin vekirin. Li ser navê girseya durişmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” avêtin Hevserokê Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a Hesekê Ferhan Dawûd axivî. Dawûd wiha got: “Îro roja piştgiriya berxwedana Rojava ye, û ji vir em mafên xwe yên rewa û derxistina Qanûna Parastina Kurdan dixwazin.”

‘Cîhan ji berxwedana me re deyndar e’

Dawûd destnîşan kir ku cîhan deyndarê fedakarî û berxwedana gelê Kurd e û berpirsiyariyeke exlaqî û siyasî dikeve ser milê cîhanê ku piştgiriya mafên gelan ji bo jiyaneke demokratîk a bi rûmet û bike. Ferhan Dawûd wiha domand: “Rojava ne bi tenê ye; hemû gelê Kurd li kêleka Rojava ye û piştgiriyê dide berxwedana wê ya adil.” Ji rêveberên Kongra Star Rûken Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku meha Sibatê meha salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir ku ev komplo di serî de li dijî îrade û azadiya jinan bûye. Meş bi diruşmeya, “Bijî berxwedana Rojava!” bi dawî bû.

‘Meşa me bi şoreşê dest pê kir’

Li bajarê Dirbêsiyê jî bi beşdariya bi sedan kesî meş hate lidarxistin. Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir, li Qada Şehîdan dawî bû. Li vir beşdaran al û sembolên Kurdistanî, li gel pankartên, “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Zimanê me nasnameya me ye” vekirin. Endamê Însiyatîfa Gel a Dirbêsiyê Silêman axivî û berxwedana gel silav kir. Silêman wiha got: “Meşa gelê me bi destpêkirina Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojava dest pê kir, ku ji aliyê jin û ciwanan ve tê birêvebirin û têkoşîna YPG/YPJê destkeftiyên mezin bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.”

Li ser navê Tevgera Jinan a Rojava û Kongra Star, Rexda Şihada daxuyaniyek xwend û diyar kir ku têkoşîna gel li dijî hemû proje û polîtîkayên ku maf û hebûna gelê Kurd hedef digirin, pêk hatiye. Rexda diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmetê fedakariyên mezin kirine û dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: HesekêŞervanên YPGê û YPJê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

14 ÎLON 2026
Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

Li Hesekê teqîn: Du kes mirin û zarokek birîndar bû

28 TEBAX 2026
Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

16 TÎRMEH 2026
Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

31 GULAN 2026
Ji partiyên Kurd banga xurtkirina diyalogê û helwesteke yekgirtî

Ji partiyên Kurd banga xurtkirina diyalogê û helwesteke yekgirtî

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne