Sêrt – Hevserokê TUAY-DERa Sêrtê Mûrat Gogun bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne û îdareya girtîgehan gotinên heqaretî li girtiyan dike û gefan li wan dixwe.
Li gelek girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin. Binpêkirinên mafan ên xwe gihandina tenduristiyê, cezayên dîsiplînê yên belasebep, nedayîna pirtûk û nameyên Kurdî, lêgerîna tazî, dema çûyîna nexweşxaneyê ferzkirina lêgerîna nava dev, serdegirtina odeyan didomin û rêveberiyên girtîgehan û gardiyan heqaretê li girtiyan dikin û gefê li wan dixwin. Li aliyê din gelek girtiyên siyasî hene ku tevî cezayê li wan hatiye birîn xelas bûye jî bi hincetên keyfî nayên berdan. Ev binpêkirinên mafên girtiyên siyasî tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî berdewam dikin.
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê Mûrat Gogun têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji ajansa me re axivî. Mûrat Ongun bi lêv kir ku tevî pêvajoya hatiye destpêkirin jî li girtîgehan tundî bi dawî nebûye û qala îşkence û serpêhatiyên ku li girtîhan pêk tên kir.
Mûrat Gogun di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku gelek caran girtiyên nexweş û malbatên wan ji bo girtîgehên nêzîk serlêdanan dikin, serlêdanên wan bê bersiv tên hiştin û wiha got: “Li zindanan rewşa girtiyan nebaş e. Tevî rewşa wan a nebaş jî dîsa li ber xwe didin û îradeya xwe diparêz in. Îdareya girtîgehê dixwaze îradeya girtiyan bişkîne. Hevalên me roja ewil çi bin, roja dawiyê jî îradeya xwe didin nîşandan. Gelek girtiyên nexweş hene bi taybetî wan dibin cihên dûr. Her çiqas serlêdan ji bo bajarên Bakûr hebin jî dereng bersivê didin wan. Zindan cihekî teng e, kesên ku nexweşiyên wan hebin ne gengaze ku li wir bimînin. Gelek caran dereng dibin bersiv, heta dibin bersiv êdî nexweşiya wan hevalan bi pêş dikeve. Li Zindana Erzînganê hevalekî me heye, di serê wî de tumor heye, çend caran serlêdan dike jî bersiv tune ye. Gelek caran di çûna nexweşxaneyê de ji wan re pirsgirêk derdixin. Li Zindana Patnosê jî nexweşekî giran heye. Serlêdanên wî jî bi heman awayî bê bersiv tên hiştin. Ev hemû jî polîtîkayên wan ên ku dixwazin îradeya girtiyan bidin şikandinê ye. Pirî caran bi hincetên ku dibêjin; ‘hevalên we naxwazin, ji aliyê tendirustiyê ve biçin nexweşxaneyê û ji me re astengiyan derdixin.’ Lê astengiyên herî mezin ew derdixin. Bi heman rengî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweş hene.”
‘Hemû jî mûameleyên kêfî ne’
Mûrat Gogun hin bûyerên ku di demên cuda de li girtîgehên cuda qewimîne wiha vegot: “Di sala 2016an, 2017an de avêtibûn ser odeyên girtiyan de girtin wê demê girtiyek ji serê xwe derbeyê dixwe. Piştî serlêdanan ew biribûn nexweşxaneyê, lê êdî tu encamek jê derneket û ew nexweş wisa ma. Hin caran dermanên wan dereng didin wan. Em dixwazin hevalên me yên nexweş rojek zûtir bi awayekî fizîkî azad bibin. Hemû jî daxwaza şikandina îradeya girtiyan e. Dema ku wan dibin nexweşxaneyê li dijî girtiyan nelirêtiyên bêhiqûqî dikin. Di dema muayeneyê de jî destê wan kelemçekirî ne, nayên vekirin. Bi temamî mafên wan ên bingehîn bin pê dikin. Mirovekî nexweş çawa dest bi kelemçe kirî dibin nexweşxaneyê? Li hinek girtîgehan jî dixwazin ku li nava devê girtiyan binêrin û bi wî awayî îşkenceyê li wan dikin. Ev polîtîka li girtîgehên hêla Behra Reş û li Egeyê dikin. Li zindanên Afyon, Kirşehîr û Samsûnê jî girtî ji aliyê zimanê Kurdî ve astengiyan dijîn. Di dema derketina spor û nexweşxaneyê de heval bi hev re bi Kurdî biaxivin wan asteng dikin û nahêlin bi hev re sohbet jî bikin. Her wiha di şandina nameyan de û bi taybetî jî nameyên ku di naveroka wan de peyvên Kurdî hebin ji wan re jî astengî derdixin.”
‘Partiya Zaferê li pişta me ye, em pêvajoyê nas nakin’
Mûrat Gogun destnîşan kir ku îdareya girtîgehê xwarinên ku girtiyên nikaribin bixwin dide wan û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Di demeke herî nêzîk de li Samsûmê di ser menzelên girtiyan de girtibûn. Di lêgerînê de cil, pirtûk, nivîn û gelek tiştên ku heval pêdiviya xwe pê dibinîn diavêjin erdî û bi zanebûn pêlî wan dikin. Ji girtiyan re dibêjin; ‘ev karê me ye, hûn nikarin ji karê me re bibin asteng.’ Wekî ku tê zanîn niha pêvajoyek dimeşe, divê ev pêvajo li zindanê jî derbasdar be. Lê hinek girtîgehan nermahî çêbûye, lê li hinekan jî gardiyan êrişê girtiyan dikin û ji wan re dibêjin; ‘em vê pêvajoyê nasnakin, Partiya Zaferê li pişta me ye. Û em ê polîtîkayên xwe yên herî dijwar jî li ser we bibin meşandin û em herdû aliyên pêvajoyê nasnakin’. Ev agahî beriya çend rojan girtiyan bi rêya malbatên xwe parve kiribûn.”
‘Meseleya girtiyên nexweş meseleya mirovahiyê ye’
Mûrat Gogun di dawiyê de da zanîn ku li tevahiya Sêrtê 46 girtiyên siyasî hene û tevî ku 3 ji wan cezayê li wan hatiye birîn bi dawî kirine jî nayên berdan û wiha got: “Ev yek jî bi şewitandina înfazan û bêhiqûqiyê dirêj dikin. Tevî ku ew qas di girtîgehê de mane jî poşmaniyê li ser wan didin ferzkirin. Kesên ku bi salan girtî mabe, ji xwe sekna wan a rêxistinî diyar e. Kesekî 30 sal zêde di zindanê de bimîne, ew ê çawa poşman bibe? Ev kiryar hemû jî bi kêfî ne. Ev mayîna wan a li zindanê hemû li ser ‘endamtiya rêxistinê’ dikin hincet. Di mantiqa wan de kesên li girtîgehê divê li gorî wan bên îslehkirin! Li gorî qanûnên hiqûqî girtiyên ku cezayên wan qediya bin divê di roja xwe de bên berdan. Gelek caran jî bi hincetên ku dibêjin; ‘van kesan li zindanê di nava têkiliyên rêxistinî de ne.’ Herî dawî ev tişt anîn serê hevalên me yên ku li Zindana Qubînê dimînin, ji ber govendê cezayê wan li paş xistin. Ev kes naxwazin ku ev pêvajo li pêş bikeve û naxwazin ev xwîna ku bi salan e dirije bê sekinandin. Ji bo kuştinê ji xwe re amûrekî siyasetê digerin. Meseleya girtiyên nexweş meseleya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê hewceye hevalên me yên nexweş rojek zûtir bigihin azadiya xwe û tendirustiya xwe.”











