• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gelek bajaran 1ê Gulanê hat pîrozkirin: Divê şertên Abdullah Ocalan bên başkirin

Navenda Nûçeyan / AW

1 GULAN 2025 - 16:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de karkeran bal kişandin ser edalet, aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê û banga têkoşîna hevpar kirin. Her wiha di pîrozbahiyan de hate xwestin ku şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.

 

Li gelek bajaran bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê hate pîrozkirin. Bi deh hezaran karker û kedkar tev li çalakiyan bûn. Di pîrozbahiyan de peyamên têkildarî banga Abdullah Ocalan derketin pêş.

Mêrdîn

Li Mêrdînê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî, bi tevlibûna hezaran kesan li pêşiya avahiya PTTê ya li navçeya Artukluyê hat lidarxistin. Karker û kedkaran govend gerandin, kortej çêkirin û bi dirûşmên “Bijî 1ê Gulanê”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Jin, jiyan, azadî” ber bi Parka Karayollariyê ve meş li dar xistin. Di meşê de dirûşma “Bijî Serok Apo” jî hate berzkirin. Her wiha bi pankarta “Ji bo azadiya kedê aştî û civaka demokratîk” bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê Diyar Kût axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û gavên divê dewlet biavêje rêz kir. Kut, xwest ku ji bo girtiyên siyasî efûya giştî were ragihandin û wiha got: “Temînata aştî û demokrasiyê, em kedkar in ku yên hemû nirxandin diafirînin em in.” Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî got ku ew ê civaka demokratîk ava bikin.

Piştî axaftinan, muzîkjenên herêmî derketin ser dikê û govend hate gerandin.

Şirnex

Li Şirnexê jî mitîng li Qada Cumhuriyetê hate lidarxistin. Înîsiyatîfa Xwendekaran a Zanîngeha Şirnexê bi pankarta “Bijî kedkarên rojê serhildana li dijî Romê”, TJA bi pankarta “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye”, SES bi pankarta “Feraseta kapîtalîst tendurisityê dikuje” meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî 1ê Gulanê” , “Bijî Serok Apo” û hwd. hatin berzkirin. Li qadê pankarta “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” hate daliqandin.

Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Seroka Şaxa DÎSK Genel-Îşê Siyajîn Bûrûntekîn axivî û got ku 1ê Gulanê roja têkoşîna li dijî kedxwariya sermayeyê û roja piştevaniya bi karker û kedkaran re ye.

Serokê CHPê yê Şirnexê Saît Namdar jî got ku ew ê pêşerojeke azad bi hev re ava bikin û banga têkoşînê kir.

Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin dê krîzên li Tirkilyeyê bi dawî nebin. Îrmez, got ku ji bo aştiyê divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin, di qadên hiqûq û siyasî de jî îktîdar gavan biavêje.

Piştî axaftinan, Koma Birca Belek derket ser dikê.

Riha

Li Rihayê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê meş hat lidarxistin û piştre jî daxuyanî hate dayin. Meş, li Parka Novayê dest pê kir û heta Qada Topçuyê domiya. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û gelek kes tev li bûn. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşê de pankarta “Silav ji mezintirîn sosyalîstê li vê xakê ji dayik bûyî re” hilgirt. Her wiha dirûşmên “Bijî Kurdistan bimre koledar” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin. Ciwanan, di meşê de pankartên weke “Zarokên agir û rojê bi çîroka Bêrîtan, Zîlan û Saraya têkoşer agirê şoreşê bilind dikin”, “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” hilgirtin. TJA bi pankarta “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye”, OHD bi pankarta “Dad ked azadî. Bijî Yek Gulan”; DEM Partî jî bi pankarta “Ji bo azadiya kedê aştî û civaka demokratîk” tev li bû. Di meşê de dirûşmên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Di şer de jî di aştiyê de jî ciwan bi Rêber Apo re ne”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Li qadê daxuyanî hate dayin û Berdevkê Demê yê Platformê Kemal Yuksekkaya peyama mezinkirina têkoşînê da. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li gelek bajarên din pîrozbahî hate lidarxistin

Di heman demê de li Colemêrg, Agirî, Qers, Îdir, Sêrt, Tetwan, Mûş, Semsûr, Dîlok, Kîlîs, Eskîşehîr û Konyayê jî bi tevlibûna bi hezaran karker û kedkaran pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyan de karkeran bal kişandin ser edalet, aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê û li dijî kedxwariyê û pergala kapîtalîst, banga têkoşîna hevpar kirin.

Etîket: 1ê GulaneBanga Abdullah Ocalanli gelek bajaran pîrozbahiyên 1ê GulanêMerdinRihaŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne