• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Gabarê talana xwezayê: Bi hezaran dar hatine birin

Mahmût Altintaş / AW

3 TÎRMEH 2025 - 08:41
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A

Şirnex – Li Çiyayê Gabarê ku li ser navê lêgerîna petrolê bi salan e xweza tê talankirin dimenên nû yên birîna daran derketin holê. Darên ku hatine birîn li keleka rê dane ser hev û bi traktoran dibin bajarên cuda.

Li Kurdistanê xweza ji şîrketên bazirganiyê re hatiyê pêşkêşkirin. Li gelek bajaran bi kanên komir, maden, kevir û petrolê xweza tê tunekirin. Yek ji bajarê ku herî zêde xwezaya wî tê talankirin Şirnex e. Li Şirnexê birîna daran, kanên maden, lêgerîna petrol û bi bendavan xweza tê talankirin. Talankirina xwezayê ya Şirnexê bi salan e di rojevê de ye. Li herêmên çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, navçeya Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn û herêmê vedigerînin çolistanê. Herêmên ku ji welatiyên Şirnexê re bi hinceta “Ewlehiyê” hatinê qedexekirin pêşkeşî şîrketan hatine kirin û bi destê cerdevan û lêşkeran bê navber dar tên birîn.

Li Şirnex ji ber birîna daran qadên daristan veguherîne çolistanê. Bi kanên komir, maden, kevir û qûmê xweza tê talankirin. Li Şirnexê ji bo 40 kanên maden, komir, qûm û keviran ruhsat (desturname) hatine dayîn. Bi taybetî çiyayên Cûdî û Gabarê bûne navendên kanên madenê. Li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Elke û Qilebanê jî faliyetên kanên madenê, komir, kevir û qûmê berdewam dikin. Kanên madenê ku bi destûra rayedarên desthilatê ango bi rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hewce nake vebûne û dibin sedema qirêjiya hewayê û xerakirina sîstema ekolojiyê.

Talana li Çiyayê Gabarê

Li Çiyayê Gabarê di sala 2022an vir ve ji aliyê Hevkariya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa Turkish Petroleum International Company (TPIC) ve xebata derxistina petrolê berdewam dike. Ji ber xebata derxistina petrolê her derê çiyê hatiyê kolandin û bi hezaran dar hatine birîn. Çiyayê Gabarê ku gelek cihên dîrokî li wir hene û berê bi sedan darên fêkî hebûn û xwedî daristaneke mezin bû niha ber bi çolbûnê ve diçe. Ji ber lêgerîna petrolê xwezaya çiyayê Gabarê tê talankirin. Çiyayê Gabarê ku warê sewalên weke pêzkovî, kergî, gur û hirçan bû, ji ber teqandina dînamîtan ew ji cih û warê xwe dûr ketin. Lêgerîna petrolê bandoreke mezin li ser wargeha jiyana sewalên biyanî dike û habîtata (warê jiyanê) çiya xira dike.

Dimenên nû yên birîna daran

Li Çiyayê Gabarê ji ber lêgerîna petrolê birîna daran bê navber berdewam dike. dîmenên nû yên birîna daran ketin destê me. Di dîmen de jî xuya dike ku bi hezaran dar hatine birîn. Darên ku hatine birîn wek êzing li keleka rê dane ser hev. Li rex êzingan jî traktor heye. Wan êzingan traktoran bar dikin û ji bo firotinê dibin bajarên cuda. Dîmenê birîna daran bi awayekî şênber talana xwezayê radixe ber çavan.

Etîket: birîndarGabarpetrolŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026
Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne