• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mêşvanek Elkî: Divê ji bo bazara hingiv kooperatîf ava bibe

Mahmût Altintaş / AW

1 TÎRMEH 2025 - 08:05
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şirnex – Şukru Guven ku li navçeya Elkê karê mêşvaniyê dike anî ziman ku ji ber nebûna bazara hingiv welatî bi karê mêşvaniyê nikarin debara xwe bikin û got: “Heke koperatîf bê avakirin bazara hingiv jî wê çêbibe û mêşvanî jî wê bibe çavkaniya debara welatiyan.”

Kurdistan ji ber ku ji aliyê xweza, çiya û flora xwe ve welatekî dewlemend e weke gelek hilberîn û karan yek jê jî karê herî zêde tê kirin karê mêşvaniyê ye. Ji ber dewlemendbûna floraya Kurdistanê hingivê li bajarên Kurdistanê jî bi qalîte ye. Li gelek bajarên Kurdistanê welatî bi karê mêşan ve mijûl dibin. Yek jî ji van bajaran jî Şirnex e. Li Şirnexê jî ji ber xwezaya wê ya dewlemend ji bo karê mêşvaniyê cihekî guncav e. Li navçeyên weke Elkê, Qileban, Silopiya, Hezex û çiyayên Cûdî û Gabar deverên herî zêde karê mêşvaniyê lê tên kirinê ne. Welatî li rex karê mêşvaniyê karên weke sewalkarî û cotkarî ve debara xwe dikin. Ji ber ku bazara hingiv tune ye welatî piranî hingivê xwe difiroşin şîrtek an jî welatiyên derdorê. Lê ew jî ji bo bazirganiya hingiv têrê nake.

Li Şirnexê yek ji navçeya herî zêde karê mêşvaniyê lê tê kirin navçeya Elkê ye. Navçeya Elkê xwedî xweza û florayeke dewlemend e. Pirraniya welatiyên navçeya Elkê jî bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin. Lê tevî ku karê mêşvaniyê li navçeyê pir zêde tê kirin jî welatî bi tenê karê mêşvaniyê nikarin debara xwe bikin. Nebûna bazara hingiv bandoreke mezin li ser welatiyên bi ji mêşvaniyê ve mijûl dibin jî dike. Mêşvan bi pirraniya hingiv ji bo mala xwe vediqetînin û yê mayî jî difiroşin. Şukru Guven ku li navçeya Elkê karê mêşvaniye dike qala zahmetî û pirsgirêkên mêşvaniyê kir.

‘Karê mêşvaniyê zêde bûye’

Şukru Guven anî ziman ku bav û kalên wan jî karê mêşvaniyê kirin e û ew bi xwe jî karê mêşvaniyê dike û wê çandê didomîne. Şukru Guven diyar kir ku di salên dawî de karê mêşvaniyê li navçeya Elkê zêde bûye û wiha got: “Ji ber ku bazara hingiv tune ye debar bi mêşvaniyê zahmet e. Xelkê me sewalkarî û çandiniyê dikin. Karê meşan jî weke hemû karî zahmetiyên wê hene. Bi giştî li Elkê welatî mêşan havînê dibin zozanan û zivistanê jî tên navçeyê û gundan. Min di nava zeviyê xwe ji mêşan re cih çêkiriye û zivistanê û havînê jî li vir xwedî dikin. Em şekir nadine mêşan. Hingivê wê xwezayî ye. Karê mêşan bêtir zivistanê heye. Ez biroj têm û heta êvarê eleqedqar dibim. Mum di kewarên me de tune ne. Mêş bixwe muman çêdikin.”

‘Divê kooperatîf bên avakirin’

Şukru Guven destnîşan kir ku nebûna bazara hingiv bandoreke mezin li ser wan dike û got ku ji bo hingiv divê kooperatîf bên avakirin. Şukru Guven bi lêv kir ku piştî kooperatîf ava bûn debara mirovan jî wê baştir bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Li Elkê welatî ne ji ber debar û bazirganiyê ji bo mala xwe mêşan xwedî dikin. Hingivê meşên li vir jî xwezyî ye. Bazara hingiv ji ber ku tune ye welatî nikarin tenê bi mêşan debara xwe bikin. Elkê xwedî xwezayeke dewlemend e. Ji bo xwedîkirina mêşan derfetên me pirr zêde ne. Lê bazar tune ye. Heke koperatîf bên avakirin bazara hingiv jî wê çêbibe û mêşvanî jî wê bibe çavkaniya debara welatiyan. Heke koperatîf nebin karê mêşvaniyê ji ber lêçûn û zahmetiyên wê dê biqede. Ji ber wê jî kooperatîf bê avakirin û bi mêşvanên herêmê re pêwendî hebe dê bi vî awayî karê mêşvaniyê jî baştir bibe û bazara hingiv jî wê hebe.”

Etîket: ElkêhingivkooperatîfMêşvanîŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026
Doza fihûşê ya li Şirnexê hat taloqkirin

Doza fihûşê ya li Şirnexê hat taloqkirin

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne