• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

Êlih / AW

3 GULAN 2026 - 19:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî li Êlihê meş hat lidarxistin û piştî meşê jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe pêwîstiyeke mirovbûnê ye.”

Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî di çarçoveya hatina 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji kolana Hunerê ya Êlihê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan. Hevserokên DEM Partî û DBPê tên Êlihê, rêveber û endamên saziyên civaka sivîl ên Amedê jî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de pankarta li ser “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”, dowîzên ku li ser wan “Zimanê hebûna me ye”, “Em têkoşîna zimanê Kurdî bilind bikin”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman şitila avakirina civakê ye” û “Her netewe bi zimanê xwe heye” hatibû nivîsandin hilgirtin.

Piştî daxuyanî hat dayîn. Metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) ya Êlihê Leyla Kaymaz ve hat xwendin. Leyla Kaymaz diyar kir ku zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn, jêveneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye û wiha got:  Mixabin bi sed salan e ji ber tunehesibandina neteweya Kurd bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna Neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin; zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û bişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin. Bi serwerkirina zimanê Tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derên ku Kurd lê dijîn hê jî armanc û daxwaz ew in ku Kurd bên bişaftin û zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Bêguman em kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê.”

‘Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e’

Leyla Kaymaz destnîşan kir ku jiyaneke bê Kurdî weke laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e û wiha pê de çû: “Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye. Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Rêber Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘xwedîlêderketina ziman û çanda xwe pêwistiyeke mirov bûnê ye. Yên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nizanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî. Meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e’. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”

‘Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd e’

Rêvebera ARÎ-DERê Leyla Kaymaz banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin. Em careke din dibêjin; em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê Rêber Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civakeke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite. Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin. Di serî de zimanê Kurdî divê nasname, nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd e.”

‘Li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên cur bi cur bikin’

Leyla Kaymaz wiha bi dawî kir: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir bilindtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê Kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratik bi diruşmeya ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleya nû ya ku sala borî ji bo têkoşîna  zimanê kurdî hatibû dest pê kirin, didome. Li ser vê bingehê em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê gulanê heta 1ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê têkoşîn, xebatên cur bi cur bikin. Me meş, daxuyanî, xebatên belavokan, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê Kurdî plansaziyeke têr û tijî amade kiriye. Werin em hemû Kurd li dora zimanê Kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Her rojê bikin roja û cejna zimanê kurdî. Bi van hest û ramanan em 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di şexsê pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbun de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be.”

 

Etîket: ARÎ-DERÊlihKurdîmessaxuyanîzoman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

1 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026
Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

27 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

26 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne