• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Botanê êrişa li dijî malbata Kurd hat şermezarkirin: Pêvajoyê jêhrî dike

Şirnex / AW

15 TÎRMEH 2025 - 12:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Saziyên ziman û TJAyê têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd daxuyanî dan. Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kulja destnîşan kir ku ew êriş pêvajoyê jêhrî dike û divê kiryar demildest bên girtin û cezakirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku nêzikatiya dewletê ya li dijî vê bûyerê wê bibe nêzikatiya li dijî pêvajoyê.

 

Malbata Kaya ku ji 10 kesan pêk dihat, di 13ê Tîrmehê de dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriya, di rê de bi hinceta ku di wesayîta xwe de li stranên Kurdî guhdarî dikin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Ciwanên ku sewqî dadgehê bûn bi “bi şertê kontrola edlî” ve hatin berdan. Zeynep Yaman a ducanî ji ber polîsan pêhîn li zikê wê dabû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî. Zeynep Yaman a ku neçar hate hiştin ku bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî were emeliyatkirin, xetereya jiyana pitikê wê didome. Bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê têkildarî êrişa li hemberî malbatê daxuyanî dan.

Sazî û partiyên siyasî yên Şirnexê, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye, welatê min Kurdistan e min nas bike” , “Êrişa li ser stran û muzîka Kurdî, tundiya li ser jinê tu carî qebûl nakin” û “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e destên xwe jê vekişînin” dinivisî hatin hilgirtin.

‘Em ê heta ku hilweşe li dijî vê hişmendiyê têbikoşin’

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kulja ve hat xwendin. Evî Kulja anî ziman ku malbateke Kurd li Stenbolê ji ber stranên Kurdî rastî êrişan hatiyê û wiha got: “Ji ber tundiya polîsan jineke 2 canî bi pitika xwe ve giranî birîndar bûn û rewşa wan di xeterê de ye. Êrîşkirina li ser jineke kurd a ducani û qesta jiyana wê kirin encama hişmendiya mêrperest û tundiya mêrane ya dewletê ye. Em vê hişmendiya merane ya li dijî kurdan û jinan bi tu awayi qebûl nakin û êrîşa li ser wê jinê weke êrîşeke li ser hemû jinên kurd dihesibînin û dibêjin ku ew êriş bi merperestiya vê pergalê ve girêdayî ye û em ê heta ku hilweşa her tim li dijî wê hişmendiyê têbikoşin.”

‘Em ê têkoşîna pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir bikin’

Evîn Kulja bi lêv kir ku êrişa li dijî zimanê Kurdî di heman demê de êrişa li ser hebûn û nasnameya Kurdan e. Evîn Kulja destnîşan kir ku ew êrişên li dijî zimanê Kurdî qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê kiryar bên girtin û cezakirin. Pêkhatina van êrîşan û rûdana vê êrîşkariyê civaka kurd dike nav fikaran û atmosfera aştiyê jehrî dike. Divê ev pergala cudakarí, tundi û bêtehemuluyê demildest bê guhertin û bi peymaneke civakî ya pirrengi, demokrasi û azadiya jinan rûpeleke nû bê vekirin. Divê neyê jibirkirin ku ev bêtehamulî û tundi encameke politikaya sed sali ya inkarkirin, tunehesibandin û asimilasyonê ye. Ev politika û pergala li ser wê avabûyî tevahiya civakê jehrî dike û rê li ber aştiyeke mayînde digire. Careke din diyar dikin ku zimanê kurdi xeta me ya sor e. Ji bo aştiyeke mayînde, di vê pêvajoyê de ku divê reform û guhertin bên kirin û gavên erênî li ser çand û zimanê kurdî bên avêtin, mafê gelê kurd ê statuya ji bo Kurdi û perwerdeya bi kurdi bê naskirin. Em li dijî vê tundiyê bêdeng namînin û vê hişmendiya tundiya mêrperest bi awayê herî xurt şermezar dikin û destnîşan dikin ku em ê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li her derê bilindtir bikin.”

‘Nêzikatiya dewletê ya vê bûyerê wê nêzikatiya li dijî pêvajoyê jî bide nîşandan’

Piştî daxuyaniyê Newroz Uysal Aslan axivî û ev tişt gotin: “Bûyera li Stenbolê qewimî nenaskirina pir rengiya vî welatî dide xuyakirin. Dijminatiya li dijî gelê Kurd careke din di êrişa polîsan de derket holê. Êrişa li dijî jina bi navê Zeynep û pitika wê dijminatiya jinan û Kurdan nîşan dide. Ev ne bûyereke ji rêzê ye û takekesî ye. Ji ber ku kesên êriş lê hatine kirin Kurd in, jina Kurd e. Em dibêjin ziman û nasnameya me tu bajarekî nikare bibe sedema êrişan. Em vê êrişa li dijî ziman, nasnameya Kurd û jinê şermezar dikin. Hê jî li dijî êrişkaran agahiyeke ji aliyê wezarete ve nehatiyê kirin. Çawa hê li ser kar dimîne. Divê di vê pêvajoyê de hesasiyet û guherîna polîtikayan li ser ziman pêk were. Nêzikatiya dewletê ya vê bûyerê wê nêzikatiya li ser pêvajoyê jî bide nîşandan. Heta mafê jinan, nasname û zimanê Kurdî bi dest bixin dê têkoşîna me berdewam bike.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên, “Bê ziman jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: DEM Partîêrişa li dijî malbata KurdSaziyên zimanşermezar kirinStenbolTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne