• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

Navenda Nûçeyan / AW

19 NÎSAN 2026 - 15:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê baranên biharê bi awaye zêdeyî berdewam dikin. Ji ber baranan li hind deveran hezaz û lêhî rabûn û di encamê de sewal, weayît û çandiniya welatiyan zirarên mezin dîtin.

Li bajarên Colemêrg û Sêrtê ji ber barana zêde, lehî û hezazê jiyan rawestiya. Li Colemêrgê gelek rêyên navçe û bajaran hatin girtin, li navçeya Misircê ya Sêrtê jî ji ber lehiyê bi dehan heywan telef bûn û xesareke mezin gihîşt wesayîtan.

Rê hatin girtin

Li Colemêrgê pirsgirêka veguhestin û çûnûhatinê, ji ber hezazên ku di rojên dawî de rû didin her ku diçe girantir dibe. Rêya di navbera Colemêrg û Wanê de nêzî hefteyek e ji ber hezazê girtî ye û welatî mexdûr in. Niha jî rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê de ji ber lehî û rabûna avan hate girtin.

Ji ber binesaziyê rê her sal tên girtin

Gelê herêmê destnîşan dike ku bi taybetî rêyên di navbera Colemêrg-Wan, Şemzînan, Gever û Çelê de her sal ji ber heman pirsgirêkên xwezayî û kêmasiya binesaziyê tên girtin. Xelkê bajar ji rayedaran daxwaza çareseriyên mayînde dike daku ev mexdûriyeta her salê bi dawî bibe.

Gelek sewal ber bi lehiyê ketin

Li aliyê din, li navçeya Misircê ya Sêrtê barana zêde veguherî lehiyê û bandoreke neyînî ya giran li jiyana welatiyan kir. Ji ber lehiyê bi dehan sewal mirar bûn. Çotkar û xwediyên sewalan ji bo ku sewalên xwe ji lehiyê xilas bikin, derxistin ser banê xaniyên xwe.

Wesayîtan ziyan dît

Li navenda navçeyê jî lehî bû sedema ziyana madî ya mezin. Bi dehan wesayîtên parqkirî û yên di rê de bi ber avê ketin, hin wesayît ji ber lehiyê kaş bûn û zirar dîtin. Tîmên rizgarkirinê û welatî hewl didin xesarên piştî lehiyê paqij bikin.

Li gelek bajaran bandora baranê didome

Li Bakurê Kurdistanê ku hêj li gelek deveran befr bandora xwe didomîne, li gelek deveran baranên zêde bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Ji ber barana zêde bi taybetî cotkaran ziyanek mezin dît. Hilberînên wekî nîsk, nok û genim ji ber ava zêde riziyan.

Li gorî daneyên meterolojiyê nixte dê heta hefteyekê bi navber berdewam bikin.

Etîket: ColemêrghezazlehîMisircsêrtsewalwesayît
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Li Farqînê lehî rabû

Li Farqînê lehî rabû

2 COTMEH 2026
Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

28 ÎLON 2026
Bîlançoya lehiya li Taylandê: 8 kes mirin 

Bîlançoya lehiya li Taylandê: 8 kes mirin 

28 ÎLON 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne