• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê fabrîkeya ‘Nanê Gel’ hat vekirin

Amed / AW

13 TÎRMEH 2026 - 21:46
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên xwe yên “şaredariya gelparêz” de fabrîkeya “Nanê Gel” bi merasîmeke girseyî vekir. Hevşaredar Serra Bûcak di merasîmê de wiha got: “Em ê hewl bidin ku aboriyeke herêmî bidin jiyandin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fabrîkeya “Nanê Gel” li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê bi merasîmeke girseyî vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Gulşen Ozer, Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ên Amedê Ahmet Dogan û Rûçem Vefa Elyakût, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Bernameya vekirinê bi nîşandana erbaneyê dest pê kir. Di ekrana ku li ber fabrîkayê hatibû avakirin de, dîmenên ku qonaxên hilberînê yên li fabrîkayê vedibêjin hatin temaşekirin. Di bernameyê de hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn axaftin kirin.

‘Li seranserê bajêr bi rêya 43 bufoyên “Nanê Gel” bigihêjin destê gel’

Di merasîma vekirinê de hat destnîşankirin ku ev proje ne tenê ji bo hilberîna nanê erzan e, lê di heman demê de armanc dike ku îstihdama jinan zêde bike, aboriya herêmî xurt bike û li dijî xizaniyê bibe piştgirî. Fabrîka li ser qadeke girtî ya 4 hezar û 500 metrekare hat avakirin, di nêzî 11 mehan de bi veberhênaneke 235 milyon lîreyî hat temamkirin. Tesis bi teknolojiyeke tam otomatîk hatiye sêwirandin û kapasîteya wê ya rojane wekî 100 hezar nan hat plansazkirin. Di gava yekem de dê rojane 40 hezar nan bê hilberandin û nanê 210 gramî dê bi 10 TLyî ji welatiyan re bê firotin. Nanên ku li vir tên hilberandin dê li seranserê bajêr bi rêya 43 bufoyên “Nanê Gel” bigihêjin destê gel.

‘Ev proje dê pêşî li pêşbaziya neheqiyê bigire û aboriya gundewarî zindî bike’

Serra Bucak di merasîmê de axivî û diyar kir ku ev qad di serî de wekî bazar û pirtûkxane hatibû fikirîn, lê ji ber kûrbûna krîza aborî û xizaniyê, wan biryar daye ku fabrîkeya nan ava bikin. Serra Bûcak destnîşan kir ku di qonaxa yekem de ji 60 xebatkaran 50 jin in û wiha got: “Ev proje dê pêşî li pêşbaziya neheqiyê bigire û aboriya gundewarî zindî bike. Em ê hewl bidin ku hilberînên vî bajarî, dîsa li vî bajarî belav bikin û aboriyeke herêmî bidin jiyandin.”

‘Em armanc dikin ku aşên xwe ava bikin’

Dogan Hatûn jî diyar kir ku ev fabrîka rasterast milkê gel e û ti armanceke wan a qezencê tune ye. Dogan Hatûn anî ziman ku hemû dahata tesîsê dê ji bo domdariya kargehê bê bikaranîn û got: “Heta ku gelê me ji vê xizaniyê rizgar bibe û li ser lingên xwe bisekine, ev der nayê girtin. Di pêvajoya pêş de em armanc dikin ku aşên xwe ava bikin û ar û genim jî bi gelê xwe re hilberînin.”

Piştî axaftinan, kurdeleya vekirinê ji aliyê hevşaredaran, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ve hat birîn. Piştre li nav fabrîkeyê geriyan û nan li welatiyan belav kirin.

Etîket: fabrîkehat vekirinNanê GelSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne