• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Kurd ji bo çareseriyê çekên xwe şewitandin divê dewlet jî gavan biavêje’

Esra Polat/AW

10 TÎRMEH 2026 - 09:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê MED-TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ku tev li merasîma şewitandina çekan a 30 gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, destnîşan kir ku Kurd ji bo azadiyê, çareseriyê şerekî ku 52 sal in berdewam dike dan sekinandin û çekên xwe şewitandin û diyar kir ku çawa Kurd gavan diavêjin, divê dewlet jî gavên şênber biavêje.

Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, sal û nîv li pey xwe hişt. Piştî ev bang hat kirin PKKê di 1ê Adara 2025an de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku agirbest îlan kiriye. Dû re di 5-7ê Gulana 2025an de PKKê Kongreya xwe ya 12yemîn li dar xist û pişt re di 12yê Gulanê de biryara xwefesixkirinê girt. Dû re jî di 9ê Tîrmeha 2025an de, piştî 26 salan dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin. Pişt re ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji 30 gerîlayan pêk dihat di 11ê Tîrmehê de bi merasîmekî li şikefta Casenayê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe çekên xwe şewitandin. Ji Kurdistanê, Tirkiye û gelek deverên cuda, siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li merasîmê bûn. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd di 26ê Cotmeha 2025an de jî gelek hêzên xwe yên ku li Bakur û Tirkiyeyê diman vekişandin. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gav avêtin jî ji xeynî avakirina Komîsyona Meclisê dewletê tu gavên şênber neavêtin.

Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat ku beşdarî merasîma şewitandina çekan bû, bi boneya salvegera merasîma şewitandina çekan ji ajansa me re axivî.

‘Çekên xwe yek bi yek danîn û şewitandin’

Kerem Canpolat bal kişand ser merasîma şewitandina çekan û wiha ew kêliya ku şahidiya wê kir vegot: “Ev tişteke dîrokî bû; çûna wir, gihiştina wir dîrokî bû. Piştî ku em gihîştin wir, li wir her wekî gava pêşîn, wekî 30 gerîlayên pêşîn hatin, çekên xwe li wir danîn, banga xwe kirin, daxuyaniya xwe kirin û çekên xwe tenê yek bi yek li wî danîn û şewitandin. Di nav Kurdan de wateya agir her heye. Di baweriya Kurdan de û di kûrahiya wê de jî agir tiştekî pîroz e; ji bo malekê, ji bo civatekê, ji bo xelkekê, agirê pîroz dibînin. Dîsa jî Kurdan ji bo azadiyê, ji bo çareseriyê, ji bo şerekî ku 52 sal in berdewam dike, bidin sekinandin, li wir çekên xwe şewitandin.”

‘Li hemberî mirinê jiyanê temsîl dike’

Kerem Canpolat anî ziman ku ji roja pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destpêkiriye, şer çênebûye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê wateyeke mezin heye, li hemberî mirinê jiyanê temsîl dike, li hemberî reşiyê ronahiyê temsîl dike. Em bi vî rengî lê dinêrin. Em tenê bi şewitandina 30 çekan lê nanêrin. Li hemberî vê qonaxê, li hemberî vî şerê ku hatiye sekinandin, li hemberî çekên ku hatine şewitandin jî gava şênber, gava erênî ku îro civak pê rehet bibe, nehatiye avêtin. Em dikarin bêjin ji bo xwe, di dîroka Kurdan de û di dîroka gelê Rojhilata Navîn de ya yekemîn bû ku li hemberî her tiştî çek hatin şewitandin û şer hate rawestandin û îradeyek nîşan dan. Em jî piştgiriya îradeya gotina Birêz Ocalan dikin, em jî piştgiriya aştiyê dikin. Û ew aştiya ku li wir dest pê kiriye, berdewam bike jî; ew îrade hate nîşandan.”

‘Kurd êdî çareseriyê di şer de nabînin’

Di axaftina xwe de Kerem Canpolat da zanîn ku dayikên aştiyê jî li cihê merasîmê bûn û wiha domand: “Li wir wateyek hebû ku Kurd êdî çareseriyê di şer de nabînin, di şer de xwe qebûl nakin. Zarokên Kurdan di vê qonaxê de ye, bi rê û rêbazên demokratîk, bi rê û rêbazên ku Birêz Ocalan nîşan dide, dê bimeşînin û bidomînin. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de dibêje ‘ez dixwazim pir zû vî şerî bi dawî bikim. Em dixwazin vê qonaxê zû bi zû bi ser bixin.’ Civat dikeve nav gumanan, guman di nav dewletê de mezin dibin, jixwe pirsgirêkek heye; 100 sal in Kurd ji dewletê nexweşiyê dibînin, tên înkarkirin. Îro dewletê gotina xwe ya erênî heye, lê di pratîka xwe de erênî nîn e. Îro desthilatdar xebatê dike, rast e divê qanûn derkevin, divê were Meclisê. Gerek di navbera partiyan de lihevhatinek çêbe. Bi vî awayî pirsgirêkek heye, em dixwazin wekî federasyonê jî, wekî civata giştî ya Kurd jî rojek berî rojekê zû, gava şênber, gava erênî were avêtin. Çawa ku Kurd fedakariya xwe nîşan didin, gavan diavêjin, çekên xwe bêdeng dikin; divê dewlet jî li hemberî van kiryarên Kurdan, ji aliyê erênî ve gavan biavêje.”

‘Divê her kes gava xwe di aliyê aştiyê de bike’

Her wiha Kerem Canpolat bal kişand ser azadiya fîzîki ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Neheqiyek û nerastiyek heye. Muzakere heye, qebûlkirina wî ya ku Serokê muzakereyê ye, çiqas bi dewletê re hevdîtin çêdibe, Birêz Ocalan pêşkêşiya van hevdîtinan dike; lê Birêz Ocalan wekî girtiyekî li wir tê hiştin. Wekî tecrîdekê li wir tê hiştin. Ev bi vî awayî neheqiyek e, divê muzakere di navbera du aliyên aştîxwaz de çêbibe. Em ewilî vê daxwazê dikin, em têdikoşin ku Birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Mirov divê vê jî bibîne, di nav dewletê de jî di nav siyasetê de jî berxwedaneke nerast, ne erênî heye ku qonaxê nedomînin, qonaxê xerab bikin. Hevdîtina ku bi Birêz Ocalan re asteng bibe, ji bo xerakirina qonaxê ye; hevdîtina ku bi Birêz Ocalan re asteng bibe, ji bo nexweşiyê ye, ji bo ku krîzeke nû dîsa li Tirkiye û Kurdistanê çêbibe ye. Bi vî awayî de em dixwazin her kes gava xwe, hesabê xwe ji aliyê aştiyê ve bike û di pêşerojê de jî em hêvî dikin ku pêvajo serbikeve.”

Etîket: Kerem CanpolatMED TUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

27 GULAN 2026
MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

25 NÎSAN 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe li dar xist

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne