Kongeransa Di Sedsaliya Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk têkildarî Qanûna çarçoveyê û pêvajoyê de daxuyaniyekî nivîskî da got: “Em li bendê ne ku qanûna çarçoveyê ya ku tê amadekirin destpêkek ku pêvajoya şer bi dawî bike û rêya demokratîkbûyîn û aştiya civakî hê berfirehtir veke.”
Di 13 û 14ê Hezîranê de li Stenbolê bi tevlibûna siyasetmendar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û gelek kesan Konferansa Di Sedsaliya Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk hate lidarxistin û li ser guherandina komarê gotarên girîng pêşkêş kirin û axivîn. Konferansê derbarê Qanûna Çarçoveyê û pêvajoyê de li ser Xyê daxuyaniyekî nivîsk da.
Daxuyanî wiha ye:
“Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li TBMMyê “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” bi temsîletekî mezin hatibû avakirin ku piştî raporê amedekariya qanûna çarçoveyê dike. Qanûna çarçoveyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ya Demokratîk qonaxekî girîng e. Li gorî agahiyên ku ji raya giştî re hatine parvekirin ev qanûn di serî de bi bêçekkirina PKK, fesihkirina rêxistinê, statuya hiqûqî ya kesên çek berdan û adaptasyona jiyana sivîl re têkildar e û pêvajoya derbasbûyînê tê sêwirandin.
‘Aştiya mayînde encax bi perspektîfa demokratîkbûyînê re mimkun e’
Heke pêdiviya bingehîn pêşwazî bike ev qanûn dê ji bo bi dawîkirina sedema pevçûnê bibe destpêkek. Le ev sazkirin bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd a dîrokî, siyasî û civakî çarser nake. Pirgirêka kurd ne tenê mijara çek û pevçûna ne; bi mijarên ku nasname, hemwelatîbûn, temsîlkirin, zimanê zikmakî, demokrasiya xwecihî, dad, binpêkirina mafê mirovan a berê û beşdarbûna demokratîk re girêdayî ye. Bi vê sedemê bêdengkirina çekan ji bo aştiyê mecbûrî ye lê bi têna serê xwe nebes e. Aştiya mayînde encax bi perspektîfa demokratîkbûyînê re mimkun e.
‘Heta ku pirsgirêk neyê çareserkirin bêbawerî dê berdewam bike’
Pevçûn di lîteratûra çareseriyê de bi dawîkirina pevçûnê gelemperî wekî “aştiya negatif” tê pênasekirin. Lê pêdiviya Tirkiyeyê bi hemwelatîkbûyîn, serdestiya hiqûqê, maf û azadiyên bingeh, temsîla demokratik, bi hêz kirina rêveberiyên xwecihî û edaleta civakî “aştiya pozitîf” hete. Çek dibe ku bêdeng bibe lê belê heta ku pirsgirêk neyê çareserkirin bêbawerî, wêderkirin û bendbendî dê berdewam bike. Bi vê sedemê qanûna çaçoveyê divê wekî sazkirina ewlehî û statuya hiqûqî neyê dîtin.
‘Hesabên teng ên ewlehiyê dê baweriya civakê qels bike’
Pêvajoyên bêçekkirin, berbasbûyîna jiyana civakî û yekbûna demokratîk divê bi bawerkirina mîsogeriya hiqûqî û bingeha rewatiya civakî bi hev re werin destgirtin. Peyvên wekî “Qanûnên poşmantî” dê pêşî li pêvajoyê bigire. Bi gotinên taybetî, karên burokratîk û bi hesabên teng ên ewlehiyê dê baweriya civakê qels bike.
‘Metnekî yek alî dê dudilîtî û bêbaweriyê derxe holê’
Sazkirina qanûnî divê neyê asta ha dîtin qedandin ê; divê bi awayekî şefaf, hemûgir û lihevkirineke berfireh were destgirtin. Wekî din metnekî ku yek alî bê amadekirin, şûna ku baweriya ku pêvajoya şer bi dawî dibe hêztir nake, wekî din dê dudilîtî û bêbaweriyê derxe holê. Em li gorî berpisiyariya xwe tînin ziman ku aştî encax bi rêgezên dewleta hiqûqa demokratîk, hemwelatîbûn û edaleta civakê dê mayînde bibe. Ji bo çek ji holê bê rakirin divê qada siyasetê berfirehtir bibe, azadiya xweîfadekirin û rêxistinbûyîn, demokrasiya xwecihî, mîsogeriya hiqûqê bê piştgirîkirin.
Ji bo ku Tirkiye di sedsala duyemîn a komarê de rêya xwe ya demokrasiyê bidomîne, çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd berpirsiyariyeke ku nayê paşxistine. Em li bendê ne ku qanûna çarçoveyê ya ku tê amadekirin destpêkek ku pêvajoya şer bi dawî bike û rêya demokratîkbûyîn û aştiya civakî hê berfirehtir veke. Em bang li desthilatdar, meclîsê û hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bi cîdiyet, vekirî û hişmendiyeke hevpar nêzîkî vê qonaxa dîrokî bibin.”













