• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê ji bo Sultan Kara daxuyanî hate dayîn

Amed / AW

28 TEBAX 2026 - 18:56
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Bi pêşengiya DAKAPê û Tora Têkoşîna li Dijî Tûndiyê ya Amedê li Parka Sumerê ya Amedê derbarê Sultan Kara ku li Amedê hatibû kuştin, daxuyanî hate dayîn. Meta Sultan Kara Hamdiye Kiziltepe destnîşan kir ku ew ê heta dawiya emrê xwe dê li pey edaletê bin û anî imzn ku bila êdî jin neyên kuştin.

Bi pêşengtiya DAKAPê û Tora Têkoşîna li Dijî Tûndiyê ya Amedê li Parka Sumerê ya Amedê derbarê  kuştina Sultan Kara ya ku êvara 26ê Tebaxê li taxa Şehitlikê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji aliyê kujer Ersan Akdemir ê ku di qonaxa berdanê de bû û biryara dûrxistinê li ser hebû ve hat kuştin daxuyanî dan. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), Ayla Akat, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, rêveberên Polîtîkayên Jinan ên şaredariyên bajarê mezin û navçeyan û nûnerên partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Kuştinên jinan polîtîk e’ hat vekirin û wêneyên Sultan Kaya û jinên ku hatine kuştin bilind kirin.

‘Ev êrîşan mafê jiyanê yê jinan dikin hedef’

Metna daxuyaniyê ji aliyê sekretera SESê ya Şaxa Amedê Îlknur Ayik ve hate xwendin. Îlknur Ayik diyar kir ku jineke din ji ber ku biryar li ser jiyana xwe da, tundî dît yan jî nexwest êdî bi mêrekî re bijî, ji aliyê wî mêrî ve ji jiyanê hat qutkirin û got: “Zarokeke din diviyabû di hembêza dayika xwe de bûbûya, bû şahidê tundiyeke hovane ya ku li dijî jiyana dayika xwe hat kirin. Ji ber vê yekê tiştên qewimîn ne tenê malbata Sultan Kara, di heman demê de em hemû birîndar kirin, kuştineke giran a jinan e ku di wijdana civakê de şopek kûr hişt. Ev êrîşên ku mafê jiyanê yê jinan dikin hedef, bi tu awayî nikarin wekî ‘meseleya malbatî, çavnebarî, nîqaşa demkî’ werin ravekirin û rewakirin. Kuştinên jinan, şêwaza herî giran a tundiya mêr e ku li dijî îradeya jinan a gotin û biryarê ya li ser jiyana xwe tê kirin.”

‘Em ê bibin şopdarên vê komkujiyê’

Îlknur Ayik anî ziman ku bi kuştina Sultan Kara re careke din hate fêmkirin ku divê mekanîzmên parastina mafê jiyanê yê jinan werin xurtkirin û wiha domand: “Pêwîst e li dijî faîlên tundiyê têkoşîneke hiqûqî ya bandor û rêgirtinê bê meşandin, rê neyê dayîn ku bêcezahiştin çêbibe û daxwazên parastinê yên jinan bi cidiyet bên girtin. Em ê destûrê nedin ku jiyana Sultan Kara veguhere îstatîstîkê. Em ê bibin şopdarên vê komkujiyê. Em daxwaz dikin ku pêvajoya lêpirsîn û darizandinê bi awayekî bandor, şefaf û bi baldarî bimeşîne, faîl cezayê ku heq dike bigire. Îro xwestina edaletê ji bo Sultan Kara, di heman demê de xwestina edaletê ye ji bo hemû jinên ku mafê wan ê jiyanê di bin xeteriyê de ye. Em ê Sultan Kara ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Heta ku kuştinên jinan biqedin, em ê bêdeng nemînin.”

‘Em bi hev re têbikoşin’

Meta Sultan Kara, Hamdiye Kiziltepe diyar kir ku ji aliyên meran ve tên tehdîtkirin û kuştin û wiha axivî: “Em edaletê dixwazin. Heta dawiya emrê xwe em ê li pey edaletê bin. Bila jin neyên kuştin. Em bi hev re têbikoşin.”

‘Heta ku em jiyaneke wekhev û azad ava bikin em ê têbikoşîna xwe bidomînin’

Piştre aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî û destnîşan kir ku soz dikin dayikan ji bo sûcdar ên cezakirin em ê têbikoşin û wiha pê de çû: “Bila qadên ku jin lê werin parastin bên avakirin. Qanûn wekî ku divê nayên cîbicîkirin. Jin divê bên cem hev û bibin welatê hev. Bila dev ji polîtîkayên ku jinan di nav çar dîwaran de digirin berdin. Sîstema ku kesayeta wê di nava sîstema serdest a mêr de teşe digire, jinan dikuje. Gelo jinên li vî welatî wê bi vî rengî bên parastin? Li vê erdnîgariya ku tundiya li ser jinan lê zêde ye, jinên ku li ber xwe didin hene. Li vê erdnîgariyê ji ber gotina; ‘Kuştinên jinan polîtîk in’ doz hat vekirin. Lê belê kêmkirina cezayê li mêr hat kirin. Kesên ku jin dikujin hatin berdan. Zîhniyeta ku canekî ji yarê wê qut dike, piştî 3 sal û nîvan çawa dê li nava me bigere? Li Êlihê tundiya li ser jinan zêde bû, bi têkoşîna ku hat dayîn ev kêm bû. Em ê li dijî vê pergalê her dem û li her derê têbikoşin. Heta ku em jiyaneke wekhev û azad ava bikin em ê têbikoşina xwe bidmînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Kuştinên jinan polîtîk in’ bi dawî bû.

Etîket: DAKAPdaxuyanîSultan KayaTora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Entegrasyona YPJê: Em ê wek hêzeke xweser û taybet cih bigirin

20 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne