Endamê Fermandariya NPGê Murat Karayilan diyar kir ku ji ber şert û mercên şerê giran, tunebûna ewlehiya têkiliyan û herêmên hatine dagirkirin wan derfet nedîtiye ku cenazeyê piraniya şehîdan eşkere bikin.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê navê gelek şehîdên xwe yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihand. Ji bo şehîdên hatine ragihandin li Amed, Stenbol, Wan, Gever, Cizîr û Nisêbînê bernameyên bîranînê hatin li darxistin.
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan, têkildarî şehadetên ku di demê dawiyê de hatin ragihandin, bîranîn û serdanên girseyî yên li gelek bajarên Kurdistanê tên lidarxistin, sedema dereng ragihandina şehadetan, rewşa cenazeyan û piştevaniya bi malbatên şehîdan re ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.
Şehîdên dê werin ragihandin hene
Murat Karayilan da zanîn ku ji ber şert û mercên giran ên şer û sedemên ewlehiyê, hin agahiyên şehadetan dereng gihîştiye li ber destê biryargehê û got ku şehadetên ku hîna ji bo raya giştî nehatine ragihandin, hene. Karayilan da zanîn ku dê 520 şehîdên Bakurê Kurdistanê werin ragihandin û bilêv kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê jî hejmarekî kêmtir ê şehîdan ên nehatine ragihandin hene, armanc dikin ku di hefte û mehên pêş de dê tevahî şehadet bi raya giştî re werin parvekirin. Murat Karayilan anî ziman ku ji sala 1976an heta 2026 25 hezar û 922 şehîd hatine qeydkirin û hejmara şehadetên nehatine qeydkirin jî nêzî 27 hezar in. Karayilan derbarê cenazeyê şehîdên ku di demê dawî de hate ragihandin jî axivî û got ku piraniya cenazeyan di bin kontrola wan de ye û ji bo berhevkirina hemû agahiyên şehîdan li şehîtgehan xebat tên meşandin.”
Murat Karayilan bal kişand li ser rêbaza têkoşîna nû ya ji ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û wiha got, “Em ji qonaxa şer a bi çek, derbasî qonaxa têkoşîna civakî dibin. Me dev ji stratejiya şer a bi çek berda, lê me dev ji têkoşînê berneda.” Murat Karayilan bal kişand ser bedelên giran ên têkoşîna azadiyê û derbarê şehadetên hatine ragihandin wiha axivî: “Em ê heta dawî bi rêhevaltiyê ve girêdayî bin û xem û xeyala we bikin heqîqet. Ez bi navê biryargeha me û tevahî rêveberiya tevgera me, ji tevahî malbatên van şehîdên me yên hêja re sersaxî dixwazim. Sersaxî ji bo tevahî malbatan, ji bo tevahî gelê Kurd dixwazim. Bi taybet ew dayikên hêja yên ku van egîdên jin û xort ên wisa mezin kirine, silav dikin û ez destê wan maçî dikim.”
Civak bi lehengan hebûna xwe didomînin
Di berdewama axaftina xwe de Murat Karayilan li ser nirxandinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê “şehîdan” de gotibû bi bîr xist û wiha got: “Gotinê Rêber Apo a PKK partiya şehîdan e rastiyeke tîne ziman. Ji ber ku di rastiyê de Tevgera me bi şehîdan re hatiye avakirin, bi şehîd meşiyaye û bi şehîd mezin bûye. Niha di dîrokê civakan de, cih û warê lehengan ango qehremenan pir zêde heye. Civakên ku lehengên xwe ava nekirî, belav bûne, tune bûne. Encex civakê ku lehengên xwe ava kirî, nirx peyda kirî, li derdora wan nirxên civakî û netewî ava kirine, ew karîne hebûna xwe berdewam bikin. Niha di dîroka gelê me de, bêguman egîd hene. Lê di piraniya dîrokê de, ev negihiştine civak û gel. Tenê em bi saya qilamên dengbêjan hinek egîdan nas dikin. Ji bo vê di civaka me de egîd xwedî cihekî bûn, lê ev pir sînordar bû.”
Murat Karayilan behsa derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kiri û wiha got: “Derketina Rêber Apo, derketinekî dîrokî bû. Di salên 1970ê de, siyaseta bişaftînê ango asîmîlasyonê ya ku li Kurdistanê hatibû meşandin, gelê Kurd anîbû kêleka tunebûnê. Bi taybet di sala 1975an de, di tevgera başûrê Kurdistanê de şikestin çêbû. Ev di tevahiya Kurdistanê de bi xwe re bêhêvitiyeke mezin ava kir. Di van şert û mercan de, xebata ku Rêber Apo li başûrê Kurdistanê meşand, hîna di destpêkê de bingehê ruhê hevaltiyê bi xurtî danî. Di nav refên me de, hevaltî pir kûr bû. Dema êrîş li ser komê pêk hat û şehîdê yekem çêbû, hemû heval jê bandor bûn û ji bo bîranînê hîn zêdetir beşdar bûn. Ev şêwaz her çû di nav Tevgerê me de xurt bû, ango her şehadet Tevgera me lewaz nekir, berovajî bingehê xurtbûnê ava kir.
Şehîd bûn kaniya hêzê û ruhê têkoşînê
Ji bo vê şehîd bûn kaniya hêzê, bûn ruhê têkoşînê û beşdarbûnê. Ev yek piştre di nava civakê me de jî pêş ket. Nimûne; di malekî de birayek şehîd bû, xwişk li şûna wî beşdar bû, got divê ev çeka birayê xwe li erdê nehêlim. Yanî ev di nava civaka me de jî wisa pêş ket. Ji bo na vê, şehîd sinerjî çêdike, şehîd xurtbûnê ava dike, şehîd bûn hêz. Ji ber vê yekê Tevger bû tevgerekî nekeftî, di qonaxên pir zor û zehmet re derbas bû, lê dîsa li ser lingan ma. Di dîroka têkoşîna me de, şehîd roleke wisa lîstine. Ango şehîd bi xwe re xet, girêdanbûn û nirxek ava kirin. Di heman demê de, berxwedana şehîdan û têkoşîna ku li ser bingeha vê berxwedana destanî hat meşandin, serokatiya staratejîk jî hîn zêde mîsoger kir.”
Ji bo hebûn û serkeftina gelekî rol û mîsyonê lehengan girîng e û avabûna stratejiyê ango serokatiya stratejiyê girîng e. Li Kurdistanê derketina rêveberiya stratejîk hebû, lê şehîd vê yekê mîsoger kirin û kirin heqîqet. Di navbera şehîd û serokatiya stratejîk de girêdanbûnek heye. Di welatên din de jî wisa bûye, lê li welatê me di nava vê heqîqetê de wisa pêk hatiye. Ango, şehîd bûn nirxê herî bingehîn, bûn koka hebûna civakê. Şehîdên me bûn bingehê hebûna gelê me, netewbûna me. Ji bo vê şehîd ji bo me her tişt in. Di civakê de ciwan û keçên Kurd ji bo netewa xwe, xwe feda dikin. Dema ku pêwîst bike agir berdidin canê xwe. Ruheke wisa fedayî û xurt pêş ket.
Dema ku civak derketinên wisa egîdî, wêrek û fedakarî dît, ev yeke qelecan çêkir û civak rakir ser piyan. Şoreşa vejînê wisa çêbû. Şoreşa vejînê bi xwe re netewbûn pêş xist û gelek nirxên hebûnê ava kir. Ev hemû bi xwîna şehîdan çêbû. Dîsa derketina qehremanên jin, hem ji bo tevahî jinên cîhanê û hem jî ji bo civaka Kurd, destkeftiyeke mezin e. Pêşketineke pir girîng û dîrokî ye. Li Kurdistanê bi derketina qehreman û egîdên jin, gelê Kurd îradeyeke civakî bi dest xistin. Îradebûyîn li ser vê bigehê çêbûye.”
‘Pêvajo bi ked û berxwedana şehîdan çêbû’
Murat Karayilan bal kişand ser taybetmendiyên şehîdan û wiha pê de çû: “Weke ku malbatên me yên hêja tînin ser ziman; şehîdên me hebûna me ne, hebûna me avakirine. Ked û berxwedana şehîdên me, bû bingeha pêvajoya aştî û siyaseta demokratîk a îro. Ev pêvajo, bi ked û berxwedana şehîdên qehreman çêbû. Di heman demê de şehîd ji bo civaka Kurd bûn bingeh, gelê Kurd êdî dikare li ser vê bingehê bi serkeftî pêş ve biçe. Ev hevalên hêja û şehîdên qehreman ên hatine ragihandin, piraniya wan em nas dikin. Ciwanên herî dirust, samîmî, fedakar û wêrek ên Kurdistanê bûn. Li ser hîmê exlaqê şoreşgerî mezin bûn. Ji bo berjewendiyên gelê xwe fedayiyên mezin bûn. Egîdên wisa bûn. Bi rastî di vê serdemê de, berxwedana ku van hevalên hêja meşandin, wisa bi çend gotinan nayê ser ziman.
‘Bila malbatên keç û xortên leheng serbilind bin’
Ji ber vê, malbatên ku van egîd, keçên ciwan ên egîd, xortên ciwan ên egîd mezin kirine her tim dikarin bi wan serbilind bibin. Hemû ferdên malbatê dikarin her tim bi wan qehramanan serbilind bin. Ji ber ku milîtanên şoreşger, ev ciwanên Kurdistanê, bêyî ku ji bo xwe tiştekî bixwazin canê xwe feda kirin. Tevahiya jiyana xwe fedayî xizmeta pêşeroja civaka xwe kirin. Pêşeroja xwe bi pêşeroja civakê re kirin yek. Ji bo pêşeroja civakê jiyan kirin. Ji bo vê dibe ku jiyana wan kurt bû, lê bi wate bû. Dibe ku pir zêde dirêj jiyan nekirin, lê tijî jiyan kirin, kedeke mezin dan, li ber xwe dan. Îro ev berxwedana û keda wan, ji bo civak û gelê Kurd bû hîmê hebûn û serketina pêşerojê. Ez bi kurtî dikarim rola şehîdan a di têkoşîna me de bi vî rengî bînim ser ziman.
Di civakên dîtir de rabûnên gel ên girseyî yan ji bo armancên aborî yan jî bi daxwazên siyasî pêk tên, ango daketina gel a li kolanan ji ber van sedeman çêdibe. Lê li Kurdistanê ne bi vî rengî ye. Li Kurdistanê di dema herî zehmet de, di salên 1990î de gel daketin qadan. Çima daketin kolanan? Ji bo ku xwedî li şehîdan derketin, daketin. Heta wê demê dewleta Tirk şehîdên me diveşart, direvand, kes nedizanî ku vedişêrin ku derê. Gel ji bo ku xwedî li şehîdan derkevin û wan bi merasîmê oxir bikin, daketin kolanan. Dewlet êrîşê kir, şehadet çêbûn, lê gel dîsa jî israr kir. Ji bo ku xwedî li şehîdên xwe derkevin israr kirin. Sosyolojiya Kurd wisa ye. Bawerî pê anîn ku gerîlla ji bo wan şehîd dibe, ji bo berjewendiyên gelê xwe şehîd dibe û vê yekê wekî erkê xwe dît, xwedî li şehîdê xwe derket. Bi vî rengî pêk hat.”
Murat Karayilan bal kişand ser girîngî û wateya şehadetê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Îro jî heman tişt tên jiyankirin. Ango civaka Kurd dizane ku şehîd tê çi wateyê. Ji bo doza netewî şehîd bûne, ji bo vê xwedî lê derdikevin. Niha ev girseya ku li qadan kom dibin û diçin taziyeya şehîdên me, rastiya civaka me jî nîşan dide. Civaka me welatparêz e, girêdayî şehîd û nirxên xwe ye. Ev heqîqatê tîne ziman. Ez li vir hemû kesên ku beşdarî taziye û bîranînên şehîdên me yên qehreman bûne, kesên ku gihiştine zanebûna welatparêzî û netewî silav dikim. Bi vî rengî beşdarbûna li bîranînan pir bi nirx e. Divê hemû welatparêz, kesên ku demokrasî û azadiyê dixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ev şehîdên qehreman, dibe ku bibin zarokê malbatekî, lê ev şehîd şehîdê tevahî Kurdistanê ne.
Ne şehîdê malbatekî, şehîdê welatekî ne. Ji ber vê yekê divê her kes weke ku keç û kurên wan şehîd bûye, tevbigere. Jixwe di nava me de ev wisa ye. Ji bo me ne zarokên malbatekî yan bajarekî ne, yê gele û neteweyekî ne. Divê hemû welatparêzên me jî bi vî rengî nêz bibin. Jixwe wekî ku we jî got, wisa nêz dibin. Lê divê ji vê şûnde jî li her qadê, bi hêztir xwedî li nirxên xwe derkevin, helwestekî xurttir nîşan bidin û di vê mijarê de çalaktir bibin. Ev girîng û hêja ye. Ev yek nîşan dide ku em êdî civak û neteweyek in. Divê em vê rastiyê nîşanî her kesî bidin.”
‘Şer domdar ewlehiya têkiliyê da sekinandin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Murat Karayilan li ser mijara dereng ragihandina şehadetan jî sekinî û wiha got: “Me di vê mijarê de ji bo gelê xwe û raya giştî hin tişt anîbû ser ziman. Tevgera me bi taybet di deh salên dawî de, bi êrîşekî tunekirinê re rû bi rû ma. Em di şerekî pir giran de bûn. Dema ku şer dewam dikir, em neçar man ku pergala têkiliyê ji bo ewlekariya hevalan rawestînin. Ji ber vê şehadeta gelek hevalan zû negihişt biryargehê. Agahî dereng hat. Erê, pişte agahî hat lê şer berdewam bû û rojane şehadet çêdibûn. Ji ber vê yekê derfet çênebû ku em şehadetên ku berê çêbûne ragihînin. Lê di nava me de eşkere bû. Ji bo van şehîdên ku bîranîna wan hat kirin, me di nava xwe de gelek civîn û nîqaş kirin. Lê ji bo raya giştî û malbatan encex niha derfet çêbû û wisa hat ragihandin. Ez hêvî dikim ku gelê me, bi taybet malbatên hêja yên şehîdên me wate bidin vê yekê. Ez bawer dikim ku wê wate bidin. Ji ber ku rewşê ku tevgera me di nav de ye, ne asayî ye.”
Tevahî teknolojî li dijî me hat bikaranîn
Murat Karayilan da zanîn ku tevahiya teknolojiyên serdemê li dijî wan hatiye bikaranîn û wiha pê de çû: “Li dijî vê teknolojiyê berxwedaneke pir destanî û dîrokî hat raberkirin. Ev jî bi saya qehremanên şehîd çêbû. Ez bawer dikim ku gelê me jî vê rewşê ji nêz ve şopand. Ew ê vê rewşê fêm bikin. Di vê mijarê de kêmanî hene, lê em rexnedayîna vê didin. Dibe ku di hin cihan de kêmaniyên tevgerê jî çêbûne, lê weke ku min got, em hêvî dikin ku malbatên me yên hêja ve yekê fêm bikin. Em ê di vê demê de hemû şehîdên xwe ragihînin. Em ê bi raya giştî û malbatên xwe yên hêja re parve bikin. Di bakurê Kurdistanê de, 520 şehîdên me man. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî şehîdên me hene, lê hejmara wan kêmtir e. Em ê hewl bidin ku di hefte û meha pêşiya me de, tevahî şehîdan eşkere bikin. Di vê mijarê de xebatên me û xebatên saziyên eleqeder dewam dike. Ji ber vê yekê di demeke nêzîk de, tevahiya şehîdên şoreşê bi raya giştî û malbatên hêja re parve bikin.
‘Şehîd heya nefesa dawî li ber xwe dan û şehîd ketin’
Bi rastî jî, 50 salê derbasbûyî di dîroka gelê me de wekî destanekî hat jiyîn. Bêguman ev destan, bi berxwedan û xwîna şehîdên qehreman hate afirandin. Me gelek şehîdên hêja dan. Em wekî Tevgera Apoyî ne tevgerekî ku yên rêveber her li paş dimînin û şervan pêşde diçin in. Em fermandar û şervan her bi hev re tevdigerin. Me ji bo doza azadiya vî gelî xwe feda kir. Ev tevgerekî fedayî ne. Em fedayiyên Apoyî ne. Bêguman, ji bo berjewendiyê rêxistinê û berjewendiyên neteweyê, divê fermandar û pêşeng werin parastin. Lê ev jî heta astekî ye. Ji astekî şûnde her kes nefer e û her kes fedayî ye. Di gelek qadan de wiha bûye. Ji ber vê yekê, di têkoşîna me de, pêşengtiyeke wisa bêhempa hatiye meşandin. Gelek hevalên me yên fermandarên qadan bixwe ketinê êrîşan û wisa şehîd bûne. Tu kes gav paşde neavêtiye. Heta nefesa dawî li ber xwe dane. Ev tevgerkî wisa ne. Ez ê di vê mijarê de raporek jî pêşkeşî gelê me bikim. Şehîdên me yên heta niha hatine dayîn, piraniya wan kadro û pêşeng in.
’99ê Şehîdan Endamtiya Komîteya Navendî kiriye’
Ji van hevalan, 99 heval endamê Komîteya Navendî ya PKKê kirine. Ji van hinek di Komîteya Rêveber de cih digirtin, yên din jî endamên Komîteya Navendî ya partiya me bûn. Di heman demê de fermandarên qad û eyaletan bûn. Di serî şehîdên me yên pêşeng de, Hakî Karer heye. Rêber Apo ji bo heval Hakî Karer dibêje, “Ew ruhê min ê veşartî bû.” Alîkarê Rêber Apo bû. Di dawiya şehîdê me de jî, pêşeng rêheval Alî Haydar Kaytan e, hevalê yekemîn a Rêber Apo bû. Wekî aqil, fikir û ramanê Rêber Apo bû. Ango me ne tenê destê xwe kiriye bin ber, her tiştê xwe kiriye bin ber. Tevgera me di vê têkoşînê de wiha tevgeriyan. Di navbera van her du şehîdên me yên mezin de, gelek hevalên me yên hêja hene. Hevalê Riza Altun, heval Sakîne Cansiz, avakarên partiyê bûn. Cardin di nava avakerên partiyê de, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay hebûn. Hem ji avakaran hem jî fermandarên giştî, heval Egîd (Mahsum Korkmaz), Nurettîn Sofî, Delal Amed hene. Ev erka fermandariya navendî girtin ser xwe. Ango em tevgerkî wisa ne.
‘Cara yekem e ku em şehîdan komî didin’
Dibe ku em cara yekem şehîdên xwe bi komî radigihînin. Şehîdên me yên yekem di sala 1976an de çêbûn. Ji 1976an heta 1983an 173 şehîdên me hene. Ji 1984an heta 2000an 13.778 şehîdên me hene. Ji 2001an heta 2026an 7. 949 şehîdên me hene. Ji 2015an heta 2026an şehîdên rêxistina YPSê 760 in. Ev tevahî şehîdên Bakurê Kurdistanê ne. Cardin weke tê zanîn, li dijî DAÎŞê destwerdana me çêbû. Di serî de, li ser Şengal, Kobanê, Rojava. Weke tê zanîn li Kerkuk û Mexmûrê jî destwerdan çêbûn. Lê me van li ser Bakur hesibandin. Lê di şerê li dijî DAÎŞê de, li Kobanê, Rojava û Şengalê, 3. 262 şehîdên me hene. Şehîdên me yên 50 salan ango ji 1976an heta 2026an 25. 922 şehîd hene.
Hin şehîdên me yên ku nehatine qeydkirin jî hene. Bi taybet di navbera 1984 û 2000an de, hin hevalên me yên ku nehatiye qeydkirin hene. Em bawer dikin ku nêzî 1000 heval in. Dibe ku ji hezarî zêdetir bin. Dema ku em wan jî hesab bikin, şehîdên me yên giştî nêzî 27 hezar in. Bêguman şehîdên me yên sivîl jî hene. Mixabin me hîna hejmara şehîdên xwe yên sivîl zelal nekiriye. Lê di navbera 5 hezar û 10 hezar de ye. Di demên pêş de, em ê bi alîkariyên saziyên hêjmarên şehîdên sivîl ên Kurdistanê, bakur jî zelal bikin. Bi awayekî giştî agahiya ku ez derbarê şehîdan de bidim, ev e.
‘Cihê şehîdên me yên dawî di bin kontrola me de ye’
Ev jî ji bo me mijarekî girîng e. Weke tê zanîn ji demê Komar û vir ve, ji ber ku dixwazin civaka Kurd tune bikin, qehreman werin jibîrkirin, yên bibîranîn, armanc dikirin ku bîra me tune bikin. Ango dixwazin em dîroka xwe winda bikin. Ji ber vê yekê, ji destpêkê heta niha, ne diyar e ku gora şehîdên me yên ku di serhildanên Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li ku derê ne. Ne diyar e ku gora Şêx Seîd, Seyît Riza, şehîdên Geliyê Zîlan û Berxwedana Agiriyê li ku derê ye. Yên me jî heta 1990î qedexe bû. Nimûne, hîna ne diyare ku cenazeyê heval Egîd (Mahsum Korkmaz) li ku derê ye. Gora tevahî hevalên di wê demê de ne diyar e. Heta sala 2000î jî piranî wisa ye. Weke tê zanîn, di navbera salên 2013 û 2015an de agirbest hebû. Me di wê demê de, li Bakur, dîsa li Başûr gelek şehîdlîk ava kirin. Me şehîdên xwe kom kir.
Dema ku şer destpê kir, şehîtlîkên me jî hatin hedefgirtin. Ev mijar tê zanîn, raya giştî û her kes dizane. Heta li Garzanê xestiyên şehîdên me derxistin, birin Kilyosê Stenbolê. Ango dixwazin dîrok winda bibe, me bêyî dîrok bihêlin. Lê niha jî pêvajoya aştiyê heye, demeke nû ye. Ger di navbera gelê Kurd û dewlet, di navbera Tirk û Ereban de, aştî çêbibe, wê demê divê paşeroja tu kesî neye qedexekirin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû şehîdên xwe kom bikin. Ango ji kevn Şêx Seîd, Seyîd Riza, Geliyê Zîlan jî di nav de, di çarçoveya pêvajoya aştî û çareseriyê de, ev mijar çareser bibe. Şehîdên me, bi taybet ji 2000î vir ve piranî dizanin, ji ber vê divê hemûya kom bikin. Malbatên ev şehîdên ku şehadeta wan hate ragihandin, bila piştrast bibin ku cenazeyê piraniya wan di bin kontrola me de ye.
Em girîngî didin vê mijarê. Me niha destpê kiriye, em dixwazin hemûyan di şehîtgehan de kom bikin. Em li ser vê mijarê disekinin. Yanî em ê nehêlin ku tu şehîdê me winda bibe. Heya ji destê me tê, em alîkarî ji kesên ku dizanin jî dixwazin. Em dixwazin hemû şehîdên xwe kom bikin. Ev şehîd nirx û dîrokê vî gelî ne. Divê ji civakê re bibin mal û neyên winda kirin. Divê tu car neyên jibîrkirin. Divê em bi vî rengî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê em wekî gel xwedî lê derkevin. Em hevrêyên van hevalan in; em ji bo wan jiyan dikin. Wateya jiyana me, ji bo pêkanîna armancên wan e. Ji ber vê yekê, bêguman berê her tiştê divê cenazeyên hevalên xwe biparêzin û bikin mal.”
‘Rêber Apo şehîdan wek windahî nenirxandiye’
Murat Karayilan li ser destgirtina şîn û bîranînê ya tevgerê jî nirxandinên girîng kir û wiha derbirî: “Niha, gelê me û malbatên me şîn û tazî çêdikin. Lê di nêrîn û destgirtina me de, wisa ne şînekî xilasî ku wisa reşayî ye. Em şîn dikin, lê şînê me şînek cuda ye. Em tu caran şehîdên xwe wekî windahî nagrin dest. Rêber Apo tu car şehîd wekî windahî nenirxandiye. Divê mirov wekî pêşveçûn û nûbûnek bigre dest. Çawa? Ango her gelekî ji bo rêya xwe ya azadiyê ji bo her curê fedakariyê amade be, ev îdia û îradeyeke mezin e. Ev tê wateya ku dikare bi ser bikeve. Ger gelê Kud dikare zarokên xwe şehîd bike, ev pêşveçûnek e. Di aliyê neteweyî de helwestekî girîng e. Ji ber vê yekê ne şînên klasîk ku yek miriye û ser miriyê digîrin e. Ev egîdên demê û gel in. Ji bo ku pêşeroja gelê xwe ava bikin, ji bo azadiya gelên xwe, xwe feda kirine.
‘Divê em bidin pey şehîdan û dozê mezintir bikin’
Divê em di vê çarçoveyê de nêz bibin. Dema ku mirov di vê çarçoveyê de nêz bibe, şaş e ku mirov vê wekî şînekî neteweyî bibîne. Li şûna wê, divê mirov xwedî lê derkeve, bi bîr bîne, têkoşînê mezin bike û wekî pêngavekî têkoşînê bibîne. Wekî ku min berê got, di dîroka me de her heleqa şehadetên mezin bûye bingehê derketinên mezin û pêngavên xurt. Divê em şehîdan wisa bigrin dest. Ango divê şehîdên xwe girseyî û bi hev re bi bîr bînin. Em şehîdên xwe yên di vê demê de bikin bingehê pêngavekî nû, pêngavê xwedî lê derketinê, xwedî lê derketina li nirxên xwe, pêngavê mezinkirina têkoşîna pêvajoya ku Rêber Apo ragihand û pêngavê xwedî lê derketina li pêvajoya aştî û siyaseta demokratîk. Ev şehîd ji bo serketina gelê me xwe feda kirin, divê em bidin pey şopa wan û vê dozê mezintir bikin.
‘Şehîd nedixwestin em li pey wan bigirîn’
Nimûne, divê wekî pêngava rêxistinbûna komunan bigrin dest. Em komunên demokratîk ava bikin û bingeha vê çêbikin. Ango divê bi girseyî bibîranîna van şehîdên qehreman, li her derê rêxistinkirina komunên demokratîk, bibe bingeha pêngava rêxistinbûnê. Şehîdên me nedixwestin ku em li pey wan bigîrin, bêmoral bin. Ji me dixwazin ku em bidin pey şopa wan û bi awayekî xurt bimeşin. Divê em hesret û xeyalên şehîdan pêk bînin, tişta ku wan dixwest heta ku ji destê me bê bikin, bingehê pêngava rêxistinbûn û xwedî lê derketina pêvajoyê ava bikin.”
Di nava nirxandinên xwe de Murat Karayilan li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî sekinî û wiha got: Tirkiye hin aliyên ku li dijî vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin hene. Ev hem dixwazin di civakê de bandorê çêbikin, hem jî di dewletê de jî baskên wan hene. Dixwazin pêvajoyê xira bikin. Çima? Ji ber ku pêwîstî pê nabînin ku bi civaka Kurd re aştî were kirin. Dixwazin civaka Kurd tune bikin, bêyî îrade bihêlin. Tişta ku dixwazin ev e. Ango alîgirên şer in. Piraniya ji van ji şer rant digrin. Îro di bin navê “em şer dikin” de, di gelek warên dewletê de cih girtine û rant peyda dikin. E niha ev rant ji destê wan biçe wê qiyametê radikin. Li Tirkiyeyê hîna jî aliyên wisa hene. Hewldanên wan ên dijber ên wisa hene. Ev yek tê zanîn.
Dixwazin têkiliya di navbera civaka Kurd û Tirk de xira bikin. Dixwazin li şûna xwişk-biratiyê dijminatiyê çêbikin, ev mirovên bi vî rengî ne. Di aliyê Kurd de jî kesên ku naxwazin pêvajo bi ser bikeve û pêş ve biçe hene. Helbet ev jî tiştekî li dij hebûna û îradebûna Kurd e. Ev aliyê Kurd hinek ji wan ji nav me reviyane û çûne xwe avêtine çengê hinek aliyan. Yan jî hinek ji berê ve li hember şoreşê, PKK û Rêber Apo xwedî bertek in, lê di civakê de vedişêrin, weke ku muxalîf bin. Lê di demên zehmet de ne li girtîgehan ne jî li çiyayan li ber xwe nedane; reviyan Ewropa, berê xwe didin berjenwendiyên xwe û dijîtiyê dike. Te ji bo vî gelî 24 saetê xwe jî nedaye. Mirov bi eşkere canê xwe didin. Her roj bedena xwe datînin holê. Tu çima li hemberî van î? Tu çi dixwazî?
‘Bi navê notên hevdîtinê dixwazin texrîbatê çêkin’
Diyar e ku hinek ji van bi kanalên dijber ên aliyê Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Hinek jî li gel kî bin, li gorî wan tevdigerin. Ango ne serbixwe ne. Divê gelê me guh nede gotegotên wiha. Niha hin di bin navê notên hevdîtinê yên Îmraliyê de dixwazin parazît çêbikin, texrîbat bikin û van belav bikin. Çima? Ji bo provokasyonê, xirakirinê ne, armanca wan ev e. Ev ne armancekî ji rêzê ye, ev dijminatiye. Hewldanên wisa li dijî tevgera me û Rêber Apo dikin. Rêber Apo di vê mijarê de daxuyanî da. Divê gelê me û raya giştî li hemberî van kesan baldar bin. Ev ne ketober derketine holê, weke ku we jî kesên marjînal in. Marjînal in lê dixwazin xirabiyê bikin. Ji bo vê divê li hemberî wan hişyarîtî hebe.
Di nirxandinên xwe de Murat Karayilan bal kişand li ser rewşa şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û têkoşîna reber dike û wiha got: “Rêber Apo bi salan in têkoşînê dimeşîne. Em wekî tevger di bin barekî giran de ne. Me têkoşînekî destanî meşand. Em niha dixwazin astekî ava bikin. Rêber Apo dibêje, ‘Ez dixwazim cihekî ji Kurdan re çêbikim.’ Lê kesên reviyane Ewropayê û xwe kirine bin çengê îstîxbaratê biyaniyan, timî li dijî tevgerê derdikeve, tiştên provokatîf dike çi ye? Eşkere ye ku armanca wan tenê xirakirin e. Li hemberî vî gelî bêhurmetî ye, ne tiştekî din e. Astek çêbûye, hemû serhildanên Kurd bi darvekirinê encam bûye. Ji ber vê Rêber Apo dibêje, ‘Em ji sêdarê hatine ser maseya diyalogê.’ Dema ku encamekî wisa derketiye holê, vê reş dikin, aciz dibin. Ji ber vê yekê divê guh nedin van. Jixwe em naxwazin bersiv bidin van, mirovên vala ne. Lê we pirs kir û diyar e ku ev dixwazin parazîtê çêbikin. Ji ber vê em ji gelê me û hemû kesên welatparêz, demokrat dixwazin guh nedin parazîtên wisa.
Ez li vir destpêkê dixwazim silav û spasiya xwe pêşkêşî ji bo saziya Komaleya Malbatên Şehîdan MEBYADER û tevahî hevserokên MEBYADER a herêman bikim. Bi rastî di vê demê de bi taybet di van bîranînên berfireh de kedek mezin dan. Hevalên me yên di vê mijarê de peywendîdar jî xebatan dikin. Lê em li malperan bar dikin. Bi rastî jî xuya dike ku lidarxistina van merasîmên bibîranînê ya bi awayekî birûkûpêk û bêyî kêmasî bi saya keda hevserokên MEBYA-DER û rêveberiya wê ye. Bi rastî jî ev cihê pîrozkirinê ye; kedeke mezin e. Rast e, erkê wan, erkê me ye. Lê belê bi rastî jî ew xizmeteke mezin dikin. A niha malbatên şehîdan malbatên me ne. Yanî hemû malbatên şehîdan malbatên vê tevgerê ne. Malbat nirxek e. Û erkê me ya yê malbatan ew e ku em armancên şehîdan pêk bînin. Yanî li ser xeta Rêber Apo şopandina rêça şehîdan û meşandina têkoşînê.
‘Em deyndarên van şehîdên leheng in’
Em deyndarên van şehîdên leheng in. Em ê deynê xwe yê ji wan re çawa bidin? Em ê doza wan bigihînin serkeftinê, em ê bi vî awayî wan nemir bikin. Dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ bes ne dirûşmeyeke hestyar e. Dibe ku aliyekî wê yê hestyarî hebe lê belê di cewhera xwe de ne hestyar e. Heqîqetekê îfade dike. Di têkoşîna me de şehîd çavkaniyên hêzê ne. Şehîd pêşengên me ne. Rênîşanderên me ne. Bûn wesîle ku em werin li rex hevûdû û li rex hevûdu bisekinin. Yanî bi şehadeta xwe peyamek dan me, fermanek dan me; me bi vî rengî bi rê ve dibin. Jiber vê yekê ew hêz in û nemir in. Bi rastî jî nemir in. Rast e, di be ku bi awayekî fîzîkî ne ba me bin. Lê belê hêza ku afirandin, tevgera me bi rê ve dibe û di şert û mercên herî zehmet de jî li ser piyan digire. Rêber Apo têkildarî vê mijarê wiha dibêje; ‘’Mirina ji bo armanceke mezin û pîroz, nemirbûn e; jiyîna tim û tim e.’’ Şehîdên me jî wisa ne. Ew ê tim û tim zindî bin. Ji ber ku ew hêz in.
Hemû nirx ji aliyê wan ve hatin afirandin. Ew bûn wesîle ku ev tevger bigihîje vê astê û ev pêvajo bi vî rengî were meşandin. Bûn wesîle ku ev gel li seranserê cîhanê bibe gelekî serbilind. Roja îroyîn gelê Kurd, gelê Kurdistanê, jinên Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê dikarin bi şehîdên xwe şanaz û serfiraz bin. Gelê Kurd ji cîhanê re bûye mînak, sekna hatiye nîşandan mînak e. Ev hemû bi saya van şehîdan pêk hatin. Ji bervê yekê divê em doza şehîdan bişopînin. Divê hemû malbatên me jî xwe berpirsiyar bibînin. Yanî divê ew jî xwe di mijara parastina nirxên vê tevgerê, nirxên şehîdên leheng afirandine de xwe berpirsiyar bibînin. Ji bo vê yekê ne hewce ye ku teqez werin wezîfedarkrin; jixwe wezîfedar in. Malbatên şehîdan in. Gihîştine vê astê. Ev yek jî tevlîbûnek e. Awayekî tevlîbûnê ye. Divê bi îradeya xwe di mijara parastina vê tevgerê de xwe berpirsiyar bibînin. Yanî em hemû tevlî vê tevgerê bûn; ev tevger, tevgera şehîdan e. Dema ku Rêber Apo digot; ‘’PKK partiya şehîdan e’’ qest ev yek bû.
Xwediyên vê tevgerê şehîd in. Erkê me xizmeta ji wan re û xizmeta ji doza wan re ye. Weke hevrêyên wan, li rex me bi sedan heval şehîd bûn, erkê me ew e ku em doza wan bigihînin serkeftinê. Erkê me ev e. Ev erk dikeve ser milên malbatên şehîdan jî. Rast e, malbat dikarin bibêjin ku ‘’Em ne milîtan in.’’ Lê belê êdî di nava vê dozê de cihekî wan jî heye. Li gel derfet û hêza xwe divê bi berpirsiyarî nêzîk bibin û xwe birêxistin bikin. Bo nimûne beriya her tiştî hemû malbatên şehîdan dikarin saziyên xwe yên heyî zêdetir bi hêz bikin. Dikarin zêdetir xwedî li hevûdu derkevin. Di mijara pêşxistina têkoşîna şehîdan de rol mîsyoneke bi vî rengî bigirin ser xwe. Dibe ku hin ne bi zanebûnî bikevin nava nêzîkatiyên şaş. Di vê mijarê de divê tu kes nekeve nava nêzîkatiyeke şaş. Erkê me hemûyan ew e ku em ji doza şehîdan re xizmetê bikin. Ev pêkanîna doza şehîdan e. Divê em wan bi vî rengî nemir bikin û derbasî dîrokê bikin. Di vê mijarê de malbatên şehîdan kedeke mezin nîşan dane. Kedkar in û divê zêdetir xwe birêxistin bikin. Divê zêdetir bi berpirsiyarî nêzîk bibin, di pêşxistina xebatên welatparêzî û şoreşê de bibin xwedî rol û mîsyon.
‘Em ê li ser xeta Rêber Apo û şopa şehîdan bimeşin’
Şehîd nirxên gel in. Beriya her tiştî divê hemû welatparêz li hemberî heqîqeta şehîdan erkên xwe bizanibin. Şehîd ji kîjan malbatê be bila bibe, divê hemû welatparêz weke nirxê xwe bibîne. Û ya herî girîng jî mezinkirina têkoşîna wan e. Şehîdên me heya niha bingehên pir bihêz ava kirin. Li gel berxwedana wan hem stratejî hate avakirin hem jî serokatiya stratejîk hate mayîndekirin. Serokatiya stratejîk, stratejiya azadiyê ya vî gelê pêş dixe, aqilê Kurdan pêk tîne. Dibe wesîle ku xetek ava bibe. Şehîd jî yek ji esasên sereke yên vê yekê ne. Yanî nirxên pêşeroja me ne û em weke netew li dorê kom dibin. Em ê li ser xeta Rêber Apo, li pey şopa şehîdan bimeşin û êdî ber bi azadî û demokrasiyê ve bimeşin. Bingeha vê yekê hate avakirin.
Bi taybetî jin û û ciwan weke pêşengên civakê divê zêdetir li şehîd û xeta şehîdan xwedî derkevin. Û girêdayî vê yekê birêxistinbûnê xurt bikin. Weke ku me beriya niha jî anîz iman divê birêxistinbûna civakî ya demokratîk li herderê were pêşxistin. Yanî em civakê birêxistin bikin, bikin îrade û hêz. Erkê ku dikeve ser milên me ev e. Yanî divê em şehîdan zindî bigirin. Baş e em ê çawa zindî bigirin? Em ê doza wan pêş bixin. Xeta wan xurt bikin. Em ê li ser xeta wan têkoşînê mezin bikin. Civakê birêxistin bikin. Em ê civakê bikin îrade. Divê hemû kes xwe bi vî rengî berpirsiyar bibîne û bi vê nêzîkatiyê em layiqbûna xwe ya ji şehîdan re nîşan bidin. Van şehîdan bêyî daxwaza tu berjewendiyan ji bo berjewendiyên civak û gelê xwe xwe feda kirin. Têkoşîneke bi vî rengî meşandin. Lê belê li dû xwe nirxek û bingeheke xurt ava kirin.
Divê ciwanên roja îroyîn û hemû welatparêz qîmeta van nirxan bizanibin. Li ser van nirxên hatie afirandin êdî divê azadî were misogerkirin. Yanî têkoşîna hebûnê hatiye temamkirin; êdî divê têkoşîna azadî û demokrasiyê were mezinkirin û bi awayekî xurttir xwedî li ala şehîdan derkevin. Xwedîlêderketina şehîdan, di rastiyê de tê wateya xwedîlêderketina xwe. Tê wateya xwedîlêderketina doza me. Bi vî rengî tê wateya xwedîlêderketina pêşeroja me. Divê mesele bi vî rengî were dîtin û em nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan bidin.
Weke tê zanîn em di qonaxeke dîrokî, girîng û krîtîk de ne. Em dixwazin rêbaza têkoşîna xwe biguherînin. Em ji qonaxa şerê çekdarî derbasî qonaxa têkoşîna siyasî û civakî dibin. A niha em di serdemeke wiha girîng re derbas dibin. Di vê serdemê de divê hemû kes baldar û zanedar be. Ev 53 sal in em têdikoşin. Me 41 salan şerê çekdarî meşand. Di nava van 41 salan de agirbest çêbûn; tevahiya van 11 sal in. Yanî 30 salan şer hate meşandin. Şerekî gelekî dijwar û destanî hate meşandin. Tevahiya van şeran li gel ked û xwîna şehîdan hatin meşandin. Li gel keda Rêber Apo li ser piyan ma û hate pêşxistin. Roja îroyîn erkê dikeve ser milên me ew e ku em guherîna stratejîk bi baldarî û berpirsiyarî pêk bînin û bigihînin serkeftinê.
Me dev ji stratejiya erê çekdarî berne lê belê me dev ji têkoşînê bernedaye. Berovajî wê di serdêmên nû de têkoşîneke berfirehtir û mezintir hewce ye. Yanî em dikevin serdemeke nû. Di vê serdema nû de ji nû ve fedekarî, ji nû ve rastî, ji nû ve ked û têkoşîn hewce ne. Her wiha dibe ku zehmetiyên wê zêdetir jî bin. Yanî em ji qonaxekê derbasî qonaxeke din dibin. Divê em vê bingeha ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, bikin bingeha serkeftinê ya serdema nû. Di serdema nû de yanî di qonaxa aşitî û siyaseta demokratîk de ser bikevin. Rêber Apo çima ev guherîn anîn rojeva me? Ji ber ku ji vê yekê bawer dike; em jî li ser lêkolînan dikin û ji vê yekê bawer dikin. Em gihîştin wê baweriyê ku şerê çekdarî rola ku diviya bilîze, lîst û encamên xwe derxistin holê. Ji niha û pê ve em ê bi rêbazên siyasî, di çarçoveya hiqûqê de têkoşînê bimeşînin û serkeftinên mezintir bi dest bixin.”
‘Paradîgmaya me ji bo herêm û cîhanê ye’
Di dawiya axaftina xwe de Murat Karayilan bi bîr xist ku paradîgmaya wan ne tenê ji bo Kurdistanê lê ji bo Tirkiye, herêm û cîhanê ye û wiha derbirî: “Roja îroyîn her ku diçe em mezintir dibin. Em ê li gel van stratejiyên nû, stratejiya Aşitî û Civaka Demokratîk û siyaseta demokratîk bikaribin doza şehîdan bigihînin serkeftinê. Derfeta vê yekê heye. Lê belê ji bo vê yekê divê em pêvajoyê rast fêm bikin û rast tev bigerin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de nabeku sistbûn û belavbûn çêbe. Divê em li gorî xetê tev bigerin. Divê hemû kes li gorî hewcehî, hesasiyet û berpirsiyariya serdemê tev bigere. Di serî de kadroyên tevgerê piştre hemû welatparêz divê di vê mijarê de bi berpirsiyarî tev bigerin. Bi vî rengî di serdema nû de dikare têkoşînên siyasî û civakî werin pêşxistin û em xurt bikin. Armanca me pîroz e û armanceke mezin e. Ev bes ne armanca pêvajoyekê ye; em dixwazin ji bo mirovahiyê guherînekê pêk bînin. Em dixwazin li Tirkiyeyê guherînekê pêk bînin. Em dixwazin wekhevî û azadiyê dabîn bikin.
Di destpêkê de divê di kurttirîm demê de xebatên girêdayî Rêbertiya azad û Kurdistana azad tên birêvebirin, xebatên ji bo komara demokratîk û Kurdistana azad tên birêvebirin encamê bidin. Ger bi awayekî rast û li ser vê bingehê hate birêvebirin wê demê ji bo xwegihandina armancê derfet heye. Yanî di vê em ji vê yekê bawer bikin. Em pêvajoyê rast fêm bikin û gavên xwe bi tedbîr biavêjin. Em wisa tev bigerin ku wê li pêşiya me xefik jî hebin û em li gorî vê yekê pêngavên xwe biavêjin. Em gavên bi tedbîr biavêjin; bi vî rengî em doza şehîdan bigihînin serkeftinê. Em dikarin şehîdên leheng bivî rengî nemir bikin û doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Erkê dikeve ser milên me ev e û tevgera me wê di serdema nû de dîsa wekee tevgera şehîdan têkoşînê bimeşîne. Rast e ger wv qonax bi serkeftinê bi encam bibe êdî wê çek ji dewrê derkevin. Lê belê weke tevgera şehîdan girêdayî ruhê fedekariyê, ruhê komînal û kolektîf, bingeha azadiya jinan civaka azad were avakirin. Di vê serdema nû de jî wê lehengên me ji bo me dîsa bibin pêşengên nemir û tim û tim bibin çavkaniya me ya hêzê. Em dikarin bes bi vî rengî bigihînin serkeftinê. Girêdayî vê yekê ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim û ez dubare tînim ziman, Şehîd Namirin, Şehîd Namirin.”













