Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ bi beşdariya mêvanên navneteweyî li Amedê dest pê kir. Di vekirina konferansê de Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser rola jinan û aşitiya ku ji zemînê ve tê avakirin. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku qanûna çarçoveyê ya ku dê were derxistin, divê hemû hêzên çekdar, girtiyan û kesên li dîasporayê bi rengekî berfireh bigire nava xwe.
Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Eywana Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixin, dest pê kir. Rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan, hevşaredarên Amedê û gelek parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li konferansê bûn. Siyasetmedar û Fermandarê berê yê FARC-EPê Victoria Sandino, Berpirsyarê EH BILDUyê têkiliyên navneteweyî û polîtikayan Igor Zulaika Zurimendi, endamê Meclîsa Jiyanê Gerry Kelly, Endamê Şandeya DEM Partiyê yê Îmraliyê û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û Mûhîttîn Altûn ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket weke axivêr tev li konferansê bûn. Konferans wê ji 3 rûniştinan pêk were.
Konferans ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
‘Aştî tenê bi rêbazên demokratîk û civakî pêkan e’
Ewilî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak bal kişand ser krîza modelên aşitiyê yên klasîk û destnîşan kir ku peymanên li paytextên dûr û di navbera zilaman de tên kirin, bersivê nadin pirsgirêkan. Serra Bûcak diyar kir ku aşitî tenê bi rêbazên demokratîk û civakî pêkan e û wiha got: “Em vê pêvajoya avakirinê ne ji jor ve, wekî pêvajoyeke wisa dibînin ku di tax û gundan de, mal bi mal, kolan bi kolan tê avakirin; li ku derê karker, ciwan û jin bi awayekî fîîlî dijîn û tên cem hev.”
Serra Bucak, bal kişand ser wateya dîrokî ya rojê û anî ziman ku lidarxistina konferansê ya di salvegera 11ê Tîrmehê de ne tesaduf e. Serra Bucak, girîngiya vê rojê bi bîr xist û wiha domand: “Îro salvegera gava dîrokî ye ku di 11ê Tîrmeha 2025an de hatibû avêtin e. Îro salvegera wê rojê ye ku PKKê, ango Tevgera Azadiya Kurd, çekên xwe bi awayekî sembolîk şewitandibûn. Nîqaşkirina pêvajoyê ya piştî salekê ji bo me pir hêja ye.”
Rola jinan a di aşitiya herêmî de: Mînaka Îrlandayê

Hevşaredar Serra Bucak destnîşan kir ku ji bo aşitiyeke mayînde divê dengê herêmê û jinan bibe bingeha peymanan û Koalîsyona Jinan a Îrlandaya Bakur ji bo rola jinan a di pêvajoyên muzakereyê de wekî mînak nîşan da û wiha got: “Mêvaneke me ya ji Îrlandaya Bakur heye û em dizanin ku di mînaka Îrlandaya Bakur de, Koalîsyona Jinan a Îrlandaya Bakur di pêvajoya aşitî û muzakereyan a ku dihat meşandin de bûye aktoreke girîng û pêşeng.”
Pergala cerdevaniyê divê rabe
Paşê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku di pêvajoya bêçekkirinê de divê pergala cerdevaniyê teqez were betalkirin û wiha got: “Pêvajoya bêçekkirinê tenê ne meseleya rêxistinê ye. Divê pergala cerdevaniyê ji çekan were pakkirin. Hûn hesab bikin dema ku kesekî çekdar vegere gundê xwe û li wir cerdevanekî biçek hebe, dê çi pirsgirêk derkevin.”
Divê dawî li qeyûman were
Cîhan Aydin anî ziman ku qedandina sepanên qeyiman dê baweriyê ava bike û wiha berdewam kir: “Guhertina sepanên qeyiman gaveke pir girîng e ku dê baweriyê ava bike. Her wiha qanûna çarçoveyê ya ku dê were derxistin, divê hemû hêzên çekdar, girtiyan û kesên li dîasporayê bi rengekî berfireh bigire nava xwe.”
Rola Meclîsê û komîsyona serbixwe
Cîhan Aydin li ser kêmasiya mekanîzmayên çareseriyê û rola meclîsê jî rawestiya û wiha got: “Divê Komîsyona Meclîsê hinekî din were biçûkkirin, li ser bingeha temsîliyeta wekhev were avakirin û ji civaka sivîl re vekirî be. Her wiha avakirina komîsyoneke çavdêriyê ya serbixwe jî gelekî girîng e.”














