• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

Amed / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 12:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku dê du rojan berdewam bike, li Amedê dest pê kir. Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê li dijî siyaseta hişmendiya baviksalar bajarên azad, qadên azad bên afirandin û hate diyarkirin ku ji bo cîhaneke jin bikarin lê bijîn divê têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê mezinkirin.

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma ‘Bi Îradeya Jinan Em Dibin Komun, Bi Rêveberiyên Herêmî Civaka Azad Dihûnin’ li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de gelek jin tev li konferansê bûn. Di konferansê de pankarta ‘Em Bi Jinê Komunan, Bi Rêveberiyên Xwecihî Civaka Azad Ava Dikin’ hate vekirin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li konferansê bûn. Konferans bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Jinan dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ berz kirin. Dûre sînevîzyona li ser Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hate nîşandan.

‘Armanca me civakîbûne’

Destpêkê Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) Neslîhan Şedal axivî û ev tişt got: “Di dîrokê de jî her karê rêveberiyê û xwereveberiyê bi pêşengiya jinan hatiye avakirin. Civaka azad, civakeke vekirî, bi pêşengiya jinan hatiye birêvebirin. Lê hişmendiya baviksalar di her qad û mekanîzmayên rêveberiyê de, jin wekî jin, bi nirxên xwe û bi destketiyên xwe, hatiye tecrîdkirin. Em jî wekî hemû qadan, di qada rêveberiya xwecihî de jî di pêşengiya jinan de bi modeleke demokratîk, ekolojîk ya ku jinan diparêze û bi pergala hevserokatiyê, xwe di nav civakê de saz dikin, polîtîkayên bi hişmendiya azad diafirînin û dîsa van polîtîkayên me, bi awayekî xurt, xwe di nav civakê de saz dikin.”

‘Divê bajarên azad bên afirandin’

Neslîhan Şedalê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Helbet raperîna me, li dijî siyaseta hişmendiya baviksalar e. Em wekî jin dibêjin, bajarên azad, qadên azad, bi van polîtîkayên hişmendiya azad, divê bên afirandin. Em jî, li gorî vê erka ku di vê pêvajoyê de hatiye pêşiya me, di nav qadan de, di nav civakê de, em ê bi vê mebestê xwe saz bikin. Ev konferans di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelan Rêzdar Abdullah Ocalan daye destpêkirin de pêk tê. Ji ber vê yekê xwerêxistinkirin, polîtîkayên afirandin û sazkirina wê, divê ku li gorî vê bangawaziyê bibe. Ruhê wê jî, ruhê komûnal e, avakirina civaka demokratîk û civaka komûnal e. Ji ber wê ye ku armanca me ya herî zêde, civakîbûna vê bangawaziyê ye.”

‘Bila Konferansa me bibe naskirina îradeya jinan’

Neslîhan Şedal xwest ku konferansa wan bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Bila konferans bibe wesîleya vekirina dergehên zindanan; bila bibe xwedî statubûna zimanê me û çanda me; bila bibe wesîleya naskirina îradeya jinan, naskirina îradeya gelan. Dîsa ji bo me serkeftî be. Ji bo her hevalek, em serkeftinê dixwazin.”

‘Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava têkoşîneke pir xurt a jinan heye’

Dûre Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku qada ku herî zêde divê aştî lê were parastin rêveberiyên herêmî ne û wiha axivî: “Siyaset li Tirkiyeyê êdî bi polîtîkayên li gorî ruhê demê re rû bi rû ye. Ma em dikarin vê yekê ji azadiya jinên Kurd û ji azadiya tevgera Kurd serbixwe bigirin dest? Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava têkoşîneke pir xurt a jinan heye ku pêşengiyê ji cîhaneke nû re dike. Sêdarên li Îranê, êrîşên DAIŞê yên li Rojava û hişmendiya serdest a mêr a li Tirkiyeyê; herî zêde jî meseleya rênedana vê pergalê ye ku dê jin pêşengiya wê bikin.”

‘Em têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mezin bikin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û diyar kir ku ev pergala mêrsalar a ku çav berdaye mafê nafakaya jinan, dê biguherin û wiha got: “Ev têkoşîn, li dijî hişmendiya mêr binesaziya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Em xwedî li peywireke dîrokî derdikevin. Ji bo ku cîhaneke em bikarin lê bijîn divê em têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ mezin bikin. Bila aştî û azadî bi keda me hemûyan şîn bibe.”

Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: konferansa jinanRêveberiyên Herêmî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peyama girtiyên siyasî di Konferansa Jinan de hate xwendin

Peyama girtiyên siyasî di Konferansa Jinan de hate xwendin

7 HEZÎRAN 2026

Jin beriya konferansa 6-7ê Hezîranê civiyan

21 GULAN 2026
Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

24 NÎSAN 2026
Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

12 ADAR 2026
‘Hevserokatî xeta mor e’

‘Hevserokatî xeta mor e’

25 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne