• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komkujiyên Îranê matmayî hişt: Bangawaziyên mûdaxileyê zêde dibin

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÇILE 2026 - 10:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rejîma Îranê piştî înternet qut kir û cereyan li ser hind bajaran birîn, înfaz û komkujiyên xwe zêde kirin. Dîmenên ji hêla welatiyan ve hatine kişandin û hatin weşandin de li gelek bajaran cenazeyên bi sedan kesan li qadan hatine rêzkirin. Li ser van dîmenên cîhan matmayî hiştin bangawaziyên mûdahalekirina li hemberî rejîma mola jî zêde bûn. Li aliyên din ligel hemû zordariyan jî şevê din li gelek bajar û bajarokên Îranê bi sed hezaran kes daketin qadan û bi hêzên rejîmê re pevçûnan berdewam kir.

 

Li Îranê xwepêşandanên di çarçoveya serhildana gelan de pêk tê di roja 16an de berdewam kir. Di serî de paytext Tehranê li metropolên Îranê bi sed hezaran kes daketin kolanan û îstîfaya rejîma Îranê xwestin.

Qutkirina înternet û ceyranê didome

Rejîmê bi boneya dîmenên serhildanê li hundir û derve bandor dike û bala raya giştî dikişîne di 8ê çile de li tevahiya welat înternet bi tevahî qut kir. Qutkirina înternetê di roja çaran de jî berdewam kir. Li gorî saziya şopandina înternetê ya navneteweyî li Îran di çar rojên dawiyê de daneyên înternetê ketin asta sifirê. Her wiha rejîm gelek caran li bajarên serhildan pêk tên cereyanê jî dibire û zemîna êrişan ava dike. Piştî birîna înternetê û qutkirina têkiliya ji derve rejîmê êrişên xwe zêde kirin û hejmara welatiyên hatine qetilkirin zêde dibin.

Hejmara kuştiyan zêde dibe

Li hemberî mezinbûn û berfirehbûna serhildanê ya li tevahiya bajaran rejîmê lez da girtin û înfazan. Di çend rojên dawiyê de hêzên rejîmê guleyên rasteqîn bikar tîne. Ligel qutkirina înternetê jî dîmenên çalakiyan bi riyên cuda tên şandin. Di dîmenan de xuya dike ku bi sedan cenazeyên kesên ji hêla rejîmê ve hatine înfazkirin li qadan hatine rêzkirin. Welatiyên li xizmên xwe digerin hewil didin di nav bi dehan kesên hatine qetilkirin de xizmên xwe peyda bikin. Ev dîmena ligel hewildanên tarîkirinê yên rejîmê jî derkete ji derve li cîhanê bandorek mezin kir. Li gorî çavkaniyên herêmî û rêxistinên navneteweyî hejmara kuştiyan ji 2 hezarî boriye. Piştî dîmenên bi sedan cenazeyên li erdê rêz bûyîn derketin fikara zêdebûna komkujiyên rejîmê jî zêdetir bû.

Li gel hemû êrişan çalakî nasekinin

Erişên hêzên rejîmê û zordariyên li ser gel tên meşandin hêrsa gel mezintir dike. Ligel girtin û kuştinan jî di roja 16an de jî bi sed hezaran kes daketin kolanan û xwestin ku rejîma despotîk ya molayan îstîfak bike. Şevê din li paytext Tehranê, Tebrîz, Meşhedan, Qûm, Şîraz, Benderebas, Xoy, Karaj, Îlam, Şahsavar, Qazvîn û bi sedan deverên din bi sed hezaran kes bi sloganên, “Ji dîktator re mirin”, “Bimire Xemaney” û “Azadî nêzîke, bijî şoreş” berteka xwe danîn holê û îstîfaya rejîmê kirin.

Guleyên rasteqîn hatin bikar anîn

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin û dîmenên hatine bi destxistin şevê din jî hêzên rejîmê ligel bajaran êrîşî çalakiyan kirin. Di navbera gel û hêzên rejîmê de ligel bajaran heta derengî şevê pevçûnan berdewam kir. Li hemberî êrişan gel bi dar û beran bersiv da. Li hind bajaran hêzên rejîmê gulebaran kirin û li gorî agahiyan gelek kes di encama van êrişan de jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.

Rejîmê zimanê gefan bikar tîne

Qutkirina înternetê, birîna ceryanê û zêdebûna êrişan nîşan dide ku Tehran li hember zêdebûna xwepêşandanan paşve gav navêje, gefên nû dixwe û retorîka xwe hişk dike. Her wiha tevî bêaramiya li gelek bajaran nêzîk guherînê nabe. Serkirdayetiya Îranê, li şûna ku hêrsa gel qebûl bike an jî pêşniyara lihevkirinê bike, zor daye tundî û zordariya li ser gel. Ev helwest roja Înê bi awayekî herî zelal li ser televîzyona dewletê hate nîşandan, bi gefên veşartî yên li dijî xwepêşanderan. Medyaya rejîmê jî gel wekî pêlîstokên Amerîka û Îsraîl3e nîşan dide û hewil dide komkujiyan rewa bike.

10 fermandarên rejîmê hatine kuştin

Şaredarê Tehranê Elîreza Zekanî ku tev li televîzoynek nêzî rejîmê bû, daxuyand ku heta niha 10 fermandarên hêzên rejîmê jiyana xwe ji destane û bi vê boneyê gel tehdît kir. Her wiha Zekanî şewitandina saziyên rejîmê jî bi bîr xist û ev yek wekî nîşaneya lîstikên hêzên derveyî nîşan dan. Ligel hemû zordariyên rejîmê jî hindî diçe zêdetir gel tev li serhildanê dibin û her wiha berteka xwe ya li hemberî rejîmê bi rêbazên cudatir nîşan didin.

Cîhan piştgiriya gelê Îranê dike

Ligel ku rejîma Îranê di hundir de bi qutkirina înternetê û birîna ceryanê hewil dide serhildanê bi şidetê tepisîne jî dengê berxwedanê li tevahiya cîhanê belav bû. Gelên Îranê yên li derveyî welat dijîn li welatên wekî Amerîka, Kanada, Ingilîstan, Holanda, Îskoçya, Îtalya û gelek welatên din daketin kolanan. Bi sed hezaran kesên meşiyan piştgirî dan serhildanê û rejîma Îranê protesto kirin. Di meşan de ala Îranê ya niha hate şewitandin û li şûna wê ala Îranê ya berê hate rakirin. Di meşan de sloganên rejîm û sûcên wê şermezar dikin hatin berzkirin û daxwaza îstîfayê hate kirin.

Bangawaziya alîkariya navneteweyî

Di meşên girseyî pêk hatîn de gelek axaftvan û meşvanan balkişandin ser komkujiyên pêk tên û banga mûdahaleya navneteweyî li Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê kirin. Çalakvanan xwest ku cîhana demokratîk berteka xwe nîşan bide û li hemberî komkujiyên rejîma mola bêdeng nemîne.

Tundirawek Mûcahîdên Gel êrişî girseyê kir

Li bajarê Los Angeles ê DYAyê bi deh hezaran Îranî û dostên wan bi armanca piştgiriya gelê Îranê meşiyan. Di dema meşê de kesek endamê rêxistina “Mûcahîdên Gel” ku hêzek paramîlîter a nêzîk rejîmê ye, êrişî girseyê kir. Kes li qamyoneke nivîsa, “Ji Şah re na” li ser nivîsî kete nav girseyê. Kesê wesayît ajot ser girseyê bû sedema birîndarbûna gelek kesan. Piştre girseyê mûdaheyî êrîşkar kir û bi lêdanê radestî polîsan kir.

Etîket: Bangên MudaxileyêDonald TrumpDYARejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne