• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîna Dokumanteran a Gulistan Tara hat avakirin

Navenda Nûçeyan / AW

3 ADAR 2025 - 14:37
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara ava bû. Hate ragiahndin ku rêze-dokûmantereke ji 90 beşî ya bi navê ‘VEJÎNA KURD’ a li ser dîroka PKKê wê di demeke nêz de bê weşandin.

Komîna Dokumanteran a Gulistan Tara di hesabên xwe yên medya dijîtal de bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand.

Komînê di daxuyaniya xwe de li ser armanca damezrandina xwe ev yek anî ziman:

“Di nava rêûresma ragihandina Tevgera Azadiyê ya Kurd de, ji Mazlûm DOGANAN heta bi GURBETELIYAN, ji Apê MÛSAYAN heta bi Xelîl DAGAN, Ji Naziman, ji Cîhanan, ji Kemalan, ji Egîdan heta bi Gulistanan gera li heqîqetê dewam dike û wê dewam bike…”

Ji bo rêûresma qala wê tê kirin jî ev yek hat gotin: “Em di serdema ragihandinê de ne. Li gorî vê, pêwîst e ku ev çepera nipînû ya berxwedanê ji bo belgekirina heqîqetê, ji bo bûyerên qewimî ji siberojê re bi awayekî mayînde bimînin û ji bo dîrokeke rast û durist were nivîsandin, hewce ye.”

Di daxuyaniyê de li ser Komîna Dokumanteran a Gulistan Tara agahî hatin dayîn û wiha hat gotin: “Komînê xwe li çar beşên Kurdistanê û li derveyî welêt bi rêxistin kiriye, dest pê kiriye tecrûbe û ezmûnên belgekariya bi qasî nîvsedsalekê ya di nava rêûresma ragihandina azad de, arşîva dewlemend û kulliyata teorîk berhev dike û bi ser hev de tîne. Bi komînbûneke nû xebatên belgekariyê yên li Kurdistanê têne kirin û bi vî awayî; bi vê xebatê xwe didin ber barê belgekariyê.”

Rastnivîsandina dîrokê

Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi vê xebatê û bi vî şêweyî, bi rênîşaneriya heqîqet, belge û agahî-zanînê; bi hêz û palpiştiya dîmen, wê xwegihandina civakan pêk bê û wê ev hemû bi gewde bibin; wê veguherin nirxan, wê tiştên qewimî di bîra civakî de bêne neqişandin û bi vê, wê hetahetayî bimînin. Di heman demê de wê ev yek têra xwe bi kêra rastnivîsandina dîrokê were.

Ji bo ji nû ve civakbûneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bê û di vê çarçoveyê de ji bo tevahî heqîqetên hatine tepisandin û belovajîkirin bêne eşkerekirin, komîna me xwe berpirsiyar dibîne û bêşert û merc xwe dide ber vî kar û barî. Belgekarî tenê bi dayîna daxuyaniyan bi sînor nîne. Di her qada civakê de bîr û hafizayê çêdike, perwerdekarî û rêzaniyê dike ango xwe dide ber barê civakbûnê. Di heman demê de, ew berhemeke hestyar e; cîhana wijdan û zêhniyetê ya civaka demokratîk pêk tîne, baş dike, ava dike. Ev rastiyên ku qala wan têne kirin, sedem û gerek in; da ku xebatên belgekariyê bêhtir bi bandor, berfireh, rêxistinî û hostayî bêne kirin.

Bi vê armancê, em radigihînin ku em bi navê Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara weke beşekî rêûresma ragihandina azad di lêgerîn û têkoşîna dijwar a heqîqetê de cihê xwe digirin.”

Her wiha Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara bi daxuyaniya xwe da zanîn ku komuna wan bi kedeke mezin bi xebateke 8 salan rêze-dokumanterekî 90 beş ê bi navê “VEJÎNA KURD” li ser dîroka PKKê bi Kurdî û Tirkî weke du versiyonan amade kiriye û mizgînî dide ku wê ev berhema giranbuha di demeke nêz de li pêşberî temaşevanan be.

Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara ji hesabên medyayê civakî yên li jêr dikare bê şopandin.

Gmail: [email protected]
YouTube: @KominaDokumanteraTara
İnstagram: kominadokumanteratara
X: @TaraDokumanter

Rojnameger Gulistan  Tara li gel rojnameger Hêro Bahadîn di meha Tebaxa 2024an de li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê di endama êrişa bombebaranê ya SÎHAya dewleta Tirk ve hatibûn kuştin.

Etîket: Gulistan TaraHêro Bahadîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnameger Sûna Tûnç: Dengê Gulistan û Hêro hîn gurtir dibe

Rojnameger Sûna Tûnç: Dengê Gulistan û Hêro hîn gurtir dibe

23 TEBAX 2026
Rojnamevan Tara û Hêro hatin bibîranîn 

Rojnamevan Tara û Hêro hatin bibîranîn 

22 TEBAX 2026
‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

22 TEBAX 2026
Dengê ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibe

Dengê ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibe

31 TEBAX 2025
Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

Weşana malpera înternetê ya Vejîna Kurd dest pê kir

23 GULAN 2025
Cenazeyê Mustafa Tekîk bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê Mustafa Tekîk bi girseyî hat veşartin

11 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne