• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komên Şamê jiyanê li welatiyên Elewî dikin zindan

Hema / AW

5 SIBAT 2026 - 09:07
Kategorî: ROJANE
A A

Şêniyên gundên Sehil El Xab a Hemayê ku piraniya wan Elewî ne ji ber êriş, talan û diziyên komên Şamê bêzar bûne û diyar dikin ku mal û canê gelê herêmê di xeteriyê de ye.

Komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi awayek bêkontrol tevdigerin û jiyanê li welatiyan heram dikin. Şêniyên herêmê diyar dikin ku rêya di navbera gundên Sehil el Xab ên dikevin bakur û rojavayê Hemayê yên wekî Til el Teten, Til el Siyah, Til el Xar, Horat, Emûrîn û El Letme bûye wekî deriyên sînor ên nefermî yên di navbera dewletan de. Li gorî gotinên şêniyên herêmê ew rê êdî ne ewle ne û rojane dema karmend diçin ser karê xwe û cotkar diçin nava zeviyên xwe, têne talankirin û destdirêjiya devkî li wan tê kirin.

Malên welatiyan talan tên talankirin

Niştecihên herêmê ji vê rewşê gilî kirin û anîn ziman ku sewal, telefon, motorsîklêt, pere û eşyayên wan ên keseyî ji wan tên standin û dest datînin ser mal û milkên wan. Welatiyan anî ziman ku êdî mijar ji dizî û şelandinê jî derketiye û bi çekan qesta canê wan tê kirin. Hate zanîn ku berî niha çend rojan komên Şamê êrişî çewlikek çêlekan a şêniyekî herêmê kirine û gef li xwediyê çewlikê xwarine. Şêniyan anî ziman ku êdî cotkar newêrin biçin nava zeviyên xwe yên çandiniyê û her tim sewalên wan ji aliyê çekdaran ve têne dizîn.

Gilî dikin lê tiştek naguhere

Welatiyan anîn ziman ku piraya niştecihên herêmê Elewî ne û ji ber vê yekê jî çiqas giliya van komên çete dikin jî tiştek naguhere. Welatiyan anî ziman ku niha jiyana wan ji ber destdirêjiya çekdaran di xeterêyê de ye û nikarin li hemberî wan xwe biparêzin. Her wiha şênî dibêjin ew her tim li qereqola polîsan gazinca dizî û destdirêjiya van komên çekdar dikin, lê polîs tenê pere ji şêniyan digirin û nêzî van komên çete nabin.

Gerînendetiya Hêzên Ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li herêma Sehil El Xab ragihand ku wan ji bo ewlehiya herêmê û parastina mal û milkên gel bendên kontrolê danîne û bi şev dewriyeyan derdixin. Lê welatî vê wekî îdîayek ne rast dibînin diyar dikin ku herêma Sehil El Xab ji ber şer û felaketên xwezayî gihaştiye asta man û nemanê û tu ewlehiya mal û canê wan nemaye.

Etîket: ÇeteDAIŞHemaHTSSûriyetalan û dizî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne