• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KNK: Jîngeha me niştîmana me ye

Navenda Nûçeyan / AW

30 TÎRMEH 2025 - 10:44
Kategorî: EKOLOJÎ, ROJANE
A A
KNKê derbarê şewata li Çiyayê Aviyerê û greva giştî ya 29ê Tîrmehê dest pê kir de daxuyaniyek da û cangoriyên jîngehparêz bibîr anî û polîtîkayên rejîma Îranê ya talankirina xwezayê û zextên li ser civakê şermazer kir.

Komîsyona Jîngêhê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî şewata li Çiyayê Aviyerê daxuyaniyek da û cangoriyên jîngehparêz bibîr anî û polîtîkayên talankirina xwezayê û zextên li ser civakê ya rejîma Îranê şermezar kir.

Daxuyanîya Komîsyona Jîngehê ya KNKê bi vî rengî ye:

“Li nêzîkî bajarê Sineyê agir bi Çiyayê Aviyerê ket û hejmarek ji çalakvanên jîngehparêz yên ku ji bo kontrolkirina agir çûbûn bilindahiyên Aviyerê şehîd û birîndar bûn.

Bi navê Komîsyona Jîngehê ya KNKê, em sersaxiyê ji malbatên wan sê çalakvanên jîngehê, şehîdan: Hamed Muradî, Çiyako Yûsifînejad û Xebat Emînî re dixwazin, ku ji bo parastina jîngeh û niştîmana me canê xwe feda kirin. Her wiha em ji birîndaran re jî ku di bin çavdêriya bijîşkî de ne, şîfayê dixwazin. Ev mirovên fedakar mînakek berbiçav a hesta berpirsiyariyê û têkoşîna dilsoz ji bo jîngeha Kurdistanê ne. Bila bîranîn û navê wan her tim bilind be û cangorî namirin.

Em baş dizanin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ne tenê bi awayekî sîstematîk jîngeha Rojhilatê Kurdistanê talan kiriye, di heman demê de tu hewldanek ji bo parastina wê nîşan nedaye û bi zanebûnî ji bo wêrankirina wê dixebite. Girtina çalakvanên jîngehê û cezayên wan ên zindankirinê, şewitandina daristanan û nebûna her planekê ji bo parastina jîngehê, ne tenê nîşaneyên xemsariya rayedaran in, di heman demê de hewldaneke qestî ji bo wêrankirina xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev di çarçoveya têkiliyek newekhev û neqanûnî ya navbera hêz û xwezayê de ye, ku jîngeh ji bo rûbirûbûna gelê Kurd veguherandiye çekekî. Ji ber vê yekê, em têkoşîna ji bo jîngehparêzîyê wekî mijarek siyasî û bingehîn dibînin, ji ber ku em di bin sîstemeke wisa de ne ku jîngeha Kurdistanê veguherandiye qadeke cezakirinê.

Em ji rayedarên Komara Îslamî re radigihînin ku xemsariya têkildarî şewitandina jîngeha xwezayî û daristanan, wêrankirina deverên parastî, destdirêjiya li ser çavkaniyên avê û zirardayîna jîngehê ne tenê li dijî jîngeh û gelê Kurd e, di heman demê de li dijî jiyan, dîrok û mirovahiyê ye jî.

Wekî Komîsyona Jîngehê ya KNKê, heta ku şewitandin, talankirin û wêrankirina xwezaya me bi dawî nebe em ê têkoşîna xwe ya sivîl û jîngehparêz bidomînin. Em piştgiriya xwe ya ji tevahiya rêxistin û encumenên jîngehparêz, komên dilxwaz, hemû kesên ku dilsoz in û jîngeh û Kurdistanê diparêzin re dubare dikin.

Em bang li gelê xwe û hemû jîngehparêz û mirovdostan dikin ku bibin yek û fişareke navneteweyî li ser Komara Îslamî bikin, da ku pêşî li talankirin û wêrankirina jîngehê li Rojhilatê Kurdistanê bigirin. Ji bo parastina xwezayê û dabînkirina jiyaneke azad û ji bo gelê Kurdistanê û gelên cîhanê.

Jîngeha me niştîmana me ye, erkê me ye ku em wê biparêzin!”

Etîket: ÇiyayêAviyerêKNKRejîma ÎranêSîne
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

32 welat xwestin Îran darvekirinan rawestîne

32 welat xwestin Îran darvekirinan rawestîne

13 TEBAX 2026
Li nêzî Deryaya Ûmmanê êriş li keştiyeke bazirganiyê hate kirin

Li nêzî Deryaya Ûmmanê êriş li keştiyeke bazirganiyê hate kirin

4 TEBAX 2026
Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

4 TEBAX 2026
Selahattîn Soro: Tasfiyekirina Îranê dê hevsengiyên li herêmê xira bike

Selahattîn Soro: Tasfiyekirina Îranê dê hevsengiyên li herêmê xira bike

29 TÎRMEH 2026
Li Hewlêrê hejmarek dronên rejîma Îranê hatin xistin

Li Hewlêrê hejmarek dronên rejîma Îranê hatin xistin

28 TÎRMEH 2026
Hêzên rejîma Îranê dayik, xwişk û bira kuştin

Hêzên rejîma Îranê dayik, xwişk û bira kuştin

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne