• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

Navenda Nûçeyan/ AW

25 ADAR 2026 - 12:38
Kategorî: ROJANE
A A
KNKê piştgirî da projeya ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ ya li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin û got: “KNK bi vê yekê wek erkê xwe dibîne ku di vê qonaxa hesas û aloz a herêmê de hewl bide konferanseke berfireh lidar bixe.”

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî projeya ‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’ ya ji aliyê komek ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ve hate destpêkirin, daxuyaniyek da.

KNKê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanc û pêdiviya avabûna xwe û wiha got: “Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) radigihînin ku ji destpêkê ve, armanca damezrandina KNKê lihevkirin û yekîtiya neteweyî li hemû beşên Kurdistanê û dîasporaya Kurd a li çar aliyê cîhanê bû. Ji bo gehîştina armancên şehîdan û xebatkarên gelê me û azadiya κurdistanê bû ye. Ji bo vê armancê, me bîst û heft sal in hewlên me li ser xeta nîştimaní û neteweyî li hemû astên siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî me meşandiye. Ji bo vê armancê, me bi sedan konferansên herêmî, Kurdistanî û navneteweyî a berfireh li dar xistine. Di heman demê de, civîn, helwest û beşdariya me ya berfireh di hemû mijarên nîştimanî neteweyî yên girîng û biryardar de ji bo me pêşîniya me bûye. Me bi berdewamî bang li gel, partî û rêxistinên Kurdistan kiriye ku di çarçoveya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de xwe bi yekîtî rêxistinî bikin û armancên neteweyî û nîştimanî yên Kurd û Kurdistanê wekî bingeh bigirin.”

‘Serkeftin bi yekitiyê re girêdayî ye’

Di berdewama daxuyaniya xwe de KNKê diyar kir ku wan têkoşîna siyasî û dîplomatîk ne tenê li ser asta navxweyî, lê di asta navneteweyî de jî bi pêş xistiye û wiha pê de çû: “Bi taybetî li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, me dît ku hevgirtina Kurdan di asta herêmî û navneteweyî de çiqas bandorê li yekîtiya gelê Kurd û navendên biryardanê yên li cîhanê dike. Her wiha me dît ku ragihandina hevpeymaniya hêzên Rojhilatê Kurdistanê çawa hesta neteweyî ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, lê li seranserê Kurdistanê geş kir. Ji ber vê yekê, şertê serketina gelê Kurd û pêkanîna maf û armancên wan di asta gotûbêjên siyasî û stratejîk de bi yekîtiya me ve girêdayî ye. Bi taybetî ji ber ku Rojhilata Navîn di şerekî dijwar de ye û diguhere û vediguhre. Di vê navberê de, Kurd dikarin bibin hêzek bi bandor ji bo guhertin, aramî, aştî û jiyana hevbeş. Divê em bizanin ku çarenûsa Kurdan li hemû beşên Kurdistanê û cîhanê bi hev ve girêdayî ye. Ev çarenûs tenê bi helwestek hevpar di bin sîwana welat û neteweyê de û bi rêxistinkirina gel û neteweya me bi hemî hêz û rêxistinên azadîxwaz û neteweyî ve dikare were misoger kirin.”

‘KNK dê hewl bide konferanseke berfireh li dar bixe’

KNKê di dawiya daxuyaniya de piştgirî da hewldan û projeya rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ya ji bo yekîtiyê û wiha derbirî: “Em vê yekê weke têkoşîn, erk û armanca xwe ya rastîn dibînin. Her wiha em girîng û pêwîst dibînin ku bibe bingeha konferansek niştîmanî û neteweyî ya hevbeş a tevahiya Kurdistan û dîasporaya Kurd, bi tevlîbûna tevahîya partî û rêxistin û kesayetiyên neteweyî, ji gihîştin bi xîtabeke bilind a stratejiya niştimanî ya hevbeş ku bibe nexşerêya xebat û azadî û avakirin û bersivdayina erkên pêvajoyê. Ji bo vê jî wek her tim KNK bi erkê xwe dibîne ku di vê qonaxa hesas û aloz a herêmê de hewl bide konferansek berfireh lidar bixe.”

Etîket: daxuyanîhewldanKNKYek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek eyekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne