• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

Wan / AW

23 HEZÎRAN 2026 - 21:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînên gel ên li Erdîşê de bal kişand ser dîroka qedîm û pêvajoya aştiyê û got: “Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye. Ev mafdarî bi saya birêz Abdullah Ocalan e.”

Civînên gel ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşmeya “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” hatine destpêkirin, gund bi gund û navçe bi navçe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, şandeya DBPê bi pêşengiya hevserokê xwe yê giştî Keskîn Bayindir li navçeyên Erdîş û Tûşba yên Wanê bi gel re hate cem hev.

‘Divê em yekitiya xwe ava bikin’

Şande ewilî li Baxçeyê Milet û li gundewarên Geliyê Zîlan û Hesenevdalê bi welatiyan re hat cem hev û pirsên li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bersivandin. Keskîn Bayindir li vir axivî û bal kişand ser girîngiya gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin û got: “Zêdetirî salekê ye ku Rêberê me pêvajoyek daye destpêkirin û em jî li her derê radigihînin ku em xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin, nîşanî tevahiya cîhanê da ku niyeta me çareserkirina pirsgirêka bi rêya yasa û qanûnan e. Ji komkujiya Geliyê Zîlan û vir ve me pir êş kişandin, lê Kurdan tu carî serê xwe li ber zaliman netewand. Îro têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye. Ev mafdarî bi saya birêz Abdullah Ocalan e. Di aliyekî vê pêvajoyê de birêz Abdullah Ocalan heye, di aliyê din de jî dewlet heye. Wekî ku birêz Abdullah Ocalan dibêje, qedera me di destê me de ye û divê em yekitiya xwe ava bikin.”

‘Demokrasî ji bo her kesî pêwîst e’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e, pirsgirêka her kesî ye û bang li aliyên din kir ku mil bidin dayikên Kurd. Keskîn Bayindir bi domarî wiha axivî: “Demokrasî ji bo her kesî pêwîst e. Werin di vê pêvajoyê de dilpakiya xwe nîşan bidin û aşitiyê ava bikin. Muhatab ne tenê AKP û MHP ye, herkes e. Em dixwazin di bingeheke yasayî de azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk bînin û pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bibe.”

‘Divê em şer û nefamkirina di nav civaka xwe de biqedînin’

Şandeyê piştre serdana gundê Hesenevdalê kir. Keskîn Bayindir li vir bal kişand ser giringiya dîrokî ya Geliyê Zîlan û got ku ew minnetdarê kesên li van deran şer kirine ne. Keskîn Bayindir bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha pê de çû: “Divê em şer û nefamkirina di nav civaka xwe de biqedînin. Derdê me yê bingehîn polîtîkayên şerê taybet e. Dewlet êdî dijminatiya xwe bê çek, bi rêya şerê taybet dimeşîne û tê ser me. Birêz Abdullah Ocalan xwest ku pirsa Kurd bi aştî û qanûnan çareser bibe. Di pêvajoyên borî de dewletê daxwaz qebûl nekirin û şerekî giran meşand. Pêvajoya niha bi saya birêz Abdullah  Ocalan û tevgera Kurd, bi ezmûnên borî pêk hat. Birêz Abdullah Ocalan gav avêtin û PKKê jî ev îrade nîşan da. Dawiya vê yekê muzakere û lihevhatin e. Em piştgiriyê didin pêvajoya birêz Ocalan, lê em ji dewletê re ewle nabin. Divê em destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin û gavê bi dewletê bidin avêtin.”

Welatiyên gundê Hesenevdalê jî bang kirin ku dewlet tavilê gavan biavêje û xwedî li pêvajoyê derkeve. Civîna li Erdîşê, piştî serdana seyrangeha Balikbendiyê bi dawî bû.

Li Tûşbayê jî civîn hat lidarxistin

Şandeya DBPê piştre derbasî taxa Altintepe ya navçeya Tûşbayê bû. Şandeyê li vir jî pirsên li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”bersivandin. Keskîn Bayindir li vir jî geşedanên dawî yên pêvajoyê vegotin û ji bo piştgiriyê spasiya gel kir.

Civînên îro, piştî pirs û bersivan bi dawî bûn.

Etîket: Civînên gelDBPKeskûn BayindirPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

10 TEBAX 2026
Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

10 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

10 TEBAX 2026
‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne