Kesê bi navê M.K ê ku êrişî Goristana Surp Garabet a Ermeniyan kiribû hate girtin.
Di şeva 7ê Tîrmehê de li navçeya Uskudarê ya Stenbolê kesê bi navê M.K êrîşî Goristana Surp Garabet a Ermeniyan kiribû. Li gorî nûçeyan AGOSê êrişkar di ser diwarên goristanê de ketiye nava goristanê û êrîşî goran kiriye. Di encama êrişê de 6 gor û kaniyek zirar dît.
Patrîkliga Ermeniyan a Tirkiyeyê derbarê bûyerê de li Emniyeta Stenbolê gilî kiribû û di derbarê bûyerê de lêpîrsin hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê îro daxuyanî da û diyar kir ku kesê bi navê M.K ê ku êriş pêk aniye ji aliye polîsan ve hatiye binçavkirin. Êrişkar piştî karûbarê li emniyetê derxistin edliyê û ji wir jî sewqî Dadgeha Cezaya Sûlhê hat kirin. Dadgehê derbarê êrişkar de biryara girtinê da. Piştî biryarê M.K şandin girtîgehê.













