Çewlig – Hunermend Ûlaş Kelaşîn ku beşdarî Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê bû, destnîşan kir ku divê hunermend û rewşenbîr di pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi rola xwe ya pêşengiyê rabin û xwest ku ev festîval bibe wesîleya aştî û azadiyê.
Li navçeya Kanîreşê ya ku herî dawî di Tebaxa 2014an de Festîvala Çand û Hunerê ya Karacehenemê hatibû lidarxistin piştî 12 salan di 23 û 24ê Tîrmehê de Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê hate lidarxistin. Di festîvalê de ji pêşbaziya hespan bigire heta panela li ser ekolojiye ji guhdarîkirina dengbêjan bigire heta axaftin û konseran bernameyên cur bi cur hatin lidarxistin. Hunermend Ûlaş Kelaşîn ku yek ji hunermendên tev li festîvalê bû derbarê festîvalê û pêvajoya heyî de ji ajansa me re axivî.
‘Festîval hêvî û coşê dide civakê’
Ûlaş Kelaşîn diyar kir ku lidarxistina festîvalê ya piştî 12 salan gelek biwate ye, bal kişand ser eleqeya zêde ya gel û wiha got: “Îro em kelacan in û coşeke mezin di nav gel de dibînin. Ev yek nîşan dide ku civaka me çiqasî li çand û hunera xwe xwedî derdikeve. Hêvîdar im ku ev festîval di salên pêş de jî berdewam bike ku gelê me li çand û hunera xwe xwedî derkeve.”
‘Rola hunermend û rewşenbîran ji bo aştiyê girîng e’
Ûlaş Kelaşîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rola hunermendan a di vê pêvajoyê de û ev yek anî ziman: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke aşitiyê heye. Bêguman ev pêvajo bandoreke erênî li ser civakê dike. Di vê pêvajoyê de rola hunermend, rewşenbîr, nivîskar û ronakbîran gelekî girîng e. Divê hunermend pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin da ku aşitiyeke domdar û civakeke azad ava bibe. Hêvî û daxwaza me ew e ku ev festîval bibe wesîleya aşitî, xwişk û biratî û azadiyê.”
Ûlaş Kelaşîn di dawiya axaftina xwe de xwest ku pêvajo bigihîje armanca xwe û ev festîval pêşengtiyê ji civakeke azad û demokratîk re bike.












