• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keça Taybet Înan: Cenaze 7 roj û 7 şevan li kolanê ma

Mahmût Altintaş / AW

18 KANÛN 2024 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Taybet Înan di qedexeyên derketina derve yên Silopiyayê de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma. Keça wê Halîme Akin anî ziman ku wan ji ber gulebarana tîmên taybet nekarî biçin ser cenazeyê dayika xwe û got: “Min çend caran hewl da biçim ser cenaze. Lê min nekarî. Cenazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li kolanê ma.”

Li naveçya Silopiya ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat ragihandin û 37 rojan berdewam kir. Di 37 rojên qedexeyan de zarok û pîr jî di nav de li navçeyê 28 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di ser qedexeyan re 9 sal derbas bûn û kujer nehatin cezakirin. Yek ji wan kesên ku di qedexeyên derketina derve de hat kuştin Taybet Înan bû. Taybet Înan 57 salî bû û di 19ê Kanûna 2015an de piştî 5 rojên qedexeyan ji aliyên tîmên taybet ve li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Taybet Înan bi 10 guleyan hat kuştin. Ji ber şer dijwar bû, cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Ji ber qedexeyan nehiştin ku zarok û malbata Înan biçin ser cenaze. Tiyê Taybet Înan Ûsiv Înan jî dema xwestibû biçe cenaze bigirê rastî guleya tîmen taybet hatibû û wî jî jiyana xwe ji dest dabû.

Ji ber 7 roj û 7 şevan cenazeyê Taybet Înan li kolanê hat hiştin ew dîmenên ketin qeydan rastiya hikûmetê polîsên dewletê nîşan dide. Dimenên cenazeyê Taybet Înan ku di kolanê de hatibû sekinandin li ser çapemeniyê belav bû û bû rojeva dinyayê. Piştî heft rojan cenazeyê Taybet Înan ji aliyê 2 zarok û birayê wê ve hat defînkirin û nehiştin malbata wê tevlî defînkirina cenaze bibe. Di ser kuştina Taybet Înan re 9 sal derbas bûn û kujerên wê hîna nehatin cezakirin. Keça Taybet Înan Halîme Akin ku wê deme nedikarî xwe bigihîne cenazeyê dayika xwe qala wan rojan kir.

‘Zarok, pîr, jin gulebaran dikirin’

Halîme Akin anî ziman ku ew roj heta mirinê ji bîra wê naçe û wiha qal kir: “Tîmên taybet zarok, pîr, jin kî didîtin gulebaran dikirin. Dayika min tu car nediket fikara mirina xwe. Her tim fikara wê em bûn. Digot miqateyê zarokên xwe bin. Ji min re digot heke tiştek bi serê min de hat. Ez mirim jî xwe neyên ser cenazeyê min. Dê we jî bikujin. Min jî digot çima tu wisa dibêjî. Lê me qet tiştekî wisa nedipa. Wê rojê me nan da ser sêlê. Wê rojê ceyran jî tunebû. Wê şevê dengê çekan dihat. Şerekî mezin hebû. Min dît ji aliyê cîranan deng hat û digotin ‘Jinek di kolanê de ketiye’ Ez cîrana dayika xwe bûm. Min bazda. Min got dayika min ketiye. Lê min nedizanî ew e an ne ew e. Dayika min Seat di 7an de ketibû. Lê seat di 10an de agahiya min çêbû. Ez hatim ku apê min birîndare û dayika min li erdê ye. Min xwest biçim cem dayika xwe. Lê gule diavetin ser me. Ji ber wê min nekarî xwe bigînim cem dayika xwe. Dayika min li erdê bû.”

‘Cenaze 7 roj û 7 şevan li kolanê ma’

Di berdewama axaftina xwe de Halime Akin bi bîr xist ku cenazeyê dayika wê 7 rojan li kolanê ma û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cenazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Em nedikarîbûn biçin ser cenaze. Dema em diçûn em jî gulebaran dikirin. Dinya li ser serê me xira bûbû. Me ji dûr ve li dayika xwe dinerî. Ez wan rojan tucaran ji bîr nakim. Dayika min jineke pir heja bû. Hemû cîranan ji wê pir hez dikir. Dikarîbû hezar kesan li xwe bike mevan. Min çend caran hewl da biçim ser cenazeyê wê. Lê min nekarî. 9 sal borîn. Lê 9 salin her roj wê rojê diejîm.”

Kujer nehatin cezakirin

Halime Akin destnîşan kir ku kujerên dayika wê nehatinê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Edalet tune ye. Baweriya me êdî bi edaletê tune ye. Em bawer nakin ku kujer bên cezakirin. Mafê me tune dihesibînin. Heke mafê me hebûna niha kujer hatibû cezakirin. Ew qas kes li Silopiyayê hatin kuştin. Lê kujer nehatin cezakirin. Daxwaza me ew e ku kujer bêne cezakirin.”

 

 

Etîket: 7 roj7 şevHalîme AkinPolîsSîlopiyaTaybet Înan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate vekirin

Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate vekirin

21 ÎLON 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

30 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek kes hatin binçavkirin

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne