• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KCKê ji bo Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand

Navenda Nûçeyan / AW

1 ÇILE 2026 - 16:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mêjiyê wî û îro jiyana xwe ji dest da. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand.

KCKê bal kişand ser têkoşîna Rojnameger Huseyîn Aykol û wiha got: “Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, endamê tevgera Çapemeniya Azad, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Di demeke ku em dikevin saleke nû de wergirtina vê nûçeyê em pir xemgîn kir. Windakirina mirovekî wisa, ku jiyana xwe ji bo têkoşîna xwîşk û biratiya gelan, demokrasî û sosyalîzmê terxan kiriye, bêguman sedema xemgîniyeke mezin e. Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî, civaka çapemeniyê, gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê re dixwazin.

Di berdewama daxuyaniya xwe de KCKê bal kişand rola rojnameger Huseyîn Aykol û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Huseyîn Aykol di pêşketina çapemeniya Kurdî de roleke girîng pêk anî. Ew di kevneşopiya çapemeniya azad de dengekî kedkar û fedakar bû. Tevî ku bi zehmetî û ne gengaziyên mezin re rû bi rû maye û qet dev ji helwesta xwe ya berxwedanê li dijî zilm û êrîşan bernedaye, di avakirin û berdewamiya bênavber a kevneşopiya çapemeniya azad de heta roja îro roleke mezin pêk aniye û bûye yek ji pêşengên wê. Her wiha, Huseyîn Aykol di teşhîrkirirna neheqî û êrîşên ku li gelê Kurd hatine kirin de, di raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî de roleke girîng pêk aniye. Bi têkoşîn û hewldanên xwe, hem di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê û hem jî di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cihekî girîng girtiye. Rêber Apo xemgîniya xwe ya mezin ji ber xirabûna tenduristiya Huseyîn Aykol anî ziman, di her hevdîtinê de rewşa wî pirsî û daxwaza başbûnê û dîtina wî anî ziman. Em careke din xemgîniya xwe ya kûr diyar dikin û sersaxiyê ji malbat, xizim, dost, civata çapemeniyê û gelê me re dixwazin. Em bawer dikin ku gelê me û çapemeniya azad dê bîranîna rêzdar Huseyîn Akyol bi xurtî bilind bike.”

Etîket: Daxuyaniya KCKêHuseyîn Aykolsersaxî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurê Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

Kurê Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

24 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

8 TÎRMEH 2026
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

25 GULAN 2026
Li Bismilê ji bo endamên PKKê şîn hat danîn

Li Bismilê ji bo endamên PKKê şîn hat danîn

22 GULAN 2026
Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne