• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Konferansa Yekrêziyê keda şehîdan e

Navenda Nûçeyan / AW

26 NÎSAN 2025 - 13:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava silav kir û destnîşan kir ku ev yek encama keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şoreşa Rojava û bi hezaran şehîdan e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek nivîskî şand.

Peyama KCKê ji aliyê Foza Yusif ve hat xwendin.

Peyam bi vî rengî ye:

Hevalên Hêja û Bi Rûmet;

Di seride em bi navê Rêber APO û tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê hemû delegeyen konferasnê bi dilgermî silav dikin û bawerin ku wê bi keda we ev gava dîrokî bi ser bikeve. Şoreşa Rojava ku 19ê Tirmeha 2012an li dijî rejima Baas, DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê, di encama şehadeta bi 10 hezaran şehîd ü birinadaran, bi pêşengiya YPG, YPJ û û HSDê bi ser ket.

Em hemû kedkarên vê şoreşê silav dikin û şehdên xwe bi minetdarî bibîr tînin, ji bo hemû birîndaran di xebatên wan de serkeftinê dixwazin. Bê guman ev şores û qezenc berhema keda Rêber APO ye. Gelê ku bi rêbertiya xwe ve girêdayî ye ev destkeftî ava kirin. Em bawerin ku wê bi feraseta şoreşa azadiya jinê, civak û netewa demoqratîk, ekolojîk wê ev şoreş bê parastin û pêş bikeve.

Rêber APO, ji bo ku Kurd ji qirkirinê rizgar bibin, bibin xwedî nasname, bê navber jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kir û 25 sal e di zindanê de li ber xwe dide. Îro jî bi banga ku kiriye û inîsiyatîfa ku pêş xistiye re, dixwaze di vê pêvajoya dîrokî ku careke din metirsiyên mezin hene de, Kurd bibin hêzeke bibandor; ji bo wê jî banga yekîtiya netewî kir. Gelê me jî li çar perçeyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket. Lewma em gelê xwe yê Rojava û tevahî rêxistinan ji ber vê helwesta wan a bi rûmet pîroz û silav dikin.

Erka yekemîn a konferansa helwesta netewî ew e ku pergala Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku bi keda şehîdan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin û li Rojhilata Navîn bûye hêviya demokrasiyê biparêz e. Ev jî, ji bo hemû Kurdan cihê rûmet û şanaziyê ye ku hêz daye hemû gelên herêmê. Em bawerin ku ev netê bo Suriyeyê, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe hêza mezin a pêşketina demokrasiyê ku em bi salane hewl didin pêş bikin û xebata yekîtiya netewî dimeşînin. Ji ber ku bêyî yekîtiyê parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ne pêkan e. Dema ku yekîtî nebe, hêzên dagirker vê yekê dijî Kurdan bikar tînin. Em Konferansa Helwesta Netewî ya Rojavayê Kurdistanêji bo yekîtî û kongreya netewî gelekî girîng û wekî gave dîrokî dibînin.

Em bawerin ku yekîtî û helwesta dê ji vê konferansê derkeve, wê di demokratîk kirina Suriyeyê, parastina destkeftiyên Kurdan de rolek sereke bilîze û ev ked wê bigihîje serkeftinê.

Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di pêşerojê de hemû partiyên Kurdan di kongreyeke netewî de bên cem hev.

Li ser vê bingehê ev careke din konferansê silav dikin, wê têkoşîn heta serkeftina mayînde bidome. Wekî Rêber Apo jî gotiye, dem dema azadiya Kurdan e.”

Etîket: KCKKonferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê KurdistanêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne