• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

Navenda Nûçeyan / AW

29 NÎSAN 2026 - 18:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê bi daxuyaniyekê 1ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê li her kesî pîroz kir û bang li hemû Kurdan kir ku bi ruhê Newrozê bi gelên Tirkiyeyê re qadên 1ê Gulanê tijî bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya 1ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek belav kir. DaxuyaniyaKCKê wiha ye:

“Em 1ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê li hemû kedkar, jin, ciwan û gelan pîroz dikin. Di serî de kedkar, jin, ciwanan û têkoşîna hemû gelên li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên zordar bi coşa 1ê Gulanê silav dikin. Di serî de şehîdên 1ê Gulana 1977an û hemû şehîdên ku 1ê Gulanê anîne vê rojê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk re em dikevin 1ê Gulanê. Lê li Rojhilata Navîn jî em di nava dijwariya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku herêm ji hêla siyasî ve ji nû ve tê dîzaynkirin de dikevin 1ê Gulanê. Tê dîtin ku şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê di sala 2026an de wê piralî be. Pêşeroja Tirkiye û Kurdistanê bi rewşa pêvajoya aştî û civaka demokratîk û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve girêdayî be. Bê guman wê têkoşîna gelên me diyarker be. Êdî hêzên hegemonîk bi tena serê xwe nikarin hevsengiya siyasî ya cîhanê û Rojhilata Navîn diyar bikin. Em di nava serdemeke ku pêşeroja mirovahiyê, hem li cîhanê û hem jî li Rojhilata Navîn wê ji hêla têkoşîna gelan ve were destnîşankirin de ne. Em ji vê re dibêjin dema gelan.

Gelê Kurd êdî ne Kurdên 100 sal berê ye. Bi taybetî bi têkoşîna xwe ya 50 salên dawî, di serî de li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat Kurdan hêzek siyasî û civakî ya girîng bi dest xistine. Êdî rastiya civaka Kurd a rêxistinkirî heye. Bi vê yekê re gihîştine hêzek ku bandorê li pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn dike.

Gelê Kurd bi hêzek rêxistinî û siyasî ya wiha 1ê Gulanê pêşwazî dike. Gelê Kurd bi têgihîştina xwişk-biratiya gelan û bi pêşxistina xeta neteweya demokratîk a ku di ruhê 1ê Gulanê de ye, armanc dike ku Tirkiyeyek demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirîne. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûnê girîng dibînin. Rêber Apo bi vê têgihîştinê di 27ê Sibata 2025an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û rêça pêkanîna Tirkiyeyek demokratîk destnîşan kir. Banga 27ê Sibatê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Muxatabê vê bangê ne tenê gelê Kurd e; di heman de gelên Tirkiyeyê ne. Di vî alî de, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî berpirsiyar in ku ji bo serkeftina bernameya aştî û civaka demokratîk bixebitin.

Divê 1ê Gulana 2026an bibe rojeke ku gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê helwestek hevpar nîşan bidin û têbikoşin. Ji bo vê jî divê 1ê Gulana 2026an bibe platformek ku xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk were derketin û îradeyek hevpar a têkoşînê derxîne holê.

Têkoşîna aştî û civaka demokratîk di heman demê de têkoşîna sosyalîzma demokratîk e. Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi têgihîştina sosyalîst a demokratîk kir. Xeta sosyalîzma demokratîk hişt ku Rêber Apo bangek wiha bike. Rêber Apo dixwaze nirxên ruhê 1ê Gulanê; bi têgihîştina sosyalîzma demokratîk û Banga Aştî û Civaka Demokratîk jiyanî bike.

1ê Gulana 2026an ji bo gelên Tirkiyeyê derfetek dîrokî ye. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bi gelê Kurd re li qadên 1ê Gulanê xwedî li bernameya aştî û civaka demokratîk a ku armanca wê çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, derkevin û heke îradeya têkoşîna hevpar were nîşandan wê 1ê Gulana 2026an wekî rojeke ku demokrasî û azadî misoger kiriye, bikeve dîrokê.

Ji bo vê em bang li hemû Kurdan dikin ku bi ruhê Newrozê bi gelên Tirkiyeyê re qadên 1ê Gulanê tijî bikin û alaya têkoşînê ya ku sosyalîzma civaka demokratîk misoger kiriye, bilind bikin.”

Etîket: 1ê GulanedaxuyanîKCKRuhê Newrozê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne