• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Axaftina bi Kurdî têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye

Navenda Nûçeyan/ AW

15 GULAN 2026 - 14:45
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi munasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û got: “Divê karên çand-huner û wêjeyê û axaftina bi Kurdî weke têkoşîneke li dijî asîmîlasyonê bê dîtin. Rêber Apo dibêje, xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

‘Kurdî yek ji zimanên kevnar ên mirovahiyê ye’

KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka zimanê Kurdî û wiha got: “Kurdî yek ji zimanên destpêkê yê mirovahiyê ye û şaneyên esasî yên çanda mirovahiyê jî bi vî zimanî hatine vehewandin û veguhestin. Bi asîmîlekirina zimanê Kurdî tê xwestin ku gelê Kurd bê qirkirin. Ev yek di heman demê de tê wateya tunekirina yek ji çandên esasî yên mirovahiyê. Lewma qirkirina Kurdî û gelê Kurd di heman demê de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye.”

‘Dewletên mêtinger ziman asê kirine’

KCKê bal kişand ser polîtîkayên mêtingeriyê û got: “Kurdî bi hezaran salan li erdnîgariyeke gelekî fireh hate axaftin, lê îro ji aliyê dewletên mêtinger qirker ve li qadeke teng hatiye asêkirin” û bi vî rengî dewam kir, “Di asteke welê de ye ku yek ji zaravayên Kurdî yên herî zêde dihate bikaranîn Kirmanckî-Dimilî li ber tinebûnê ye. Ev rastî hemû radixe pêş çavan bê li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî polîtîkayeke çawa ya qirkirinê tê meşandin. Hîn duh li Bakurê Kurdistanê xutbeya bi Kurdî hate qedexekirin û li Rojava jî hate xwestin ku perwerdeya bi Kurdî ji holê bê rakirin. Ev mînak ji nîşaneyên şênber ên zexta rojane ya li ser Kurdî ye.

Polîtîkaya herî giran a asîmîlasyonê ya li ser Kurdî niha li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Dewleta Tirk li gel qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê sûdê ji teknolojiya ragihandin werdigire û aşê asîmîlasyonê yê li ser zimanê Kurdî hîn bi lez digerîne. Weşaneke weke TRT Kurdî û sivikkirina zexta li ser Kurdî ya hin mijaran, ji bo nixumandina asîmîlasyona tunekirina zimanê Kurdî têne bikaranîn.

Di berdewama daxuyaniyê de KCKê da zanîn ku asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi amûrên asîmîlasyonê yên nû yên ji aliyê dewletê ve têne bikaranîn û wiha pê de çû: “Qirkirina ziman, lewma qirkirinek tê kirin. Dewleta Tirk dem bi dem qaşo bibêje ‘Xwişk-birayên min ên Kurd’ jî hîn polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan neterikandiye. Kurd hîn jî di nava qanûn û hiqûqê de nîne. Ev yek ji her alî ve tinehesibandina Kurdan e. Heta ku hebûna Kurdan ji vê rewşê dernekeve, di pratîkê de qala hebûna Kurdan bê kirin jî ev yek wê asîmîlasyona li ser Kurdî û qirkirina Kurdan asteng neke. Ev yek aşê qirkirin û asîmîlasyonê dinixumîne.

Polîtîkaya li ser zimanê Kurdî hîn jî polîtîkaya asîmîlasyonê ya tinekirinê ye. Lê belê Kurd êdî Kurdê berê nînin. kurd bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan xwedî li hebûna xwe derdikevin. Ev xwedîderketin bi rengê xwedîderketina li zimanê xwe pêk tê. Bêyî ku li bendê bimîne ku perwedeya bi zimanê dayikê bi dewletê bide qebûlkirin, divê gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî rabe ser piyan, weke ku pêşiyên me bi vî zimanî axivîn li her derê bi Kurdî biaxivin û bikevin nava seferberiya hîndekariyê. Têkoşîna azadiyê ya li her qadê û têkoşîna ji bo zindîkirina zimanê Kurdî ya weke berê, divê bi hev re bêne meşandin.”

‘Erka saziyan hînkirina ziman e’

KCKê da zanîn ku wezîfeya her saziyeke ye ku Kurd perwerdeya Kurdî bidin û wiha pê de çû: “Bo hînkirin û perwerdeya ziman bi berpirsyariyê rabin. Di vê mijarê de divê banga saziyên ziman û gelê me bi avakirina saziyan bi cih bê anîn. Li gel komunên li qada jiyanê bêne avakirin, divê li her cihî komunên ziman weke gurnî bêne zêdekirin. Karên li ser ziman pêwîste weke îbadetekê bê dîtin.

Di serî de karên çand-huner û wêjeyê li hemû kar û saziyan axaftina bi Kurdî divê weke têkoşîneke li dijî asîmîlasyonê bê dîtin. Rêber Apo dibêje, xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e. Ev nirxandina Rêber Apo divê ji bo her saziyê bibe bingeh.”

‘Bikaranîna ziman perçeyeke têkoşînê ye’

Di dawiya daxuyaniyê de KCKê destnîşan kir ku bikaranîna bi berfirehî ya zimanê Kurdî di heman demê de divê weke aliyekî girîng ê têkoşîna aştî û civaka demokratîk jî were dîtin û wiha derbirî: “Têkoşîna aştî û civaka demokratîk, dema ku her sazî û her karî berpirsyariyên xwe bi rengê herî baş bi cih anî, wê bi ser bikeve.

Banga aştî û civaka demokratîk ne tenê bi hewldanên Rêber Apo, tevgera me û hin saziyan, bi têkoşîn û hewldana tevahiya gelê Kurd, hemû saziyên rêxistinî û hêzên demokrasiyê dikare bi ser bikeve. Karên ji bo zimanê Kurdî jî divê weke parçeyek ji vê têkoşînê bê dîtin, ev kar girîng bê dîtin û li her cihî bê pêşvebirin.”

Etîket: 15ê GulanêCejna Zimanê KurdîdaxuyanîKCK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026
Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

1 TÎRMEH 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

29 HEZÎRAN 2026
Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (32)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne