• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

Navenda Nûçeyan/ AW

26 ADAR 2026 - 10:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e û got: “Gelê ku qadên Newrozê dagirt peyam da dewleta Tirk ku heta Rêber Apo azad nebe tu pirsgirêk nayên çareserkirin.”

 

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û têkildarî bûyerên di rojevê de ne axivî.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû bal kişand ser têkoşîna hemû kesên di pêvajoya Newrozê de bedenên xwe dane ber agir û wiha got: “Destpêkê ez cejna Newrozê û Remezanê ya Rêber Apo û gelê me pîroz dikim. Ev hêvî dikim ku cejna Newrozê û Remezanê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê. Ez şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, Sema Yuce bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa ez hevrê Sînanê Sor ê ku sala 2019an li Qendîlê şehîd bû, Serhat Varto, Serhat Şafak, Navdar Sinegir û Şiyar Feraşîn ê ciwan jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bê guman di Newrozê de şehîdên me pir çêbûne. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez hevrê Ahmet Kurt, Selman Dogru û Mehmet Kurt ên ku 28ê Adara 1980an li Şkestunê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Weke tê zanîn hevrêyê me Mahsum Korkmaz jî 28ê Adarê şehîd bû. Lewma navbera 20-28ê Adarê weke Hefteya Qehremaniyê hate îlankirin. Ez hemû şehîdên me yên di vê hefteyê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

‘Gelê Kurd salên 1990î bû Gelê Newrozê’

Mûstafa Karasû diyar kir ku Cehna Newrozê bi coşeke mezin li welat û derveyî welat hate pîrozkirin û wiha got: “Coşa vê Newrozê cuda bû. Helbet sedemên vê jî hene. Em vê diyar bikin, sedemê coşa vê Newrozê têkoşîna 53 salan e. Êdî ne pêkan e ku Newroz ji dîrokê were jêbirin. Hemû gelê Kurd beşdar dibe, hest û fikrên xwe tîne ziman, armancên xwe diyar dike. Ya 2026’an jî bi kombûna têkoşîna 53 salan, bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Helbet şehîdên mezin ên Newrozê hene. Bi rastî jî gelê Kurd di salên 1990î de bû gelê Newrozê. Gelê Newrozê jî heya van rojan, têkoşîn geş kir û têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê mezin bû. Gelek pêşketinên girîng derxist holê. Tişta ku bûyî sedem ev Newroz wisa coş derbas bibe, têkoşîna 53 salan e, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me ye.”

‘Afirandina gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike’

Di berdewama axaftina xwe de Mûstafa Karasû bal kişand ser şer û pevçûnê yên li Kurdistan û dora Kurdistanê tên meşandin, diyar kir ku Kurd di encama têkoşîna 50 salan gihiştiye zanebûnekê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî di şert û mercên şer ê li Rojhilata Navîn de, mîna piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurd êdî naxwazin bêazadî û bêstatu bimînin. Kurdan bi vê hişmendiyê ev qadên Newrozê pîroz kirin. Yek ji sedemên girîng ê derbasbûna van Newrozan jî, sekna gelê Kurd a di şer de ye. Bi rastî jî Kurd êdî gelê berê nîne. Veguherî gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Heta ku gelekî wisa nehatiba avakirin, ti armancên din ên ji bo azadî, demokrasî û statuyê pêk nedihatin. Niha bi rastî jî gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike, hatiye afirandin. Ev destkeftiyek pir mezin e. Niha Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê bûye pêşengê gelên ku ji bo azadiya xwe şer dikin. Ev jî helbet sekneke ji aliyê Newrozê ve hatî avakirin e. Mejî û ruhê Newrozê, di heman demê de ruhê azadî û demokrasiyê ye, ruhê serhildana li dijî zilmê ye.”

‘Têkoşîn tecrîd da sistkirin’

Mûstafa Karasû da zanîn ku ji ber gel hişyar kiriye, rêxistin kiriye û kiriye hêza têkoşînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û wiha got: “Di encama têkoşîna hatiye dayîn îro şert û mercên tecrîdê hinekê sist dibin. Di encama têkoşînê de dewlet jî zehmetî dikêşe. Dem bi dem Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk bang dike, agirbestan radigîne, li ser vî bingehî hevdîtin çêdibin. Lewma carna tecrîd sist dibe. 27ê Sibata 2025an Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kir. Ji wê demê ve jixwe şer sekinî. Vê bangê encamên pir girîng derxist holê. Rêber Apo ji bo serxistina vê bangê, pêşniyar kir ku PKK were fesixkirin û têkoşîna çekdarî were rawestandin. Têkildarî vê me gav avêtin. Lê salek derbas bû, ji bo ev pêvajo hîn bêhtir pêş bikeve azadiya Rêber Apo şert e. Di vê Newrozê de dirûşmeya ji Rêber Apo re azadî bandorek girîng çêkir. Her kes dizane ku Rêberê Gelê Kurd xwedî hêza çareseriyê, pêşxistina demokrasî, azadî û aştiyê ye. Her kes îrade û hêza biryarê ya Rêber Apo dizane. Lewma gelê Kurd dixwaze rêberekî wiha azad bibîne. Bi vê yekê re dixwaze bigihije jiyana azad û demokratîk.”

‘Di têkoşîna azadiyê de jin û ciwan pêşeng in’

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna jinan a 8ê Adarê bandor li ser Newrozê kir û wiha pê de çû: “Jixwe di têkoşîna me ya azadiyê de jin û ciwan pêşeng in. Rêber Apo azadiya jinê weke bingehê têkoşînê dît. Jinên Kurd bi rastî jî heq kirin ku bibin pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ya ku di salên 1990î de bûyî sedem ku serhildan xurt derbas bibin, tevlîbûna jinan a li serhildanan bû. Sekna jinan a di 8ê Adarê de bandoreke girîng li Newrozê kir. Bi rastî jî 8ê Adarê, pir zû mizgînî da ku Newroz bi rengekî xurt were pîrozkirin. Lewma em jin û ciwanan pîroz dikin. Jixwe her tim di Newrozan de jin li pêş bûn. Sekin, Deng, cil û bergên neteweyî yên jinan bû çanda Newrozê. Dema Newroz tê gotin, tişta tê aqlê mirov sekna jinan e. Ji ber ku Newroz bûye nirxekî çandî, di vê yekê de rola jinan pir zêde ye. Jixwe erdnîgariya ku jin lê bûne xwedawend, Kurdistan e. Jin li vê erdnîgariyê heya qonaxa Neolotîk, timî li pêş bûn. Bûye zayenda ku civak afirandiye, jixwe jinan civak afirandiye. Civakîbûna ewilî jî li vê erdnîgariyê şêwe girtiye. Ev kevneşopî roja îro di Newrozê de bi rengekî xurt xwe nîşan dide. Ev pir girîng e.”

‘Newroza li Rojhlata Navîn îfadeya têkoşîna li dijî zilmê ye’

Di berfirehiya nirxandinên xwe de Mûstafa Karasû anî ziman ku li dijî şerên mezheb, netewperestî, şerên têkildarî vê yên li Rojhilata Navîn têdikoşe, ji bo çareseriya Rojhilata Navîn çareseriya Neteweya Demokratîk pêş dixe û wiha got: “Rêber Apo rola Rojhilata Navîn ya di dîrokê de vegot. Erdnîgariyeke ku çandê diafirînê ye. Divê em ji bo ev erdnîgarî ku çandê diafirîne û dergûşa şariştanî û mirovahiyê ye, vê carê jî bibe dergûşa şariştaniya demokratik, bixebitin. Yek ji armancê ruhê Newrozê ev e. Divê di Newrozê de ev yek were bîra me. Divê di Newrozê de xwişk-biratî were bîra me. Newroza ne cejnekî wisa zuha ye. Newroz li Rojhilata Navîn têkoşîna hevpar a gelan, têkoşîna hevpar a li dijî zilmê û têgihiştina azadiyê îfade dike. Bi vê aliyê xwe ve, Rêber Apo bi peyama Newrozê hemû taybetmendiyên Newrozê daniye holê. Li ser vê bingehê diyar kiriye ku her kes, gel li gorî ruhê Newrozê têbikoşin û tevkarî jiyana azad û demokratik a Rojhilata Navîn bikin.”

‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê tê astengkirin’

Mûstafa Karasû da zanîn ku halê hazir li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk nayê kirin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bi hezaran siyasetmedar li derveyî welat e, bi hezaran siyasetmedar li girtîgehê ne, hîna jî siyasetmedar di bin gefê de ne. Numan Kurtulmuş çi got? Got ger ev pêvajo bi ser nekeve wê siyaset di bin zextê de bimîne. Xwest vê bibêje ev şîrova min e, gef li DEM Partiyê jî xwar, lê erê ger ev pêvajo li ser esasê demokratîkbûne nemeşe wê çi bibe? Wê dubare dadgeh, girtîgeh tijî bibin. Nexwe divê ev pêvajo bi ser bikeve. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tê astengkirin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek caran destnîşan kiribû ku ger ev pêvajo zede were dirêjkirin, wê xeterî mezintir bibin. Îro dema ku em li bûyerên piştî banga 27ê Sibatê dinerin, ev pir hatiye îspatkirin. Bi rastî jî dewleta Tirkiye di ferqa vê rewşê de ye, yan ketiye pey hesabên erzan?”

Etîket: Medya Haber TVMustafa KarasuNewroznirxandinpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

12 ÎLON 2026
Karasû: Bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo bi encam nabe

Karasû: Bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo bi encam nabe

8 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne