• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kantona Firatê: Em rûmeta Kobanê biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

15 KANÛN 2024 - 11:53
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê diyar kir ku gefên mezin ên Tirkiyeyê li ser Kobanê heye û bang li tevahiya gel û hemû hêzên azadîxwaz ên cîhanî kir ku bi hevre rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê der barê êrîş û metirsiyên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê û tevahiya herêmê daxuyaniyek da. Li Qada Jina Azad bi beşdariya rêveber û endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û rêxistinên civakî daxuyanî dan. Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Mamoste Egîn Nasiro bi Kurdî, Endama Komîteya Pêwendiyan a PYDê Leyla Ehmed jî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Li pêş çavê cîhanê jin û zarok tên kuştin

Mamoste Egîn Nasiro diyar kir ku ew her kêlî amade ne ku ji bo çareseriya mayinde ya hemû pirsgirêken Suriyeyê bi riya diyalogê kar bikin da ku hemû gelên li Suriyeyê jiyan dikin bikarin bi awayekî azad û aram bi hevre bijîn û wiha got: “Wek Rêveberîya Xweser a Kantona Firatê, parti û saziyên rêveberîya xweser dibêjin ji bo her cure çareseriyê em amade ne. Di wan çend rojên dawiyê de erîşen berfireh ên li ser axa Suriye, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bênavber didomin. Bi taybetî li dijî gelê me yê li Şehba û Minbicê bi alikariya dewleta Tirk a dagirker êrişên dijmirovî pêk hatin. Gelek jin, zarok û pir-kal hatin qetilkirin. Bê guman ev êriş li ber çavên hemû cihanê pêk hatin. Gelek dimenên bi êş derketin pêş. Serjêkirin, însan şewitandin, îşkencekirin û her cure kiryarên dijmirovi pêk hatin.”

Egîn Nasiro anî ziman ku li dijî wan êrîşên dermirovî, şervanên HSD, YPJ û meclisên leşkerî bersivên tund dan dagirkeran, berxwedanek bêhempa nîşan dan û wiha axivî: “Gelek şervanên me bi qehremanî şehîd ketin. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafiran û her cure teknikê destê xwe li pişta çeteyên xwe xist û bi awayekî hovane berê wan dan ser gelên herêmê. Li Şehba, Minbic, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê komkujî çêkirin. Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelên herêmê ye, dagirkirina Rojavayê Kurdistnanê ye. Ev xeyala dewleta Tirk a qirker e. Bi taybetî ne tehmulkirina dagirkeran a ji bo rêveberiya xweser, bi salane di rojeva dewleta Tirk a dagirkerde ye.”

Egîn Nasiro da zanîn ku di 19yê Tirmehê de şoreşa gelan li Kobanê dest pê kir û wiha berdewam kir: “êrişa çeteyên DAIŞê yên li ser Kobanê li vir hatin şikandin û vê yê ziravê Erdoxanê faşîst qetand. Lewma di her gotinê de tehditên ser Kobanê di rojeva dagirkerande ye. Kobanê bûye sitriya çavên wan. Di van kêliyan de tehdît û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye. Lê em dibêjin bila raya giştî zanibe ku çeteyên DAIŞê li Kobanê bi destê şervanan hate tunekirin û mirovahiyê henase girt, lewma cîhan deyndarê şervan û gelê Kobanê ye. Dem dema xwedî derketina li Kobanê ye.”

Egîn Nasiro herî dawî bang li hemû gelên cîhanê kir û wiha got: “Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokrat, azadîxwaz, koalîsyona navnetewî û hemû mirovahiyê dikin ku werin em bi hevre rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

 

Etîket: azadîxwazbangdemokratdewleta TirkEgîn NasîroerebîHSDKantona FiratêKobanêKurdîSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne