• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kamaç: Serkeftina pêvajoyê bi tifaqa Kurdan ve pêkan e

Şirnex / AW

27 ÎLON 2025 - 14:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevkê Însiyatîfa YekÎtiya Demokratîk di civîna li Şirnexê de got ku gelê Kurd encax bi tifaqê dikarin vê pêvajoyê bi serkeftî bibin serî.

Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Şirnexê bi tevlibûna Berdevkê Însîyatîfê Mehmet Kamaç, gelek endamên sekreteryaya însiyatîfê, rûspiyên eşîran, endamên partiyên siyasî, endamên saziyên bazirganiyê, endamên saziyên hiqûqê, endamên saziyê kedê, hilbijartiyên partiyên siyasî, oldarên û melayên herêmê, keyayên navend û gundan, endamên saziyên ziman û çandê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û sedan welatiyan civîna danasînê li dar xist. Civîn li otelek li navenda Şirnexê hate lidarxistin.

Civîna danasînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç derbarê armanca avakirina însiyatîfê de axivî û wiha got. “Dema me dest bi vê xebatê kir armanca me ew bû ku em her kesî têxin nava vê însiyatifê. Bi vê yekê ve girêdayî me xwe gihand her qada civaka Kurd. Me li bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiye ku Kurd lê dijîn civîn lidar xistin. Gelê me ji bo Kurdbûnê tifaqek ava kiriye û li benda me ye ku em jî tifaqa xwe ava bikin. Yekîtî encax bi hev re dikare pêk were. Bi hin derdor an jî hin kesan pêk nayê. Divê gelê me bi her rengî xwe nava vê însiyatîfê de bibîne. Ev rêxistin ne ya tu aliyên siyasi ye. Ev rêxistin ya gelê Kurd e û tu kes bila ji aliyê xwe ve vê tifaqê nekêşe.”

‘Divê em dîroka xwe bikin dîroka tifaqê’

Kamaç diyar kir ku ew ji bo xeyalên Ehmedî Xanî yên yekitiyê tevdigerin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Însiyatîf di nava gel de xebatên xwe berdewam dike. Me li Bazidê konferansa yekitiya Kurd pêk anî. Ev cihê me konferans pêk anî cihek taybet bû. Ji ber ku dewleta tirk gotibû xeyala Kurdan li agiriyê di bin axê de ye. Me xwest em peyamê bidin û bêjin ku daxwaza kurdan ya tifaqa Kurdistanê li Agiriyê zindî ye û li ser piyan e. Ev însiyatîf xeyala Ehmedî Xanî ye, evîna Mem û Zîn e, banga Seyîd Riza ye. Di dîrokê de Kurd ji ber bê tifaqiyê her winda kiriye. Dîroka Kurdan de şikestin hene ê ji ber van şikestinan gelek êş hatiye kişandin. Dema di dîrokê de êrîşî Dêrsimê, Agiriyê, Geliyê Zîlan, Amedê, Helepcê dikirin tifaqa Kurdan hebûya nediarîn ev qad hov bibin. Lê mixabin di dîroka me de tifaq pêk nehatiye.”

‘Tifaq dê pêvajoyê bibe serî’

Kamaç destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî bi serkeftî bidawî bibe hewceyî bi tifaqê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro gelê Kurd şiyar bûye û fikir cuda bin jî li dor Kurdbûnê tifaq pêk tên. Em Kurd tu dem nebûne alîgirên şer, lê em tu dem jî teslîm nebûne. Îro pêvajoyek tê meşandin heya îro rv pêvajo yek alî dimeşe. Ji îro pêde em bawerin dewlet jî dê gav biavêje. Ev pirsgirêka bi sedan salan e berdewan dike çareseriya wê jî dê domdirêj be û hewcehiya pêvajoyê bi yekitiyê heye. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan jî gotiye divê Kurd bi konferanseke çar parçeyan yekitiyê pêk bînin. Em ji we dixwazin ku her yek ji we bibe neferek yê yekitiyê. Ji ber ku heya yekitiya me pêk neyê, em nikarin bigehin atmancên gelê xwe.”

Piştî axaftina Kamaç civîn bi pirsan û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkMehmet KamaçpêvajoŞirnextifaqa Kurdanyekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne