• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jîna Mahsa Emînî li Amed, Enqere û Îzmîrê hat bibîranîn

Amed-Enqere / AW 

16 ÎLON 2025 - 19:04
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Emînî ya ku ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve li Tehranê hat kuştin li Amed û Îzmîrê bi meşeke girseyî û li Enqereyê jî bi daxuyaniya çapemeniyê hat bibîranîn.

Jîna Mahsa Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 16ê Îlona 2022an de bi destê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Di 3yemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî de bi pêşengiya Platforma Dîcle Amed a Jinan (DAKAP) ji Qada Şêx Seîd a Yenîşehîra Amedê heta mizgefta Uluyê meş hat lidarxistin. Partiyên siyasî û gelek nûnerên saziyê sivîl tevlî meşê bûn. Bi  meşê de pankarta “Jin jiyan azadî” û wêneyên Jîna Mahsa Emînî hat vekirin. Dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Jin Jiyan Azadî, azad dike Rêbertî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

 ‘Serhildanên Jin Jiyan Azadî rêxistinbûnê nîşan dide’

Endama DAKAPê Çagla Sanay daxuyanî xwend. Çagla Sanay diyar kir ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” her aliyê cihanê bûye dengê berxwedana jinê û wiha got: “Di sala sêyemîn de felsefeya “Jin Jiyan Azadî” vegeriyaye serhildanê. Jinên li dijî feodalîzm û kapîtalîzmê bi zagonên jiyana azad a bi pêşengtiya jinên kurd re di çalakiyên “Jin Jiyan Azadî” de têkoşîn û rêxistinbûnê nîşan dide.”

‘Jin Jiyan Azadî bûye nasnameya jinan’ 

Çagla Sanay di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de jiyana xwe dest dane û wiha domand: “Serhildana “Jin Jiyan Azadî” bûye berxwedaneke cîhanî. Li seranserê cîhanê bûye nasnameya jinan, bûye ziman, peyv û qêrîna jinan. Em berxwedana “Jin Jiyan Azadî” mezin kirine silav dikin û di serî de Jîna Mahsa Emînî û yên ku berxwedanê de jiyana xwe dest danî bi rêzdarî em bi bîr tînin.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk axivî. Parlamenter Sevîlay Çelenk Jîna Mahsa Emînî bi bîr anî û got: “Tekoşîna ku Jîna Mahsa Emînî yê dayî li her aliyê cîhanê bûye pêşeng. Em ê tekoşînê wê berdewam bikin.”

Piştî axaftina Sevîlay Çelenk Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer berxwedana Jîna Mahsa Emînî silav kir. Di sawiyê de banga tevlîbûna ji bo meşa 17 Îlonê ku Amedê bê lidarxistin li gel kir.

Daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”  dawî bû.

Enqere

Platforma Jinan a Enqereyê bo salvegera kuştina Jîna Amînî li ber peykerê Mafê Mirovan a navçeya Çankayayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin Jiyan Azadî Jîna Emînî raperîna me ye” hilgirtin. Jinan dovîzên li ser, “Jin Jiyan Azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” û wêneyê Jîna ‎Emînî hilgirtin.

Endama platformê Zelal Angay daxuyaniya kurdî xwend. Zelal Angay anî ziman ku ew ji bo Jîna Emînî û jinên hatine qetilkirin li kolanan in û ev tişt got: “Çawa ku jinên Îranî teslîmî desthilatdariya faşîst-olî nebûn, îro li seranserê Rojhilata Navîn jin li dijî polîtîkayên îslama siyasî ya ku dijmine jinan e şer dikin. Jin, ji Filistînê bigire heta Afganistanê, ji Tunisê bigire heta Sûriyeyê, bi parastina aştiyê li ser şer û azadiyê li ser dagirkeriyê, ala têkoşînê li her derê bilind dikin. Em li kêleka têkoşîna jinên Îranî û gelên Rojhilata Navîn li dijî rejîmên faşîst-olî ne. Têkoşîna jinên îranî, yên ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” wekî ala xwe bilind dikin, serhildan organîze kirin û berxwedana li dijî serdestiya mêran zêde kirin, li her derê deng vedan. Me ji vê serhildanê cesaret girt û me têkoşîna li dijî îslama siyasî û tundûtiya dewleta mêran hîn xurttir kir.”

‘Berxwedana jinan dê edalet û demokrasiyê bîne’

Di berdewama axaftina xwe de Zelal Angay destnîşan kir ku ew ê li dijî serdestiya pergala mêr têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha di demên ku hewl tê dayîn ku hemû mekanîzmayên demokratîk werin hilweşandin, saziyên jinan bi rêya qeyûman têne bêbandorkirin û baweriya bi edaletê bi polîtîkayên bêcezatiyê tê şikandin de dijîn. Jin û zarok her roj tên kuştin. Tundûtûjî normalîze dibe. Lê em vê rewşê red dikin. Em dizanin ku berxwedana jinan dê edalet û demokrasiyê bîne.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedan jinan” bi dawî bû.

Îzmîr

Jîna Mahsa Emînî li Îzmîrê ji hêla gelek jinan ve hat bibîranîn. Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk, Hevaseroka ÎHDê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç, endmên TJAyê, Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Girseya ku li kolana Kibris Şehîtlerî kom bû heta Navenda Çanda Mezopotamyayê meşiya.

Daxuyanî ji aliyê Hevaseroka ÎHDê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç ve hat xwendin. Turkan Aslan di şexsê Jîna Emînî de hemû jinên hatine kuştin bi bîr anî û wiha axivî: “Di sala sêyemîn de felsefeya “Jin Jiyan Azadî” vegeriyaye serhildanê. Em ê li her qadê serhildana Jîna Emînî bilind bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: AmedÇalakîEnqereJinJîna
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne